3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zimanê me bera rûmet, hebûn û nasnameya me ye?!

Zana Farqînî

Îroj Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ye, loma jî mijara vê nivîsê ziman e. Lê berî ez behsa vê rojê bikim, ku ew di 17’ê Çiriya Paşîn a sala1999’an de ji aliyê UNESCO’yê ve hat ragihandin, min divê ez balê bikişînim ser çend xalên giring ên berî derketina holê ya netewedewletê.

Berî modernîte û netewedewletê bi taybetî li cîhana Rojava û li cografyaya me Rojhilata Navîn sê zimanên pîroz hebûn; latînî, erebî û îbrî (îbranî). Ev pîrozî jî xwe dispart wê yekê ku zimanê dêrê (xirîstaniyê) latînî, yê mizgeftê (îslamê) erebî û yê kenîşteyê (mûsewîtiyê) jî îbranî ye. Li pişt van ser sê zimana dîn hebû û ew li gel pîrozbûna xwe jî serdest û xwedî parêzbendiyê bûn.

Li cografyaya me ne bi qasî erebî be jî, ji ber ku farisî zimanê împaratoriyê bû, qet nebe bi giranî di warê wêjeyê û  têkiliyên dîplomatîk de giraniyeke wê jî hebû. Zimanên din bêqedir û qîmet bûn, prestîja wan nebû. Ew zimanên amê, zimanên reşexelk bûn.

Gava mirov der barê vê yekê de bala xwe dide dîroka dinyayê, dibîne ku gelek zimanên îroj xwedî statuya zimanê neteweyî ne, li pêşberî van zimanan xwedî kategoriya zimanê cihkî (lokal) bûn. Nemaze li Ewrûpayê ew zimanên xwedî statuya cihkî, li ber latînî û heta yûnanî bêprestîj bûn. Di dîroka me de jî nemir Ehmedê Xanî alaya serhildanê li dijî erebî, farisî û osmanî hilda û got “Safî şemirand vexwarî durdî/manendê durê lîsanî kurdî”.

Li Ewrûpayê di encama tevgerên Reform, Ronesans û yên modernîst de gelek îdrak û têgihîştin guherîn. Piştî di encama ramanên neteweyî de tevgerên neteweyî derketin holê bi şûn de, ew zimanên ku ji wan re dihat gotin zimanên cihkî, bûn xwedî rûmet û giringiyeke wan çêbû û serweriya wan zimanên pîroz şikestin. Ev ziman hem di warê birêvebirin û perwerdehiyê de hem jî di biwarên aborî û jiyana rojane de cihê wan zimanan girt.

Piştî şoreşa Fransiz ku dewletên neteweyî hatin avakirin bi şûn de hîn zêde nirx bi zimanê neteweyî û çandê hat dayîn û ziman jî ji wan faktoran a herî giring hat dîtin ku ew neteweyê dike netewe. Netewedewlet li ser  tekzimanî û çanda serwer hat damezirandin. Jixwe çi bû ji ber vê feraseta netewedewleta tekperst (monîst) bû. Ew neteweyên ku ji ber serdestiya zimanên pîroz diqîriyan û ji ber vê serweriyê xem dixwarin, wan tiştên hîn xerabtir û hîn giran anîn serê ziman û gelên ne ji xwe. Qedexekirin, asîmîlasyon, jenosîd, qetliamên spî, kuştin, talan, îmha, red û înkar hemû berhemên vê ferasetê ne û ji ber vê wesfa netewedewleta tekperest qewimîn ku hîn jî ev yek berdewam e.

Bi qanûnên neteweyî, bi peymanên navneteweyî û bi rêya gelek sazî û rêxistinan wan neteweyan rê li ber ziman, çand û gelên din girt. Termên wekî zimanê fermî, zimanê dewletê, zimanê serwer, zimanê kêmaran (hindikahiyan), zimanê herêmî, zimanê cihkî (mehelî), zimanê medeniyetê û hwd. afirandin û hîyerarşî xistin navbera zimanan. Em zêde dirêj nekin û pê de neçin, îroj dinyaya ku duçarî van kirin û sepanan bûye, ji vê rewşê digazine û li dijî vê neheqiyê bi dengekî bilind diqîre, bertek û neqayilbûna xwe bi awayekî aşkera dide xuyakirin.

