27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di êrişa Tirkiyeyê li Qamişloyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa dewleta tirk a li Qamişloyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Êrîşên   Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de duh jî balefireke bêmirov a biçek a Tirkiyeyê li bajarê Qamişlo êrîşek pêk anîbû. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der barê vê êrîşê de daxuyaniyek da û ragihand ku di êrîşa dewleta tirk 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Daxuyanî Rêveberiya Xweser a der barê êrîşê de wiha ye:‎

“Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê me yê sûrî yê li ‎herêmên Rêveberiya Xweser û ji bo têkbirina îstiqrarê û derxistina tevliheviyê, hewl dide bi ‎hemû îmkanên xwe sivîlan  û malên wan bike hedef, ev jî bêyî tu astengiyên qanûnî û ‎navneteweyî pêk tê. Ev veguherîneke metirsîdar û nîşana encamên xirab e ku û bi wê yek rê ji dewleta Tirk re tê ‎vekirin aloziyan zêde bike.‎

Balafira bêmirov a biçek ku duh Qamişlo kir hedef berdwama rêzeêrişên bi balafirên ‎bêmirov e, bi her awayî nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî erşkere şer ‎radighîne. Yê sûdê jê digirin jî hêzên çete û terorîst in, di serî de jî DAIŞ û nameyeke zelal a ‎pêkanîna qirkirinê ye.

Hedefgirtina fermandarên QSD’ê yên ku şerê terorê kirine, her wiha hedefgirtina welatî, ‎mal û milkên wan, karkerên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl ji hêla dewleta Tirk a dagirker ‎ve binpêkirina eşkere ya hemû pîvanên exlaqî, mîsaq û peymanên navneteweyî ye.‎

Banga li saziyên navneteweyî

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê de êrişa duh (‎‏24‏‎’ê Cotmehê)‎‏ ‏li ‎ser Qamişlo û hedefgirtina yek ji saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser ku di encamê de 2 ‎welatî şehîd bûbûn, şermezar dikin û em teqez dikin ku bêdengiya çi aliyeke ji aliyên aktîf li ‎Sûriyê, bêdengiya civata navneteweyî û saziyên navneteweyî dikeve berjewendiya ‎desteka siyasî ji dewleta Tirk re û şerê wê li dijî sûriyan û herêmên me. Divê ev yek bi ‎helwestên zelal û cesaret ku nirx û qanûnên navneteweyî teqez dikin werin nîşandan û ‎divê di navbera hincetên dewleta Tirk û şêweyên hedefgirtin û şerê wê yên bêrewa li dijî ‎sûrî û herêmên me de ji hev bên cudakirin.‎

Em ji gelê xwe re bi hemû pêkhateyên wê teqez dikin ku em di parastina destkeftiyên gelê ‎xwe û mafên wî yên îstîqrar, xwerêxistinkirin û parastina rewa de dewam dikin û li hember ‎parastina destkeftiyên şoreşa gelê xwe de dudilî nabin.”