19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: Di sibatê de rojnamegerek hat kuştin

DFG’ê raporê meha sibatê aşkere kir. Di raporê de wiha got: “Rojnamgerek hat kuştin, êrişî 3 rojnamegeran hat kirin, bi ser mala 3 rojnamegeran de hat girtin, 7 rojnameger hatin binçavkirin, 3 jê hatin girtin, muameleya ne baş li 3 rojnamegeran hat kirin û gef li duduyan jî hat xwarin. “

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Rapora Binpêkirina Mafan a Rojnamegeran a meha sibatê eşkere kir.

 Rapora DFG’ê wiha ye:

“Cîhan di bin çewisandina kapîtalîzmê de her ku diçe ber bi zahmetiyê ve xwar dibe û kapîtalîzma xwînxwar jiyanê li mirovan dijwartir dike. Şerê ku niha li Ukraynayê dest pê kiriye û bi awayekî hovane berdewam dike jî encameke vê rastiyê ye. Dîsa mirov têne qetilkirin, dîsa bajar têne wêrankirin, dîsa xweza tê talakirin û careke din erdnîgarî ji bo jiyana zindiyan dibe weke dojeh. Lê ev şer careke din dewlemedan bêtir dewlemend dike, baronên şer bêtir dike serdest û dike ku hêzên hegemon zordestiya xwe li ser tevahiya cîhanê ferz bikin.

Di şeran de yên herî zêde zirarê dibînîn helbet sivîl in. Mirov dikare bêje ku tu berjewendiyên gelan ji şer tune ye. Di şerê Rûsya û Ukraynayê de jî dîsa yên têne kuştin mirovên sivîl in. Û mixabin di nava van sivîlan de rojnamevan jî hene. Herî dawî li Kîevê di êrîşa 1’ê Adarê de rojnamevanê bi navê Yevhenii Sakun hate qetilkirin. Em careke din bi bîr bixin ku rojnamevan ji bo bûyeran ji raya giştî re ragihînin ked didin. Pêdivî pê heye ku di her şert û mercê de bêne parastin. Lewma sedem çi dibe bila bibe em êrîşên li ser rojnamevanan qebûl nakin. Û em careke din rojnamevan Yevhenii Sakun bi rêzdarî bi bîr tînin.

Helbet di bin siya şerê li Ukraynayê de em meheke din li dûv xwe dihêlin. Li Tirkiyeyê meha sibatê dîsa bi binpêkirinên mafên rojnamevanan derbas bû. Wek tê zanîn di zindanan de hê jî bi dehan rojnamevan hene û li gel hemû bangawaziyan nayên berdan. Berovajî vê yekê zext û zorên li ser ên li derve jî derdikeve asta herî jor. Di meha sibatê de dîsa rojnamevan rastî êrîşan hatin, hatin bincavkirin, tehditkirin û astengkirin. Her wiha mixabin hempîşeyekî me jî di encama êrîşekê de hate kuştin. Gungor Arslan ê ku xwediyê rojnameya Kocaeli Ses’ê bû, di êrîşa hin çeteyan de hate qetilkirin. Wisa xûyaye ku Gungor Arslan bi nûçeyên ku çêdikir gelek derdorên xêrnexwaz aciz kiribû. Lewma gelek caran hatibû tehditkirin. Lê ew dev ji çêkirina nûçeyan bernedida. Em hêvî dikin ku kujerên wî bi awayekî vekirî bêne diyarkirin û darizandin. Û ev bûyer jî weke qetilkirina bi dehan rojnamevanên kurd di tariyê de nemîne.

Di meha sibatê de dîsa rojnamevan bi hincetên pûç lêpirsîn û doz li wan hatin vekirin û bi dehan rojnamevan jî hatin darizandin. Ji rojnamevanên ku dihatin darizandin Mehmet Şahîn, Denîz Yucel, Selda Manduz, Durket Suren û Berîvan Altan zêdeyî 16 sal ceza li wan hate birîn. Ev rewş jî dide xuyakirin ku li Tirkiyeyê hê jî rojnamevanî weke sûc tê dîtin. Desthilatdar dibêje ku “hûn dikarin rojnamevaniyê bikin lê bi qasî ku em dixwazin!” Lê belê em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Rojnamevan ne leşkerê we ne û bi emr û fermana we hereket nakin. Pêwîst e hûn jî vê rastiyê bibînin û ne bi dilê we be jî qebûl bikin.

Dîsa di vê meha derbasbûyî de RUTUK li hin televîzyonan ceza birîn, qedexeyên weşanan pêk hatin, bi dehan nûçe hatin astengkirin û malperên internetê yên hin saziyên çapemeniyê hatin girtin. Balkêş e ku hin rojname, kovar û pirtûk, di gel ku biryara qedexekirina wan tunebûn jî bi daxwaza dozger û bi biryara dadgeha Amedê hatin qedexekirin û biryara berhevkirina wan hat dayîn. Weşanên ku di nav de rojnameyên Xwebûn, Yenî Yaşam, kovarên Jîneolojî û Demokratîk Modernîte jî hebûn bi awayekî derhiqûqî hatin qedexekirin. Ev nêzîkatî bi awayekî fermî dijminatiya çapemeniya azad e û bi tevahî derveyî hiqûqê ye. Vê yekê em ji biryara di derbarê rojnameya Xwebûnê de hatiye dayîn zanin. Dadgeha Sulh a Cezayê yê Enqerê destnîşan kir ku biryara qedexeya ji bo malpera înternetê ya Xwebûnê hatiye dayîn ne hiquqî ye û biryarê betal kir. Helbet ji xwe me vê yekê zanibû lê dadgehê jî bi biryara xwe vê yekê pesend kir.

Di gel evqas binpêkirinên mafan ên di qada rojnamegerî de jî, em wek rojnamevan ji bo jiyaneke hevpar û azad bi hêvî ne. Tu şer, zilm û zor, pêkutî û kiryarên faşizan nikare me ji vê hêviyê qut bike. Lewma em bang li desthilatdaran dikin ku bila destê xwe ji jiyana mirovahiyê ya bi aram bikişînin û zilma xwe jî hildin cem xwe û herin! Gelên aştîxwaz yên cîhanê wê vê erdnîgariyê bi aştî û aramiyê bixemilînin.”