spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya gefê li hemû Ewropayê dixwe

Êrîşa Rûsyaye di roja 9’emîn de didome. Di encama topebarana artêşa Rûsyayê de agir bi santrala nukleerî ya Zaporijya ket. Ev yek bû sedema metirsiyeke mezin. Santrala nukleerî ya Zaporijya wekî santrala herî mezin a nukleerî ya Ewropayê ye.

Servîsa Lezgîn a Dewletê ya Ukraynayê diyar kir ku şewat li derveyî santralê derketiye û hat destnîşankirin ku yekîneya sêyemîn a elektrîkê ji pergala elektrîkê ya hevpar qut bûye. Li gorî heman çavkaniyê şewata li derveyî santrala nukleerê, li avahiya perwerdeyê derketiye û niha şewat di bin kontrolê de ye.”

Der barê mijarê de Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitriy Kuleba wiha got: “Artêşa Rûsyayê ji her alî ve santrala nukleerî ya Zaporijya hedef digire. Heke teqînek rû bide dê zirara wê 10 qatan ji teqîna nukleerî ya Çernobilê mezintir be”

Serokê Ukraynayê Vlodomir Zelinski der barê şewata li santrala nukleerî li ser hesabê xwe yê dijîtal wiha got: “Divê êdî Ewropa ji xew şiyar bibe, santrala herî mezin a Ewropayê tê şewtandin, tankên Rûsyayê santrala nukleerî dikin hedefa xwe. Heke teqînek pêk were ew tê wateya dawîanîna li hemû Ewropayê.

Serokê DYA’yê Joe Biden jî bi rêya telefonê li serokê Ukraynayê geriya û agahiyên der barê şewata santralê pirsî û bang li Rûsyayê kir ku şerê li dijî Ukraynayê rawestîne. Ji aliyekî din ve Serokwezîrê Ingilîstanê Boris Johnson nerazîbûna xwe ji helwesta Vlademir Putin anî ziman û wiha got: “Tevgerên bê serûber ên serokê Rûsyayê Vladimir Putin gefê li ewlekariya hemû Ewropayê dixwe”. Johnson anî ziman ku ew ê ji Konseya Ewlekariyê bixwaze ku civîneke awarte ji bo rewşa Ukraynayê pêk bîne.