6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK konferansa neteweyî ya mezin li dar dixe

Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs diyar kir ku konferansa 100 saliya Peymana Lozanê dê çarenûsa kurd a pêşerojê diyar bike û got: "Em ji vê konferansê bi hêvî ne. Her saziyek dê daxwaz û armancên xwe pêşkeş bike. Em ê jî deklarasyoneke neteweyî ragihînin. Em ê di vê konferansê de kêmasiyên xwe bibînin û li gorî wê tev li pêvajoyê bibin."

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) dê bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê, bi tevlêbûna hemû pêkhateyên li çar parçeyên Kurdistanê, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê, di navbera 23-24’ê tîrmehê de kongreyeke neteweyî ya mezin li dar bixe. Li çar parçeyên Kurdistanê ku êriş lê didomin tevlêbûn çêbibe û dê bi vê konferansê helwesta gelê kurd bi aşkerekirina encamnameya konferansê bi raya giştî re bê parvekirin. KNK pêşkeşiya konferansê dike, xebatên xwe yên di vî warî de bê navber didomîne. Di çaçroveya xebatan de hevdîtinên xwe yên li çar parçeyên Kurdistanê yên bi rêxistin, partiyên siyasî û hemû civaka Kurdistanê re didomîne. Tê payîn ku dê 500 nûnerên sazî û partiyên siyasî yên cuda yên li çar parçeyên Kurdistanê beşdarî konferansê bibin.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamûs, der barê naveroka konferansê, girîngiya wê û Peymana Lozanê ji Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgutê re axivî.

Amadekariya pêvajoya pêşiya me dikin

Ahmed Karamûs diyar kir di çarçoveya xebatên konferansê de wan li çar parçeyên Kurdistanê xebat dane meşandin û got ku ew ji bo beşdariyê li benda hejmareke mezin in. Karamûs têkildarî xebatên ji bo konferansê wiha got: “Amadekariyên konferansa me ya peymana sedsalî ya Lozanê hatine destpêkirin. Ji aliyê pêwendiyê, naverok û teknîkî ve ber bi xilasbûnê ve diçe. Heta ku ji aliyê hedef û armancên me ber bi zelaliyê ve diçe. Ev konferans dê bi beşdarbûna 52 rêxistinên siyasî, sazî, rewşenbîr, akademîsyen, mezinên eşîran, êzidî, xiristiyan, yaresanî, elewî, zerdeştî û saziyên serbixwe bê lidarxistin. Me pêşniyaza xwe pêşkeşî komîteya serpereştkiyê kir. Ev pêşniyaza me hat qebûlkirin. Bernameya ku me amade kiriye ber bi xilasbûnê ve diçe.”

Karamûs bi lêv kir ku ew li ser pirsa “Em ê ji vê konferansê çi encamê bigirin?” tevgeriyane û wiha pê de çû: “Li ser vê nirxandin hatine kirin. Li ser mijareke berfireh lihevhatinek çêbû, helwestek hate nîşandin. Ji bo em helwesteke neteweyî, yêkrêzî û yekdengiya gelê Kurdistanê nîşan bidin amadekariyên geleke baş hatine kirin. Pêwendiyên me bi sedî 75 partî, saziyên civakî, siyasî û mamosteyên oldar re çêbûn. Nêrînên van kesan hatin guhdarkirin û pêşniyaz hatine girtin. Ev konferans ne konferanseke jirêzê ye. Ev konferansa amadekariya pêvajoya pêşiya me ye.”

Konferansa fînalê

Karamûs destnîşan kir ku ew vê konferansê weke konferansa fînalê amade dikin û wiha axivî: “Her wiha hevdîtin, panel û xebatên ku beriya niha hatine kirin dê encamên wan bên parvekirin. Ev xebat dê li ser encama konferansê bên zêdekirin û weke deklarasyonekê bê parvekirin. Bi hemû cureyên katagoriya civaka Kurdistanê re hevdîtin hatine kirin û ev hevdîtin jî bi awayekî erênî derbas bûne. Li başûrê Kurdistanê ji bilî PDK’ê hemû partî û rêxistinên din helwesteke erênî nîşan dan û dê tev li konferansê bibin. Li rojavayê Kurdistanê jî her çendî bi ENKS’ê re hevdîtinên me çênebûne jî em ê dawetnameyê ji wan re jî bîşinin ku tev li konferansê bibin. Heke di warê hevdîtinê de daxwaza wan çêbibe em ê hewl bidin ku bi wan re bicivîn. Her wiha danûstandina me bi Hizbî Demokrat a Kurdistan a Îranê re jî heye. Li rojhilatê Kurdistanê çi hizbên kurdistanî hebin em dixwazin wan di nava xwe de bibînin. Danûstandinên me yên cur bi cur bi wan re çêbûne û wan jî da xuyakirin ku wê beşdarî konferansê bibin.”

