16 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tişta ku Tirkiye nekir Almanya kir!

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavûşoglû, bi gelek zimanan spasiya piştgirî û alîkariya welatan a ji bo erdhejê kir, lê cih neda kurdî û spasiya Herêma Kurdistanê nekir. Tişta ku Tirkiye nekir Almanya kir û Serokkomariya Almanyayê axaftina serokkomar Frank Walter Steînmeîer a ji bo erdhejê bi kurdî weşand.

Di 6’ê sibatê de li navçeyên Bazarcix û Elbistanê yên Mereşê bi pîleyên 7.7 û 7.6 du erdhejên mezin pêk hatin. Erdhejan bandor li tevahiya bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama erdhejan de hem li Bakur û hem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran avahî hilweşiyan û xesar gihîşt bi deh hezaran avahiyan. Her wiha nêzî 45 hezar kesan di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li bakurê Kurdistanê ji aliyê dewletê ve bi awayekî qels hatin meşandin û ev bû sedem ku encamên erdhejê girantir bibin. Dewleta tirk ji ber ku di van xebatan de qels ma ji gelek welatan piştgirî xwest. Li ser vê bi dehan welat tev li van xebatan bûn. Alîkariya destpêkê Herema Kurdistanê gihand herêma erdhejê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bixwe hat serdana herêma erdhejê û bi rayedarên dewleta tirk re hevdîtin kir.

Nankoriya Çavûşoglû

Tevî vê rewşê jî Wezîrê Karê Hundir Mevlûd Çavûşoglû di dîmeneke ku ji bo spasiya welatên piştgirî dan wan amade kir de cih neda kurdî û spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî nekir. Ji bilî kurdî Çavûşoglû di dîmena ku amade kiribû de cih da gelek zimanan û bi zimanê wan spasiya welatan kir. Ev redkirin û tunehesibandina kurdî û Kurdistanê ji aliyê gelek kesan ve weke nankorî hat şîrovekirin. Gelek kesan li ser hesabên xwe yên medya sanal bertek nîşanî vê nêzîkatiye Çavûşoglû da.

Bi kurdî qurbaniyên erdhejê bi bîr anî

Tişta ku Tirkiye nekir Almanyayê kir. Serokkomarê Almanyayê Frank Walter Steînmeîer li ber deriyê dîrokî yê Brandenburgê li paytext Berlînê ji bo bîranîna kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dabûn axaftinek kir. Ev axaftina Steînmeîer ji bo kurdî hat wergerandin û li ser malpera fermî ya Serokomariya Almanyayê hat weşandin.

Steînmeîer, di axaftina xwe de bi bîr xist ku gelê li herêmên erdhejê hê jî li benda alîkariyê ne û axaftina wî ya bi kurdî hat weşandin wiha ye: “Nêzîkî du hefte ne ku ev erdheja pir bihêz herêma sînorê navbera Tirkiye û Sûriyê wêran kiriye. Tu gotin nikare vê hilweşandinê vebêje. Zêdeyî 45 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Hîn kesên di bin xirbeyan de mane hene. Û hêviya rizgarkirina wan ji bin xirbeyan pir kêm e. Piraniya kesên rizgar bûne matmayî ne, ew nizanin dê jiyan çawa bidome. Nizanin sibe wê çawa be.”

Dinya xera bibe jî zihniyeta wan naguhere

Ji van helwestên rayedarên Tirkiye û Almanyayê  xuya dibe ku li dijî kurdî û kurdan cihêkariyeke mezin tê kirin. Li gel ku herî zêde mexdûrên erdhejê kurd in û alîkariya herî mezin û tevlêbûna herî mezin kurdan kir jî Çavûşoglû di vê rewşê de jî li gorî kîn û hişmendiya dewleta xwe ya li dijî zimanê kurdî tevgeriya û serî li înkar û reda kurdî da. Ji vê nêzîkatiyê xuya dibe ku heke dunya jî xira bibe wê ev hişmendiya li dijî kurdan û zimanê kurdî neyê guhertin.