spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşenbîrî şervantiya azadiyê ye

Çawa rewşenbîrek mecbûr be yekî hişyar be, şervanê azadiyê jî mecbûr e yekî hişyar be. Gelek têgehên ku di rewşenbîriyê de hene di şervantiya azadiyê de jî hene, xalên wan ên hevpeş pir in

Di navbera şervanekî azadiyê û serbazekî de ferqin hene. Ew herdu jî dibe ku di kategoriya leşkeran de bin lê ne wekhev in: Serbazek ji bo meaşê xwe şer dike lê şervanekî azadiyê ji bo azadiyê şer dike. Di serbaz de ya girîng kâra wî ya takesesî û terfî ye lê di şervanê azadiyê de kâr û terfî tune ne, armanca wî civak e, dadmendî ye, rastî ye. Şervanê azadiyê fedakar e lê serbaz berjewend e. Şervanê azadiyê di hiş de piştî pêş dikeve dibe şervan lê di serbaz de pêşketina hiş tune ye, hişmendiya wî qels e. Şervanekî azadiyê piştî xebateke hiş a giran, piştî lêpirsîneke hiş a dijwar, piştî lêkolîneke hiş a kûr biryar dide ku bibe şervanê azadiyê. Ji bo wî ev, biryareke pir dijwar e, dipirse, dirame, diêşe. Di vê qonaxê de mirin dibe mamosta wî, ew li ber destê mirinê perwerde dibe. Ev dibe sedem ku bîreke wî ya xurt çêbibe. Ew li xwe dikole, hûr dibe, diponije, xwe nas dike. Di wî de hebûn û xwebûn û xwenasî pêş dikevin. Ji ber van hemû xalên sereke mirov nikare şervanekî azadiyê wek serbaz û leşkerekî jirêzê bihesibîne.

– Baş e, wê çaxê mirov şervanekî azadiyê dikare di kîjan kategoriyê de binirxîne?

– Mirov dikare wî di kategoriya “rewşenbîr”iyê de binirxîne.

Rewşenbîrî jî fedakarî ye, rastbêjî ye, azadîxwazî ye. Çawa rewşenbîrek mecbûr be yekî hişyar be, şervanê azadiyê jî mecbûr e yekî hişyar be. Gelek têgehên ku di rewşenbîriyê de hene di şervantiya azadiyê de jî hene, xalên wan ên hevpeş pir in.

Ji bo rewşenbîriyê zanîn hewce ye lê mirov nikare bi tenê bi zanîna zêde bibe rewşenbîr. Heke wiha bûya wê “hişê çêkirî” (artificial intelligence) ango robot jî rewşenbîr bûya. Heke zanîna yekî hebe ew nabe rewşenbîr dibe yekî “zane”. Lê li gel zanîna yekî heke di wî de azadîxwazî, wekhevî, fedakarî û wêrekî jî hebin ew kes êdî dibe “rewşenbîr”.

Kesê rewşenbîr jî şervan e; şervanê azadiyê ye, şervanê wekheviyê ye, şervanê rastiyê ye… Mirovê ku ne şervanê azadiyê be nikare bibe rewşenbîr. Bê têkoşîn û fedakarî û bawerî ne şervantî çêdibe ne jî rewşenbîrî. Hem ji bo şervantiya azadiyê û hem jî ji bo rewşenbîriyê wêrekî pir girîng e. Mirovê newêrek nikare şer bike, nikare bibe şervan, nikare bibe rewşenbîr.

*

Ti şoreş bê rewşenbîriyê çênabe. Di pêvajoya şoreşan de rola rewşenbîriyê pir bilind e. Jixwe ji ber vê bilindahiyê ye ku pêvajoya şoreşê dest pê dike. Ma heger Voltaire, Rousseau û Diderot tune bûna şoreşa Fransayê pêk dihat? Ma heger Thomas Paine û Franklin û Jefferson tune bûna şoreşa Amerîkayê pêk dihat û Amerîka ji bindestiya Îngiltereyê rizgar dibû? Ev kesayetana li gel nivîskariya  xwe wek şervanan şer jî kiriye.Vana şervanên mezin in.

