10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di erdhejên Hatayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da

Hejmara kesên ku di erdhejên Hatayê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 6'an. Di erdhejê de 18 jê giran 294 kes birîndar bûn. 

Di 20’ê Sibatê saet di 20.05’an de bi pileya 6,4 û 5,8 li navçeya Samandagi û navçeya Defneyê yên Hatayê du erdhej çêbûn. Her du erdhej bandorê li bajarên herêmê û Sûriye, Urdun, Iraq, Filîstin, Îsraîl û Misirê jî kirin.
Piştî erdhejê li navçeya Antakyayê li Taxa Gaziyê 2 kesên ku xwestin ji avahiya xesardîtî ya 4 qatî eşyayaên xwe derxin di bin kavilan de man. Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê cenazeyên her du kesan ji bin kavilan hatin derxistin.
Di erdhejên Hatayê de heya niha 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û li gor daneyên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca 18 jê giran 294 kes jî birîndra bûne.