4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatan cenazeyên Akdenîz û Koç spartin axê

Malbatan, cenazeyên endamên HPG’ê Ferhat Akdenîz û Muhterem Koç ku di şerê 26’ê tebaxê ya li çoltarê Farqînê de jiyana xwe ji dest dabûn, spartin axê

Di 26’ê tebaxê de li Bameydan a girêdayî çoltarê gundê Hêlînê yê Farqîn a Amedê di navbera endamên HPG’ê û leşkeran de şer derket. Malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyan hatin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê û mînakên xwînê dan, cenazeyên zarokên xwe wergirtin û birin bajarên wan. Malbatan piştî cenazeyên endamên HPG’ê Ferhat Akdenîz (Dilgeş Zîlan Guzereş) û Muhterem Koç (Mervan Wan) wergirtin, spartin axê. Malbatê cenazeyê Akdenîz li goristana navenda Gever a Colemêrgê û cenazeyê Koç jî li goristana Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê spartin axê.

Dewleta tirk destûr neda ku di dema definkirinê de wecîbeyên olî pêk bînin û nehiştin ji bilî endamên malbatê tu kes tev li merasîma definkirinê bibe. Cenazeyên Akdenîz û Koç duh bi şev di bin dorpêça polîsan de hatin definkirin. Cenazeyê endamê HPG’ê Rahîm Saygi ku di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû jî di 5’ê îlonê de li Farqînê hatibû definkirin.