26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: 62 rojnameger girtî ne

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî 10’ê çileyê Roja Rojnamegeran Dixebitin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DFG’ê diyar kir ku Tirkiye di Endeksa Çapemeniya Azad a Cîhanê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas de di rêza 153’yemîn de ye û wiha got: “Ev yek halekî perîşan e. dîsa di rapora komeleya me ya di sala 2021’an de binpêkirinên mafan berbiçav in. Li gorî daneyên komeleya me hêj 62 rojnamevan girtî ne. Rojnamevanên diviya bû li qadê bûna niha di nava çar dîwaran de ne. Ji ber vê yekê ye ku pêkanînên desthilatê yên heyî yên li ser rojnamevanan êdî vegeriye pergala îşkenceyê.”

DFG’ê bal kişand ser cezayê mûebbetê û 12 sal yê li rojnameger Rojhat Dogrû hatiye birîn û destnîşan kir ku ev ceza biryareke weke tolê bistîne ye. DFG’ê dazanîn ku ‘Doza helîkopterê’ ya Wanê nîşan da ku lêpirsîn û dozên der barê rojnamegeran de tên vekirin ne hiqûqî ne û destnîşan kir ku rojnamegerên ku mafê gel ê nûçe girtinê diparêzin, derxistina rastiyan û deşîfrekirina derewan ji xwe re kirine armanc wê her tim hebin.