*

Civaka bindest du qonaxên wê hene: Yek, qonaxa bêtevger û dudu, qonaxa bitevger. Di qonaxa yekem de civak bê rewşenbîr e, tê de ti tevger nîn e, çewisî û melisî ye. Lê di qonaxa duyem de civak êdî rewşenbîrên wê hene, bi tevger e, serhildêr e, li ser xwe ye. Divê mirov van herdu qonaxan tevlihev neke, heke tevlihev bike wê bêje; “Di civaka bindest de rewşenbîr tune ne.” Lê ev fikreke pir şaş e. Civaka bindest di qonaxa yekem de rewşenbîrên wê tune ne lê di qonaxa duyem de rewşenbîrên wê hene û pir in. Rewşenbîrên wê hene ku xebatên şoreşgerî pêk tên, rewşenbîrên wê hene ku ber bi şoreşê ve rêveçûnek heye; ma bê rewşenbîr tevger û şoreş çêdibin? Helbet na.

Vê gavê fikreke pir çewt e mirov bêje; “Di civaka kurdan de rewşenbîr tune ne.” Niha civaka kurdan di qonaxa xwe ya duyem de ye, ango civakeke bitevger e, civakeke şoreşane ye û ji ber wê jî di civaka kurdan de rewşenbîr hene. Ev rewşenbîr ne bi tenê nivîskar, rojnameger, siyasetmedar û hunermend in, helbet vana rewşenbîr in, lê ji bilî vana hemû şervanên azadiyê jî rewşenbîr in, hemû kesayetên welatparêz jî rewşenbîr in. Di civaka kurdan de her berxwedêr û têkoşer û welatparêz di heman kêlîkê de rewşenbîr e jî; ji ber ku bîr û wijdan û wêrekî û bawerî û fedakariya wan heye. Ne hewce ye ku mirov  ji bo bibe rewşenbîr nivîskar an jî akademîsyen be, heke mirov xebatkarê azadiyê be bes e. Heke di civaka kurdan de tevgereke azadiyê hebe –ku heye–, wê çaxê ne gengaz e di nav kurdan de rewşenbîr tune bin. Di qonaxa duyem a bi tevger a nêzî şoreşê de civakên bindest rewşenbîrên wê ji rewşenbîrên civakên serdest pirtir in; ango vê gavê civaka kurdan rewşenbîrên wê ji civaka tirkan pirtir in.

*

Di nav tirkan de nivîskar, rêveber, akademîsyen û her wekîdin mirovên ku rewşenbîr tên hesibandin bi piranî dewletparêz in. Dewletparêzî nabe rewşenbîrî, dibe leşkerî, dibe mamûrtî, dibe bîatkarî, îteatkarî, timakarî… Di nav civaka tirkan de ên mîna “rewşenbîr” tên hesibandin bi piranî ji dewletê re xulamtiyê dikin. Ê ku xulamtiyê bike nabe rewşenbîr, dibe xulam. Ji ber wê, ne di nav kurdan de, lê di nav tirkan de rewşenbîr tune ne; ya jî mirov bêje pir kêm e çêtir e, tunebûn ne xweş e ji ber ku. Heke di nav civaka tirkan de rewşenbîr hebûna (ya jî pir bûna) wê rewşa civaka tirkan ev çend ne malxerab, tarî û paşverû bûya; heke di nav civaka tirkan de rewşenbîr hebûna (ya jî pir bûna) wê kurd azad bûna û welatê wan Kurdistan bihata naskirin û qebûlkirin. Rewşenbîr, wekhevî û rastî û azadiyê diparêzin, ne bindestiya miletekî din.