9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Elîzade û Mûînî li hev rûniştin

Sekreterê Komeleya Komunîst Îran-Kurdistan Îbrahîm Elîzade û Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamed Mûînî li ser rewşa rojhilatê Kurdistan û Îranê civiyan.

Serhildanên ku piştî qetilkirina jina kurd a ciwan Jîna Emînî dest pê kirin zêdetirî mehekê ye berdewam dikin. Bi demê re xwepêşandan veguherîn şoreşê. Bi dûrişmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hemû reng û pêkhateyên li rojhilatê Kurdistan û Îranê tev lî vê şoreşê bûn.

Di rewşek wiha de ji hemû aliyan bangên xurtkirina çalakî û yekgirtinê tê kirin. Di vê çarçoveyê de Sekreterê Komeleya Komunîst Îran-Kurdistan Îbrahîm Elîzade û Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Siyamed Mûînî li hev civiyan.

Li gorî agahiyên hatin girtin, civîn li ser xurtkirin û piştgirîkirina şoreşê hatiye kirin.

Hate gotin ku divê li hev nêzîk bibin û destê hev bigirin û hêzên Kurdistanî yekîtiya xwe çêbikin.