6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên rojnamegaran: Hûn nikarin rojnamegeran bêdeng bikin

Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeranm bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan û ev tişt gotin: “Hûn nikarin rojnamegeran bêdeng bikin. Dê ev polîtîkaya zext û tepisandinê bi ser nekeve.”

Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû destpêkirin de polisan di saetên serê sibehê de li Enqere, Amed, Stenbol, Mêrdîn, Rihayê bi ser malên rojnamegeran de girt û gelek rojnameger binçav kirin. Rêxistinên pîşeyî yên rojnamgeran bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan.

DFG

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê: Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û Jinnewsê ku endamên komeleya me ne, di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman operasyonê de bi ser Buroya MA’yê ya Enqereyê de jî hat girtin. Em, vê operasyona ku bi mebesta bêdengkirina rojnamegeran tên kirin, şermezar dikin. Çapemeniya azad dê li hemberî van êrişan serî netewîne.

DÎSK Basin-Îş

DÎSK Basin-Îş: Di encama serdegirtinên malan ên di danê sibehê de gelek xebatkarên JINNEWS û MA’yê ku di nav de endamên me jî hene, hatin binçavkirin. Heta niha herî kêm 7 rojnameger hatine binçavkirin. Em pêvajoyê dişopînin. Rojnamegerî sûc nîne. Di zûtirin demê de hevalên me berdin.

MKGP

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP): Di çarçoveya lêpirsîneke ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi ser malan de hat girtin û nûçegihanên JINNEWS û MA’yê hatin binçavkirin. Bi polîtîkayên tepisandinê ya li dijî çapemeniyê re hewl didin ji her alî ve zextê li rojnamegeran bikin. Me duh jî gotibû û niha dîsa dubare dikin; hûn nikarin rojnamegeran bêdeng bikin. Dê ev polîtîkaya we ya zext û tepisandinê negihije armanca xwe. Em ê dev ji nivîsandina rastiyan bernedin. Destê xwe li ser rojnamegeran bikişînin. Qanûn û girtinên we dê nekarin bi rojnamegerên jin paşdegavê bide avêtin.

TGS

Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS): Di demekî ku qanûna sansûrê ketiye meriyetê de bi ser malên gelek rojnamegeran de hat girtin û bi operasyoneke serê sibehê de hatin binçavkirin. Her wiha li buroyan lêgerîn hatin kirin û ji bo parêzeran jî biryara bisînorkirinê dan. Hûn dê nekarin bi van sepanên xwe rojnamegeriyê krîmînalîze bikin!