Piştî ev çend gotinan em bên ser meseleya ragihandina 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ji sala 2000’î ve bi mebesta ku destekê bide çeşîdiya çandî û pirzimaniyê,vê rojê pîroz dike. Bingeha roja 21’ê Sibatê jî ew e ku di sala 1952’yan de gava Bangladeş di bin destê Pakistanê de bû, endamên Tevgera Zimanî ya Bengalî ku bi piranî xwendekarên zanîngehê bûn, bi ûcba zimanê bengalî bibe fermî xwepêşandanek li dar xistibû û di vê xwepêşandana sivîl de gelek çalakgerên zimanî ji alî polîsan ve hatibûn kuştin. A ji ber bibîranîna vê rojê, 21’ê Sibatê li hemû dinyayê wekî Roja Zimanê dayikê hat ragihandin.

Roja Zimanê Dayikê îroj bi taybetî ji aliyê wan gelan ve tê pîrozkirin ku zimanê wan ê dayikê hatiye qedexekirin, ew duçarî cudahîkeriyê dibin û di bin pest û tehdeyê de ne. Loma Roja Zimanê Dayikê ne roja zimanên serwer, ne roja zimanên fermî yên dewletan e, roja wan zimanan e ku ew tûşî neheqî, qedexekirin û bêstatûyê bûne, roja wan zimanan e ku her cure mafên wan hatiye xesbkirin.

Îcar jî em bên ser rewşa xwe. Em jî giringî bi vê rojê didin û wê pîroz dikin. Di rojên wiha de em jî hestgerm dibin û balê dikişînin ser zilma ku di warê zimanî de li me tê kirin. Em didin nîşan ku em ji polîtîkayên bişaftinê, ji qedexekirina ziman û perwerdehiya bi zimanê dayikê ne razî ne. Dûr û dirêj behsa giringiya ziman dikin, dêhn û balê dikişînin ser polîtîkayên asîmîlasyonîst û doza mafên xwe dikin.

Der heqê vê yekê de divê bi rastî em ji xwe bipirsin. Li gel ku gelê kurd gelekî xwebirêxistî û xwedî gelek sazî, dem û dezgehî ye, em çi qas di vî warî de cidî ne? Gelo em xwedî siyaseteke zimanî, plansaziyeke zimanî û plana kiryarên stratejîk in? Di van waran de lihevkirineke me, ramaneke me ya hevpar heye? Zimanê me yê têkoşînê bi giranî kîjan ziman e, gelo li ber dilê me weşanên bi kurdî ji yên bi tirkî şîrîntir e? Zimanê rewşenbîriya kurdî kîjan ziman e û hwd. Pirsên ku divê em ji xwe bikin pir in, lê bi van çend pirsan min xwast em derziyê di xwe re bikin hîna şûjinê di yên din re bikin, em yeka xwe bibêjin û hê diduyê serdestan bibêjin.

Hez nakim bibêjim divê em tenê berê xwe bidin serdest û kirinên wan û hema tenê rexneyan li wan bigirin, divê em rewşa xwe ya giştî jî bibînin û têkoşîna xwe ya rewa bi du awayan bidin domandin. Divê hem li dijî qanûnan û sepanên pergalê têkoşîn bê kirin hem jî em li xwe bifetilin û tiştên ji destê me tên bikin û xwe bi dest van sepanan re bernedin. Ji lew re eger xwediyê mal di doza bidestxistina malê xwe de ne ji dil be, xesbkar tu gavê navêje. Di vî warî de jî bar bi giranî dikeve ser siyaseta kurdî ku divê di warê zimanî de xwedî bername û plansazî be û pêşengiyê ji bo vê yekê bike. Ji lew re hêz zora neheqiyê dibe. Hilbijartin jî nêzik dibe, ji ber vê yekê der barê ziman de jî pêwîstî bi bernameyeke zimanî heye.

Wek encam; divê her roj ji bo me wekî Roja Zimanê Dayikê be. Hewce ye em tim bi wê hestgermiyê tev bigerin û doza maf û azadiyên xwe bi zimanê xwe bikin. Eger bi rastî zimanê me rûmeta me be, nasname û hebûna me be, divê em ne tenê bi gotinan lê bi kirinên xwe jî jidilbûna xwe ya der barê vê yekê de bi dinya alemê bidin nîşandan ku zimanê me jî yek ji pîroziyên me ye û tê nabihirin.

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li me hemûyan pîroz be.