17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li polîsê rojnameger Batmaz derp kiribû doz hate vekirin

Polîsê parastvaniya şaredarê AKP'î dikir, rojnameger Ardil Batmaz derb kiribû. Li polîsê êrîşkar doz hate vekirin. 

Rojnameger Ardil Batmaz di 26’ê nîsana 2022’yan de dema li Xarpêtê serdana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mûrat Kurum dişopand, ji hêla polîsê parastvanê şaredarê AKP’î Şahîn Şerefogûllari yê bi navê O.F.T ve hate derbkirin. Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê der barê derpkirina Batmaz de îdianame amade kir. Di îdianameyê de hat xwestin ku polîsê êrîşkar O.F.T. bi sedema “Birîndarkirina sivik” bê cezakirin û “Ji bikaranîna hinek mafan bê durxistin.”

Di îdinameyê de dozgeriyê cih da îfadeyên O.F.T. jî. T., di îfadeya xwe de îdia kir ku rojnameger Batmaz kerta xwe yê rojnamegeriyê nîşanî wî nedaye, wî midaxeleyeke fîzîkî nekiriye û çi kiribe jî di çarçoveya peywira xwe de kiriye.

Danişîna ewil a doza polîsê êrişkar O.F.T. dê di 15’ê hezîranê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Xarpêtê bê lidarxistin.