6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG û MKGP’ê rojnamegerên girtî ji bîr nekirin

Endam û Rêvaberên DFG û MGKP’ê têkildarî 1’ê Îlonê ji rojnamegerên ku di girtîgehên cuda de dimînin name şandin û li ber deriyê PTT’ê daxuyanî dan çapemeniyê.

Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji aliyê endam û rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotomyayê (MKGP) ji bo rojnamegerên girtî li ber PTT a Yenîşehîra Amedê hatin cem hev û daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Berdevka MKGP’ê Roza Metîna, Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA), JINNEWS’ê, Midûrê Karên Nivîsan a Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Sevîlay Çelenk û gelek nûnerên sazî û dezgehên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de ewilî nûçegihanê rojnameya Yenî Yaşamê Selman Çîçek axivî. Çîçek diyar ki ku hevalên wan ên rojnameger bi awayekî bêhiqûqî tên girtin û wiha got: “Wekî ku hûn dizanin sibê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Di van rojan de şer û pevçûnên ku diqewimin mexdûrên herî mezin jî rojnameger in. Ji ber ku rastiyê ji bo gel radigihînin di zindanan de dîl tên girtin. Em ê jî bi boneya 1’ê Îlonê ji hevalên me yên ku di girtîgehan de dimînin ji wan re nameyan bişînin. Ji ber vê yekê em li vir dibêjin çapemeniya azad dê bêdeng nemîne.”

Zagonên wan ji bo tecawizkaran derbasdar dibe

Piştî Çîçek, berdevka MKGP’ê Rozan Metîna axivî û anî ziman ku bi tenê heq, hiqûq û edalet ji bo kesên tacîz, tecawiz û kesên hişbirê bi kar tînin derbasdar e û wiha axivî: “Mixabin li gelek welatan hevalên me yên rojnameger, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan dê di girtîgehan de 1’ê Îlonê pîroz bikin. Li welatê ku hiqûq û edalet lê tune ye û li wî welatê faşîzm yekperestî lê zêde bûye. Em dikarin bibêjin li Tirkiyeyê kîjan desthilat hatibe di destpêkê de çapemeniya azad hedef digirin. Zagonên ku derdixin bi tenê kesên ku tecawiz, destdirêjî û hişbirê difiroşin ji bo wan derbasdar e. Rojnamgerên ku civakê ji her tiştî agahdar dikin bi awayekî bêsûc di girtîgehan de tên girtin. Em jî bi boneya 1’ê Îlonê dibêjin rojnamegerî tu carî nabe sûc. Em hêvî dikin ev roj bibe wesîleya aştiya cîhanê. Dê tu carî pênûsa rojnamgeran li erdê nemîne.”

Dixwazin dengê rojnamegeran qut bikin

Herî dawî Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û da zanîn ku li Tirkiyeyê mafên rojnamegeran tê binpêkirin û ev tişt got: “Em qala 1’ê Îlonê dikin lê mixabin li her derê cîhanê şer û pevçûn didomin. Gelek mirov di vî şerî de jiyana xwe ji dest didin. Di vê pêvajoyê de yên ku herî zehmetiyê dibînin rojnameger in. Di heman demê de jî gelek tundî li rojnamegeran tên kirin. Wekî em dizanin li girtîgehan gelek hevalên me yên rojnameger dîl tên girtin. Hevseroka me ya DFG’ê Dîcle Muftuoglu hê jî girtî ye. Hevalên me yên ku di demên dawî de hatine girtin ew li benda tehliyeyê ne. Em zanin ku li vî welatî bi tenê li ser rojnamgeran disekinin. Dixwazin ku dengê rojnamgeran qut bikin.”

Piştî daxuyaniyê bi dirûşma “Çapmemeniya Azad bêdeng namîne” ketin hundirê PTT’ê û ji rojnamegerên girtî re name şandin. AMED