3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: Çapemeniya azad wê paşde gavê neavêje

DFG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî binçavkirina nûçegihanên MA û JINNEWS’ê da û ev tişt got: “Hûn bi kîjan awayî êriş dikin bikin lê dê çapemeniya azad paşve gavê naavêje û dev ji têkoşîna xwe bernede.”

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, îro di danê sibehê de li 9 bajaran bi ser malên gelek rojnamegeran de hat girtin. Di encama serdegirtinên malan de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceyhan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatin binçavkirin. Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî ji ber lêpirsîneke din li Amedê hat binçavkirin. Her wiha di bin navê lêgerînê de polîsan bi ser Buroya MA’yê ya Enqereyê de girtin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî binçavkirinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ku rojnameger di zûtirin demê de bên berdan.

DFG’ê, bal kişand ser “Qanûna sansûrê” ku demek berê li Meclîsê hatibû qebûlkirin û ev tişt gotin:

“Hêj niha jî rojnameger bi operasyonên şeveqa serê sibehê de ji hêla polîsan ve tên binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, polîsan li Enqere, Stenbol, Amed, Riha, Wan, Mêrdîn, Mêrsîn û Edeneyê bi ser malên nûçegihanên MA û JINNEWS’ê de girtin ku endamên me ne. Di çarçoveya dosyayê de ku biryara ‘bisînorkirinê’ li ser heye, 11 hempîşeyên me hatin binçavkirin. Polîsan bi awayekî hemwext bi ser Buroya MA’yê ya Enqereyê de girtin û dest danîn ser tevahiya alavên dijîtal.

Di encama operasyona ku navenda wê Enqereye de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceyhan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren, Oznûr Deger û Derya Ren hatin binçavkirin.

Girtina 16 rojnamegeran

Ev ne cara ewil e ku operasyonên plankirî yên desthilatdariya siyasî ku kirasê darazê lê hatiye kirin li dijî Çapemeniya Azad tên kirin. Di encama operasyona di 8’ê hezîranê ya li Amedê de jî 20 rojnameger hatibûn binçavkirin û ji wan 16 jê hatin girtin. Rojnameger bi nûçe û bernameyên televîzyonan hatin sûcdarkirin lê ev 5 meh in îdianameya wan nehatiye amadekirin.

Operasyonên bi vî rengî yên li dijî çapemeniya kurd, operasyonên ji bo bêdengkirina rojnamegeran û veşartina rastiyan e. Desthilatdariya ku di dijayetî û dijminatiya li kurdan de tu sînoran nas nake, dê bi tu awayî nekare rojnamegerên Çapemeniya Azad ku rastiya şer bi her awayî radixe ber çavan bêdeng bike. Xebatkarên Çapemeniya Azad ku ji kevneşopiya ‘Dê Rastî Tu Caran Di Tariyê De Nemîne’ tên, ne duh û ne jî îro li hemberî zextan serî netewandine û di xebatên rojnamegeriyê de her tim di heqîqetê de israr kirine. Rojnamegerên kurd ku hêza xwe ji Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Cengîz Altun, Ferhat Tepe û Nagihan Akarsel digirin, dê li dijî ‘qirkirina çapemeniyê’ jî li ber xwe bidin û dê bi tu awayî bêdeng nemînin. Dê hêza kesekî têr neke ku pênûsa rastiyê bişikîne. Çapemeniya Azad ku dengê rastiyê ye û we di salên 90’î de bi bombe û cînayetan nekarîn bêdeng bikin, dê niha jî nekarin pêşî li ber wan bigirin.

Wê çapameniya azad paşde gav neavêje

Divê desthilatdariya zextker û despotîk baş bizane ku tu feydeyê tirsa wan bo dawiya wan nîne. Kîjan cureyên zextê dikin bila bikin, çiqas qanûnên sansûrê derdixînin bila derxînin lê dê ne Çapemeniya Azad û ne jî çapemeniya kurd ku wê alayê li ba dike,  bi gef, binçavkirin û girtinan ne tirse, serî netewîne, paşve gavê neavêje û dev ji têkoşîna xwe bernede.

Banga me ji bo hemû rojnamegeran û rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran ew e ku li dijî operasyona li rojnamegerên kurd hatiye kirin dengê xwe derxînin û xwedî li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê derkevin. Divê hempîşeyên me yên hatine binçavkirin di zûtirin demê de bên berdan.”