2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di operasyona li Dêrazorê de 29 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya HSD′ê ragihand ku operasyona leşkerî ya li Dêrazorê bidawî bûye û diyar kir ku di operasyonê de 29 çekdar hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′  ku 27′ê Tebaxa borî li gundewarê Dêrazorê dabû destpêkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

HSD′ê ragihand ku di operasyonê de 29 çekdar hatin kuştin, 25 şervan û 9 sivîl şehîd bûn û hejmareke çeteyên DAIŞ û yên Dîfa El Wetenî hatin girtin.

Navenda Ragihandina HSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî dan: “Hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi serkêşiya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê di 27′ê Tebaxa borî de, bi navê ′Xurtkirina Ewlehiyê′ operasyoneke ewlehî û leşkerî da destpêkirin. Armanca sereke ya operasyonê hedefkirina şaneyên DAIŞ ya terorî ye ku di sala borî de zêdetirî 60 êriş li dijî hêzên me yên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hindirîn û şêniyên herêmê pêk anîn. Armanca din ya operasyonê serdegirtina bazirganên narkotîkî û sûcdar ne yên ku ji aliyê saziya edaleta Dêrazorê ve têne xwestin ne, ji ber ku sûc li dijî şêniyan û saziyên giştî kirine.

Di du rojên pêşîn de, operasyon li gorî hatibû plankirin birêve çû. Hêzên leşkerî hejmarek endamên şaneya rêxistina DAIŞ ya terorîst û bazirganên narkotîkî girtin. Herwiha zêdetirî 90 gundên li rojava û bakurê Dêrazorê paqij kirin.

Di serî de saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Sûriyeyê, gelek aliyan dîtin ku serketina operasyonê dê proje û planên wan yên li herêmê têk bibin. Ji ber vê yekê van aliyan berê bûyeran dan aliyekî din û hin kesayetên girêdayî xwe bikar tînin, herwiha endamên çekdar di aliyê rojava yê çemê Firatê re derbazî gundên Dêrazorê kirin. Endamên çekdar bi navê artêşa eşîran bi şaneyên çekdarên girêdayî rejîmê re bûne yek. Artêşa navborî bi xwe rêxistineke ewlehiyê ye ku rasterast girêdayî rejîmê ye.

Rastiyên li Ser Operasyonê:

-Operasyon di bingeh de li dijî şaneyên rêxistina terorî ya DAIŞ′ê bû. Lê dema ku endamên girêdayî rejîma Sûriyeyê tevlihevî derxistin, ev operasyon veguherî pevçûnan li dijî wan endaman ku ji rojavayê çemê Firatê derbaz bibûn. Van endaman hewl dan fitneyê di navbera şêniyên û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de derxin, lê hewldanên wan têk çûn.

-125 gundên herêma Dêrazorê di bin kontrola Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne. Lê pirsgirêk û alozî li 5 gundan tenê rû dan, ku endamên rejîmê û kesên sûcdar derbasî wan bibûn.

-Hêzên me di rojên pêşîn yên operasyonê de tundî bikar nedanî, lê xwest bi aqil, zanebûn û sebirê aloziyan çareser bike û dawî li tevliheviyê bîne. Lê endamên  çekdar êrişî saziyên xizmetguzariyê yên wekî şaredarî û stasyonên avê kirin. Bi taybet saziya avê ya li Zîbanê talan kirin, dizîn, şewitandin û wêran kirin. Herwiha hewl dan şer ber bi herêmên sivîlan ve bikişînin. Ev yek xeterî li ser şêniyan çêkir. Ji ber vê  yekê şêniyan bang li QSD′ê kirin ku destwerdanê bikin û dawî li rewşa aloz û xirabkirina saziyan werînin.

-Hêzên me banga şêniyan û rûspiyan bi cih anîn û dest bi paqijkirina 5 gundan kirin û gund paqij kirin. Hinek çekdaran xwe radest kirin û hinekên din jî ber bi aliyê herêmên rojava yê çemê Firatê ve reviyan ku di bin serweriya rejîma Sûriyeyê de ne.

