5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 8 salan de zêdetirî 30 caran cezayên hevdîtinê li Ocalan hatin birîn

Di nav 8 salên dawîn de ji bo 19 caran ji bo parêzeran û 11 caran jî ji bo malbatê cezayên qedexekirina hevdîtinê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 32 meh in agahî jê nayê girtin hatine birîn.

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de di şert û mercên tecrîdeke girankirî de tê ragirtin, 32 meh in tu xeber nayê girtin. Astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re bi hincetên wekî” rewşa hewayê nebaş e” û “keştî xerabe ye” dest pê kirin, niha bi awayekî sîsîtematîk bi “cezayên disiplînê” tê domandin. Li gel qedexekirina hevdîtinan li Îmraliyê mafê hevdîtina bi telefonê û mafên din ên pêwendîdanînê jî hatine binpêkirin.

Abdullah Ocalan piştî 27’ê tîrmeha 2011’an herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi parêzerên xwe re pêk anî. Abdullah Ocalan ku mafê hevdîtina wî ya bi malbatê re jî tim tê astengkirin, ji ber fikarên raya giştî yên der barê tenduristî û ewlehiya wî de, herî dawî di 3’yê adara 2020’an de hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir û herî dawî jî bi rêya telefonê di 25’ê adara 2021’ê de bi birayê xwe re axivî.

Qedexeyên hevdîtinên malbatê

Bi biryara Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê re di 8 salên dawî de 19 hevdîtinên bi malbatê re hatin qedexekirina. Cara yekem piştî hewldana darbeyê, di 21’ê tîrmeha 2016’an de li ser hev de 4 caran, her carê jî 6 meh biryara qedexekirina hevdîtina malbatê ya bi Abdullah Ocalan re hat dayîn. Dadgeriyê di 2’yê adara 2018’an de jî vê biryara xwe ji bo 6 mehan domand.

Di 14’ê îlona 2018’an de jî Lijneya Disiplînê ya girtîgehê ji bo 3 mehan hevdîtina bi malbatê re qedexe kir. Piştî vê qedexeyê herî kêm bi hinceta 16 “cezayên disiplînê” mafê hevdîtina bi malbatê re yê Abdullah Ocalan hat astengkirin. Di sala 2019’an de Lijneya Disiplînê 4 caran mafê hevdîtina bi malbatê re yê Abdullah Ocalan asteng kir.  Di biryarên 2’yê çileyê û 22’yê nîsanê, 10’ê tîrmehê û 21’ê cotmehê de “cezayên disiplînê” hatin derpêşkirin. Di sala 2020’an de jî Lijneya Disiplînê di biryarên xwe yên 9’ê sibatê û 30’ê îlonê de du biryarên qedexekirina hevdîtinê dan. Li gor van biryaran hevdîtina bi malbatê re her carê 3 meh, du caran hat qedexekirin.

Di sala 2021’ê de jî di 29’ê çile, 18’ê tebaxê û meha kanûnê de hevdîtina bi malbatê re 3 caran, her carê jî 3 mehan hat qedexekirin. Lijneyê di sala 2022’yan de 4 caran birayara qedexekirina hevdîtina bi malbatê re da. Ev bi dorê di 3’yê sibat, 31’ê gulan, 9’ê îlon û 21’ê kanûnê de hatin dayîn. Di sala 2023’yan de jî heya niha 3 caran hevdîtinên bi malbatê re hatin qedexekirin. Ev qedexe di 15’ê adarê, 26’ê hezîranê û meha îlonê de hatin dayîn û her yek jê 3 mehan dewam kir.

Qedexeyên hevdîtinên parêzeran

Abdullah Ocalan herî dawî di 27’ê tîrmeha 2011’an de hevdîtin bi parêzerên xwe re kir. Abdullah Ocalan ku 8 salan nikaribû hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike, di sala 2018’an de, piştî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir û grev li tevahiya girtîgehan belav bû, parêzer 5 caran hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kirin. Ji wê çaxê heya niha hevdîtina bi parêzeran re hatiye qedexekirin.

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 21’ê tîrmeha 2016’an de hevdîtina bi parêzeran re qedexe kir. Di sala 2018’an de jî bi biryara dadgeriyê di 2’yê Adarê û 6’ê îlonê de her carê 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin. Dadgeriyê di 13’ê adara 2019’an de ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtian bi parêzeran re da. Di vê pêvajoyê de ku grevên birçîbûnê dewam dikirin, piştî îtiraza parêzeran di 2 û 22’yê gulanê, 12-18’ê hezîranê û 7’ê tebaxê de parêzer hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kirin.

Dadgeriyê di 23’yê îlona 2020’an de jî ji bo 6 mehan biryara qedexkirian hevdîtina bi parêzeran re da û di 1’ê nîsan û 12’ê cotmeha 2021’ê de jî ji bo 6 mehan 2 caran biryara qedexekirina hevdîtinê da. Dadgeriyê di 13’ê nîsan û 21’ê cotmeha 2022’yan de jî ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re da û di 26’ê nîsana 2023’yan de careke din ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re da. Lê belê hinceta van biryaran nehat dayîn.

Ajansa Mezopotamya