spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Meletiyê êrîşî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn

Li Meletiyê karkerên ku li gundê Guzeneke çaksaziya (tadîlata) dibistanê dikirin bi êrîşa çekdarî re rû bi rû man û di encama êrîşê de 3 kes birîndar bûn.

Li Meletiyê karkerên ku ji Agiriyê hatibûn kar, dema li gundê Guzenek ê bi ser navçeya Çirmiktîya Meletiyê ve tadîlata dibistana ku di erdhejê de xesar dîtibû dikirin, ji aliyê şeniyên gund û cerdevanan ve bi êrişa çekdarî re rû bi rû man û di encama êrişê de 3 karker birîndar bûn. Me xwe gihand karkerên ku bi êrişê re rû bi rû man e û dan zanîn ku 2 ciwanên li gund du ciwanên ku di konteynerê de dizî kirine hişyarî dane wan û li ser vê yekê agahî dane keyayê gund û gilî kirin e.

Li ser vê yekê duh evarê seat li derdora 6 û 7’an şêniyên gund bi çekên otomotîk êrişî konteynera karkeran kirin e û 3 karker bi giranî birîndar bûne. Hat zanîn ku karkerên birîndar rakirine nexweşxaneyê. Her wiha karkeran da zanîn ku cerdevanên gund jî li cihê bûyerê bûne û li şûna ku mudaxileyî êrişkaran bikin, heqaret li wan kirin e.

Piştî bûyerê polîs jî çûne cihê bûyerê û karker bi vî awayî ji gund derkistine û derbarê êrişê de lêpirsîn dane destpêkirin. Hat diyarkirin ku kesê bi çifteya otomotîk êriş biriye ser karkeran kesê bi navê Bulutcan Soylemez e û ew hê nehatiye girtin. Karkeran anî ziman ku wan derbarê êrişê de gilî kirine û hevalên wan ên birîndar bûne jî niha rewşa wan baş e.