5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gardiyanên mêr îşkence li girtiyên jin kirin

Gardiyên mêr ên Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê li Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer ên girtî îşkence kirin. Gardiyanan bi saetan dest û pêyên girtiyan girêdan û rawestandin

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA) ku nûçegîhan Bêrîvan Kutlu amade kir, gardiyanên mêr li Girtîgeha Panos a Tîpa L’yê di 31’ê Tebaxê de li qawîşên jinan geriyan. Girtî Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer li ber vê yekê rabûn. Girtiyên jin diyar kirin ku divê mêr nekevin qada ku jiyana taybet a jinan e. Piştî bûyerê bi rojekê jinan xwest hevdîtinê bi dozgerê girtîgehê re bikin, lê rayedarên girtîgehê daxwaza wan red kir. Li ser vê yekê, jinan bi lêdana derî ev yek protesto kirin. Bi protestoyê re 40 gardiyan ketin hundir û 40 deqeyan li ser hev li girtiyên jin xistin. Li gor agahiyên bi dest ketin, girtî 4 saetan bi awayekî dest û pêyên wan bi hev ve girêdayî li odeya rawestandinê hatin sekinandin.

Di dema îşkencekirinê de midûrê yekem, duyem û sêyem ê girtîgehê jî li ber serê jinan sekinîn. Li gor agahiyan, mudûrê yekem ji jinan re gotiye: “Ên pirsgirêkên li vir radigihînin derv e hûn in. Ger hûn pirsgirêkên li vir ragihînin derve hûn ê di vî halî de bin.”

Bi parê jinan girtine û bi erdê re kaş kirine

Hat ragihandin gava gardiyanan jin li rîngê siwar kirine bi porê wan girtine û bi erdê ve kişandin. Jin bi awayekî destê wan ji paş de kelemçekirî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Girtiyên mêr jî ji bo vê yekê protesto bikin li deriyan xistine û der barê 4 girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.  Li gor agahiyên parêzerê ku li girtîgehê serdana jinan kir, şopqa îşkenceyê li canê jinan hebûye.

Çavkanî: Ajansa Mezopotamya 