spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja Zimanê Dayikê pîroz be

Rifat Ronî

Îro 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Wekî hemû rojên dîrokî, serpêhatiya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê jî heye û ev roj ji bo gel û neteweyên ku ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in gelek taybet û girîng e.

Di sala 1952’an da gava ku dewleta Pakistanê zimanê urdu wekî zimanê fermî ji gelên Pakistanê û gelê bengalî re ragihand, ku welatê Bangladeşê jî girêdayî dewleta pakistanê bû, endamên Tevgera Zimanê Bengal û xwendekarên zanîngeha “Dakka”yê li hemberî vê biryara dewleta Pakistanê çalakî li dar xistin û di encama êrîşa hêzên dewletê de çalakvanên tevgera zimanê bengalî jiyana xwe ji dest dan.

Gelê bengal li ser navê Tevgera Zimanê Bengalî ji bo bîranîna ciwanên ku jiyana xwe jidest dabûn serî li Rêxistina Çand, Ziman û Zanistê (UNESCO) da û UNESCO’yê bi armanca piştgirî û parastina çand û zimanên ku bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne, di sala 1999’an de daxwaza gelê bengalî qebûl kir û ji sala 2000’î heta vê demê 21’ê Sibatê wekî “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” tê pîrozkirin.

Gava ku qala mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê tê kirin, têkoşîna bêhempa ya gelê kurd a çand û ziman ku ji destpêka avabûna komara Tirkiyeyê ve bi taybetî jî ji  çaryeka dawî ya sedsala 20’î heta vê demê ev 50 sal in bênavber didome tê bîra mirov.

Di encama vê têkoşîna gelê kurd de, ji  salên 2000’î heta niha hin gavên wekî vekirina TV a TRT 6, li dadgehan parastina bi zimanê dayikê, li zanîngehan vekirina beşên kurdî û dersên hilbijarî hatibin avêtin jî, tu bingeheke zagonî ya van gavên ku hatine avêtin nîne û rayedarên dewletê bi kirin û kiryayên xwe, bi van gavên ku qaşo wekî pêşketinekê hatine avêtin re di nava nakokiyan de ne.

Li dadgehan mafê parastina bî zimanê dayikê tê binpêkirin, kesên ku li zanîngehên wekî Artûklû, Colemêrg, Mûş, Çewlik, Dêrsim û Dicleyê dixwînin û beşên kurdî yên van zanîngehan kuta dikin nayên peywirdarkirin, ji bo dersên hilbijarî mamoste nayên peywirdarkirin, bikaranîna tîpên alfabeya kurdî yên “ê-î-q-û-x-w”  ku qedexe ne, lê di weşana TRT 6’ê de tên bikaranîn û her wiha bikaranîna 63 peyvên resen ên kurdî di weşana TRT 6’ê de qedexe ne.

Ji ber van pêkanînan û nakokiyên ku di kesayetiya rayedarên dewletê de tên jiyîn, vê niyeta nebaş û durûtiya rayedarên dewletê dibîne, baweriya xwe bi van listikên xapînok nayne, daxwaza  “bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê”  têkoşîna xwe ya azadiya çand û zimanê kurdî bi biryardarî didomîne.

Gelê kurd di têkoşîna çand û zimanê xwe de herdem rastî êrîşên nîjadperest hatiyê, bi polîtîkayên dewletê yên bişaftinê re rû bi rû mayê. Lê belê tu car xwe ji dayîna berdêlan paşve nedaye û heta ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perdehiyê, ji bo parastin, pêşvebirin û mayindekirina zimanê kurdî, pêwistî bi dayina berdêlan hebe, dê bêyî dudilî van berdêlan jî bide.

Bi vî awayî têkoşîna gelê kurd a bidestxistina nirx û rûmetên xwe yên neteweyî berdewam e.

Tê zanîn ku 6’ê Sibatê li bakurê Kurdistanê erdhejeke tund û dijwar qewimî û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û gel bi êşên giran re rû bi rû ye.

Gelê kurd ji roja ku erdhêj qewimiye heta vê rojê bi hest, helwest û nêzîkatiyeke însanî û bi sekneke rêxistinî, ket nava liv û tevgerê, bi piştgirî û piştevaniyeke xurt birînên xwe dipêçe, derman dike û êşên xwe dikewîne.

Em xemgîniya gelê xwe parve dikin û ji  gelê kurd re sebir û sersaxiyê, ji birîndaran re şifayên lezgîn û  tendurustiyê dixwazin.

Em bawerin û hêviya me xurte ku, dê gelê kurd bi vê helwest û sekna rêxistinî bi rihê seferberiyê têkoşîna xwe ya çand û zimanê kurdî bi serkeftinê tacîdar bike û statuya xwe ya siyasî bidest bixe.

Bi hêvî û daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelê kurd û  tevahiya gelên ku ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in pîroz be…