2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerê Abdulmenaf Osman îtîraza dersînoriyê kir

Parêzerê Osman, Halîl Coşkun diyar kir ku biryara hatiye dayîn derhiqûqî ye û got: “Ji bo betalkirina vê biryarê me îtîraz kir.”

Ji bo nivîskar Abdulmenaf Osman biryara dersînorkirinê hate dayîn. Parêzerê Osman, Halîl Coşkun diyar kir ku biryara hatiye dayîn derhiqûqî ye û got: “Ji bo betalkirina vê biryarê me îtîraz kir.”

Girtiyê siyasî nivîskar Abdulmenaf Osman piştî 30 sal û 6 mehan girtî ma, ji Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê serbest hat berdan. Osman, di 3’yê îlonê de hate berdan. Ji bo Osman biryara dersînorkirinê û çavdêriyê hat dayîn. Osman, niha li Navenda Paşveşandinê ya Edîrneyê tê ragirtin. Parêzerê wî Halîl Coşkun li dijî biryara dersînorkirinê li 1’emîn Dadgeha Îdare ya Manîsayê û li dijî biryara çavdêriya îdarî jî li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Edîrneyê îtîraz kir.

Parêzer di daxwaznameya giliyê ya li dijî biryara dersînorkirinê de got ku Osman li gorî Qanûna Hejmar 6458’ê dikeve çarçoveya kesên divê neyên dersînorkirin û biryarên mînak ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn hatin rêzkirin. Parêzer da zanîn ku dema ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re çûn wê derê, ji wanh re hat gotin ku ewraqên paşveşandinê nehatine amadekirin û wiha cih da daxwaznameyê: “Ev biryara behsa xeberê di 5’ê îlonê saet di 14.00’an de bi miwekîlê me re hatiye parvekirin. Di nava vê pêvajoyê de hêj biryara dersînorkirinê nehatibû dayîn. Biryara dersînorkirinê ya di pêvajoya hukmên qanûnê de nehatiye dayîn jî tu hukmê xwe nîne. Li gorî armanca raye û kirariyên îdarî,  biryara dersînorkirinê li derhiqûqî ye. Biryara dersînorkirinê ya derheqê dozdar de li gorî usûl û esasên wê yekser li dijî hiqûqê ye. Heke ev biryar pêk were, dê dozdar ‘rastî zirarên ku telafîkirina wan nîne’ were. Heke dozdar bişînin welatê wî, xetereyeke mezin li ser jiyan û azadiya wî çêdibe. Lewma em dixwazin ku biryara dersînorkirinê were betalkirin.”

Nikare ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê bigire  

Parêzer, di daxwaznameya li dijî biryara çavdêriya îdarî ya ji bo 2’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Edîrneyê de jî ev tişt got: “Biryara çavdêriya îdarî ya hatiye dayîn, li dijî peymanên navneteweyî û heqaniyetê ye. Miwekîlê me 30 salan di girtîgehê de ma. Lewma gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Miwekîlê me li navenda paşveşandinê nikare mafê xwe yê tenduristiyê baş bi kar bîne. Dema biryara dersînorkirinê û ya çavdêriya îdarî li gorî çarçoveya biryarên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û DMME’yê tê nirxandin, tê dîtin ku gelek binpêkirinan di xwe de dihewîne. Ji ber sedemeke nerast, biryara çavdêriya îdarî hatiye dayîn. Bi vê biryara behsa xeberê re mafê ewlehî û azadiyê ya di çarçoveya xala 19’emîn a Destûra Bingehîn û xala 5’emîn a PMME’yê ye. Çalakiya ku weke hinceta sepandina biryarê hatiye nîşandan 30 sal berê hatiye kirin lewma divê mijara demborînê esas were girtin. Her wiha bi vê biryarê re biryara îdare û dadgeheke din tune hatiye hesibandin. Lewma em dixwazin ev biryar were betalkirin.”