spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ de artêşê adeta bombe barand

HPG’ê ragihand ku di pêvajoya “bêçalaktiyê” ya ku KCK’ê biryara girtibû de ji bejahiyê û hewayî ve 4 hezar û 848 caran bombebaran hatiye kirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber erdhejên di 6’ê sibatê de li Mereşê çêbûn û tesîr li ser 10 bajaran kir biryara “bêçalaktiyê” girtibû. KCK biryara “bêçalaktiyê” ji ber hilbijartinên 14’ê gulanê dirêj kir. KCK’ê duh daxuyaniyek nû der barê “bêçalaktiyê” de belav kiribû û ragihandibû ku êrişên li ser herêmên başûrê Kurdistanê zêde bûne û ji ber êrişên dewam dikin biryara “bêçalaktiyê” bi dawî kiribû.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê ku di Ajansaa Nûçeyan a Firatê (ANF) de cih digire; hat diyarkirin ku di navbera 9’ê sibatê û 13’ê hezîranê de di êrişên hatine kirin de 32 endamên HPG’ê û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li dever ango li qadên başûrê Kurdistanê ji bejahî û hewayî ve 4 hezar û 848 caran bombebaran hatiye kirin, 224 caran topên di nava wan de fosfor heye, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyayî hatine bikaranîn. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di şerê qewimiye de jî 84 leşker û cerdevan hatine kuştin.