spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di kongreyê de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan xwestin

Rêxistina Partiya Çepên Kesk 4’emîn kongreya xwe pêk anî û navê xwe kir DEHEP. Di kongreyê de Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin

Partiya Çepên Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar xist. Di kongreyê navê partiyê weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hate guherandin. Li gel nav, her wiha rêziknameya partiyê jî hate guherandin. Daxwaza azadiya fîzîkî ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da. Bi hezaran kesan destnîşan kirin ku navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd Girava Îmraliyê ye.

Bi hezaran kesên eywana kongreyê tije kirin, bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankarta “Na ji tecrîdê re, aştî a niha” vekirin. Beşdaran xwestin ku tecrîda sîstematîk a li Îmraliyê were rakirin û dawî li polîtîkayên şer bê anîn.

Di kongreyê de posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate vekirin û eleqeyeke zêde ya ciwanan hebû. Di tevahiya kongreyê de ciwanan bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.