-Di dîroka aloziya Sûriyeyê de, tiştekî wisa çênebûye ku bi rêjeyeke ewqasî mezin hewldanên terîkkirin û derxistina fitîneyan li dijî hêzên me nehatine kirin. Lê hêzên me tevaî şervan û fermandarên xwe bi aqil, zanebûn, berpirsyarî û disîplînî nêzî rewşê bûn.

-Di serî de rejîma Sûriyeyê û ya tirk, hinek hêzan hewl dan fitneyê biafirînin. Lê bi saya peywendiya domdar ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û şêniyên herêmê de, herwiha bi saya agahdarîkirina şêniyan bi geşedanên operasyonê, rê li ber hewldanên têkbigirina ewlehiya herêmê hatin girtin û operasyon bi ser ket. Li vir em lehengiya şervan û fermandarên xwe, nûnerên civakê yên şêx û eşîran silav dikin ku alîkarî û agahî dan me û mîsyona hêzên me ya li dijî wan çekdaran hêsan kir.

-Di operasyonê de 29 çekdar hatin kuştin, 25 şervanên me û 9 sivîl bi çekên çekdaran şehîd bûn. Çekdaran di şerên xwe yên li dijî hêzên me çekên giran û moşekan milan bikar anîn, dîmenên ku hatin parvekirin vê yekê piştast dike. Herwiha 4 endamên Dîfa Wetenî yên girêdayî rejîma Sûriyê û 2 endamên rêxistina DAIŞ ya terorî, 15 çekdarên din hatin girtin. Dîsa jî miqdareke mezin ya çek û teqemenî ket destê hêzên me.

-Di demekê de ku operasyon berdewam kir, hêzên me bi şêxên eşîran re civiyan ku eşîra Igêdat bi herdû beşên wê Bikêr û Şiêtat amade bûn. Hemûyan  xwestin ku divê rê neyê dayîn endamên derve derbazî Dêrazorê bibin û ewlehî û istiqrara wê xirab bikin.

-Îro jî piştî ku tevahî herêmê hatin paqijkirin û çekdarên biyanî hatin qewitandin, em Hêzên Sûriyeya Demokratîk radighînin ku operasyona leşkerî ya bingehîn ya li Dêrazorê bi dawî bû û derbazî pêvajoya operasyonên ewlehiyê yên diyarker yên li dijî şaneyên DAIŞ a terorîst û kesên sûcdar dibe.

-Hemwextî operasyona ′Xurtkirina Ewelehiyê′, artêşa tirk ya dagirker êrişên domdar li dijî herêmên Minbic, Eyn Îsa, Girê Spî, Til Temir û Zirganê pêk anîn. Hêzên me bi hemû teşkîlatên xwe yên leşkerî bersiva êrişan dan, êriş pûç kirin û ziyanên mezin gihandin çeteyan.

-Rejîmên Sûriye û tirk hewl dan fiteniyekê li gelemperiya Sûriyeyê û herêma Dêrazorê bi taybet biafirînin û rengekî xeternak bidin bûyerên, lê hewldanên wan li wan qulupîn. Bi saya sekna hêzên me û hişyarbûna gelê me û bi saya kombûna gel ya li derdora hêzên me hêvî û armancên her du rejîman têk çûn. Bûyerên ku li 5 gundan rû dan, niyetên hêzên derve raxistin ber çavan ku hewl dan ewlehiya herêmên me û şêniyên wê têk bibin. Bi saya zanebûna gelê me û baweriya wê ya bi hêzên wê yên parêzvann, tevahî komplo û plan hatin pûçkirin.

-Di demekê de ku em spasiya gelê xwe û rêveberên civaka Dêrazorê dikin ku ku di şerê li hemberî fitneyan piştgirî dan hêzên me, em soz didin ku emê li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ ya terorî, çi kesên ku hewl didin ewlehî û aramiyê têk bibin û li dijî hemû aliyên aliyên ku xwe dispêrên îradeya derve û hewl tevlihevî û fitneyan derxistin, asta têkoşîn û xebatê xurt bikin. Herwiha emê hewldanan bi baldarî û berpirsyartiyeke mezin nêzîk bibin.”