6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Tev li çalakiya 9’ê adarê bibin

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribû. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtina kujeran û darizandina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatê, di roja 361’emîn de jî berdewam kir.

Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar axivî û da zanîn ku di 9’ê adarê de wê çalakiya wan saleka xwe temam bike û wiha got: “Dema çalakiyê dest pê kir, em tenê du kes bûn. Lê doza me niha veguherî doza cemaweriyê. Hemû kes xwedî li nobetê derdikeve. Di roja 200’emîn a çalakiyê de me bi parêzeran re nobet girtibû. Banga me ji hemû parastvanên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê qala maf, hiqûq û edaletê dikin ewe ku di 9’ê adarê roja çarşemê de werin pêşiya Edliyeya Rihayê û bi me re Nobeta Edaletê bigirin. Tenê rojek jî be, em dixwazin ku vê nobetê bi her kesî re bigirin. Bila hemû kes were û li pêşiya edliyeyê rûne. Çalakiya me, li dîrokê tê nivîsandin. Yên ku dixwazin bibin şahidê vê dîrokê, banga me ew e ku di 9’ê adarê de li pêşiya edliyeyê bin.”

Şenyaşar anî ziman ku ew edaletê dixwazin û wiha axivî: “Ev, daxwaz dê rojekê ji bo her kesî hewce bike. Bizava me birayan a ji bo parastina jiyana xwe ya li kargehê, dikeve ber mafê parastina rewa. Lê tevî vê jî li birayê min (Fadil Şenyaşar) 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Ev 4 sal in jî di hucreyê de tê ragirtin. Heke darazeke adilane hebûya, birayê min niha li hundir nedibû. Em dixwazin ku were berdan. “

‘Edalet ji bo hemû kesî ye’

Dayika Emîne Şenyaşar jî bang li her kesan kir û got: “Çavên min li rêya kesên dê werin vê derê ye. Bi serdana wan gelek keyfxweş dibim. Kurê min di hucreya yekkesî de tê ragirtin û ez dixwazim were berdan. Daxwaza min ew e ku kesên komkujî kirine bên girtin. Daxwaza min a edaletê ji bo hemû kesî ye. Li kîjan deverê dibin bila bibin, hemû kes li cihê xwe bila piştgiriyê bidin me û bo me duayan bikin. Li vê derê zilm li me tê kirin û kujer li derve bi rehetî digerin. Heta edalet pêk tê jî ez ê ji vir ranebim.”