spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran  da

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di komcivîna partiya xwe HDP’ê de bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da û ev tişt got: “Dixwazin bi vê operasyonê çapemeniya muxalîf û civakê bêdeng bikin. Ev parçeyek qanûna sansûrê ye.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe de têkildarî geşedanên di rojevê de axivî û nirxandinan kir. Sancar di axaftina xwe de bal kişand ser binçavkirina nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya (MA) û Jinnewsê û got ku dixwazin bi binçavkirinê çapemeniya muxalîf û civakê bêdeng bikin.

Axaftina Sancar bi kurtasî wiha ye:

“Em vê sibehê bi pêleke nû ya binçavkirinan şiyar bûn. Rojnamegeran dikin hedef. Vê sibehê li Enqere, Stenbol, Amed, Mêdîn, Wan û Rihayê bi ser malên xebatkarên çapemeniya azad de hat girtin. Di serdegirtinên malan de gelek nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û ajansa jinan a JINNEWS’ê hatin binçavkirin. Di serdegirtinê de polîsan berê çekên xwe dane ser rojnamevanan, destên wan ji pişt ve kelemçekirin e û wan li erdê dirêj kirine. Ev operasyona ku yekser piştî derxistina qanûna sansurê pêk hat, ne tesaduf e. Ev parçeyek ji plana bêdengkirina çapemeniya muxalîf û civakê ye. Ev êrîş li dijî azadiya mafê wergirtina nûçeyan a gel e.

Wê bi ser nekevin

Me got bi nêzîkbûna hilbijartinan re îktidar ji bo bêdengkirina civakê û tirsandina mûxalîfan van operasyonan didomîne. Em vê yekê dizanin. Lê me her tim gotiye ku ew ê li pêşberî têkoşîna heqîqetê bi ser nekevin, em careke din dibêjin, ev îktidar îktidarek darbekar e. Derbeyê li siyasetê dixe, derbeyê li çapameniyê dixe. Darbe li karker û kesên ku li mafan diğerin dixin. Ma ji vê zêdetir zîhniyeteke derbekarî heye? Lê tu zîhniyet û rêveberiya derbekar bi ser neketiye. Tenê bedelên giran bi civakan dan û li welat talankirinek mezin çêkir. Ev dê bibe dawiya vê îktidarê. Wezîfeya me ye ku em pêşî li zirarên ku gihandiye vî welatî û wêraniya ku kiriye bigrin. Em rêwiyên rêya ku welat ber bi ronahiyê ve bibe ne. Em tev bi hev re di vê rêyê de dimeşin. Yên ku bi hev re li ser vê rêyê dimeşin wê zêde bibin, teqez wê serkeftin bê. Bi vê yekê bawer bin.”

Hilbijartina Serokkomariyê

Em ji fikra namzedek hevpar di hilbijartina serokkomariyê de bi diyaloga rasterast û muzakereyên zelal re vekirî ne. Di vê çarçoveyê de me bang li muxalefeta siyasî û hêzên demokrasiyê kir. Heke em nikaribin bersiva vê bangê bidin, me got, em ê li ser vebijarkên din xebata xwe bidomînin. Yanî me pêşniyaza xwe kir, me bang kir, me negot em niha li aliyekî rûnin. Ji bo ku li Tirkiyeyê rê li ber veguhertina demokratîk veke, me bi berpirsyariya xwe ya siyasî re helwestek bi pêş xist. Mixabin ev pêşnûme bi qasî ku heq dike nehat nîqaşkirin, ji eslê xwe hat dûrxistin an jî paşguh kirin. Hinekan tenê ji bo ku spekulasyonan bikin û hêza siyasî ya HDP’ê bêbandor bikin, van spekulasyonan berdewam kirin. Me di civîna xwe ya Rêveberiya Navendî de qalîteya namzetê em lê diğerin diyar kir. Ev ne nû ye lê me xwest em dîsa bi bîr b ixin.

Tifaqa Ked û Azadiyê

Helbet di vê navberê de me di çarçoveya armanca xwe ya tifaqa demokrasiyê de bênavber xebatên xwe domandin. Encama yekem a berçav ya vê yekê jî îlankirina Tifaqa Ked û Azadiyê bû. Ev tifaqa ku em gelek nirx didine ji aliyê gelên Tirkiyeyê bi coş hat pêşwazîkirin û em di wê baweriyê de ne ku wê bandoreke wê ya mezin hebe, niha di cihê herî girîng a xebata me de cih digire. Ev tê vê wateyê. Helbet em ê li ser xebatên xwe yên ji bo diyarkirina namzetê xwe yê serokomariyê di nava tifaqê de jî nîqaş bikin. Gotûbêj, şêwir û hevdîtina ku em ê di nava tifaqê de bikin jî bingeha rêbaza diyarkirina namzetê me yê serokomariyê ye.”

Têkbirina desthilatê

Ev pergala ku xetimî ye, welat bêbêhn hiştiye. Bi israr hemû rêyên çareseriyê digire. Çimkî vê pergalê ango îktidarê neçareseriyê wek rê daniye pêşiya xswe û siyaseta xwe li ser vê dike. Ew nikarin êdî li gorî serê xwe tevger bikin. Em bi biryar in em ê hemû rêyên pêşiya wan bigirin. Em bi bawer in ku em ê vê îktidarê bişînin û navê wê di nava dîrokê de winda bikin.”

Bersiva Erdogan

Ez naxwazim zêde li ser vê meseleyê biaxivim. Lê hemin ku Serokê Giştî yê AKP’ê, birêz Selahattîn Demîrtaş û min, li ser nasnameya hedef nîşan da, ez ê çend gotinan bo wî bêjim. ‘Binêre’ gotarek e ku min di sala 2004’an de nivîsand. Beriya wê jî hene. Ez ê bi kurtasî ji we re bêjim. Di sala 2004’an de çi qewimî? Min ev gotarê li ser çi wesîleyê nivîsî. Min têkildarî xwendekaran nivîsandibû. Xwendekarên zanîngehan ji bo ku zimanê kurdî bibe dersa hilbijartî serî li zanîngehan dabûn, bi hezaran xwendekar ji ber ku ji bo zimanê xwe yê zikmakî derseke hilbijartî bê dayîn hatin binçavkirin, darizandin, ji dibistanên xwe hatin dûrxistin, ji mafên xwe perwerdehiyê û azadiya xwe bêpar hatin hiştin.”