‘Gelê kurd peymanê red dike’

Hevserokê KNK’ê Karamûs bal kişand ser girîngiya Peymana Lozanê diyar kir ku ev peyman li ser tunekirina gelê kurd hatiye îmzekirin û ev nirxandin kir: “Peymana Lozanê bi xwe re parçebûna Kurdistanê aniye. Di encama vê peymanê de Kurdistan hatiye dagirkirin, qirkirin û tunekirin. Koçberî, guhertina demografyayê û her cureyên dagirkeriyê, red û statûya gelê kurd û berjewendiyên kurd dike. Ev konferans, dê careke din aşkera bike ku em vê peymanê red dikin û li dijî wê derdikevin. Bê guman ev peyman bêyî îradeya gelê kurd e, bi hîleyan xapandina gelê kurd e û dagirkerî li ser ferz kirine. Rabûna li dijî vê, helwesta hemû rêxistinên Kurdistanê ye û soz dane ku ew ê beşdarî konferansê bibin. Ev helwest hêjayî gotinê ye. Em ê encamnameya konferansê bi raya giştî ya navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Yekitiya Ewropayê, Yekitiya Dewletên Ereb û hemû dewletên cîhanê ku em karibin xwe bigihînin re parve bikin û helwesta xwe nîşanî wan bidin. Gelê kurd ji destpêka tomarkirina vê peymanê heta niha ev peyman qebûl nekiriye û dê qebûl neke. Gelê kurd li dijî statûya mêtingeriyê helwesta xwe bi berxwedana xwe aşkera kiriye.”

Karamûs wiha domand: “Gelê kurd hebûna xwe, nasnameya xwe, mafê xwe yê çandî, hûnerî û neteweyî dixwaze. Ji ber wê temsîliyeta gelê kurd a di konferansê de ku nehatiye qebûl kirin û rê û derfet nedane ku gelê Kurdistanê tev li bibe. Lê di sedsala 21’emîn de gelê kurd bi tu şêwazî statûyeke bi vî rengî û peymaneke bi vî rengî qebûl nake. Heke peymaneke nû û yan jî çareseriyeke nû çêbibe ev jî bi qebûlkirina gelê kurd, îradeya wî û zimanê wî û mafê gelê kurd ê neteweyî û demokratîk pêkan e. Di vê konferansê de tişta ku em hêvî dikin, heke ku deklarasyonek be, em ê şandeyeke ku di vê qadê de şareza ava bikin. Encamnameya di konferansê de bê qebûlkirin, em ê li ser wê kar û xebatên xwe bikin. Ev şande dê temsîliyeta gelê Kurdistanê bike.”

Dewletên îtîlafê şirîkên vî sûcî ne’

Karamûs di dewama axaftina xwe de anî ziman ku tifaqên dewletên îtîlafê jî şirîkê vê qirkirinê ne ku li ser gelê kurd hatiye meşandin û da zanîn ku ji bo telafîkirina vê derfetên wan hene. Karamûs destnîşan kir ku gelê kurd êdî ferzkirina bênasnamebûnê qebûl nake û wiha derbirî: “Kurdan her çendî li dijî vê peymanê nerazîbûna xwe nîşan dabe jî hat qebûlkirin. Kurd, di asta netewebûnê, di asta siyasî, civakî û erdnîgarî de parçe parçe kirin. Ji ber ku derfetên gelê kurd gelek bi sînor bûn parçe bûn. Jixwe ev peyman, peymaneke dewletên îtîlafê ingilîz, fransiz, îtalî û çend dewletên din e ku di pêvajoya Peymana Lozanê de cih girtibûn û neheqî li Kurdistanê kiribûn. Gelê Kurdistanê ji mafê netewebûnê, mafê siyasî û çandî dûr xistin. Bi darê zorê mafê wan ji destê wan hat standin. Li gorî nêrîna me dewletên ku tev li tifaqa Peymana Lozanê bûne û mafê gelê kurd ji destê wî standine û pêşkeşî dewletên dagirker kirine, ew bixwe jî bûne sûcdarê vê peymanê. Ev sûceke li dijî mirovahiyê ye, li dijî mafê rn, hevparê vî sûcî ne. Daxwaza me ew e ku ew dewletên ku beşdarî Peymana Lozanê bûne û ew qebûl kirine, ji vir şûnde neheqiya ku li gelê kurd kirine telafî bikin. Lê bê guman heke ku gelê kurd xwe neparêze û doza mafê xwe neke dê tu encaman bi dest nexe. Heke ku em bi xwe di vê tekoşînê de nebin aktorekî sereke dê tu kes mafê me di tepsiyekê de pêşkeşî me neke.”

Di berdewamê de Karamûs bi lêv kir ku di vê sedsala 21’emîn de demokrasî dê bi berxwedana gelê kurd pêkan be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêwîst e ku em gelê Kurdistanê di nava xwe de guftûgo bikin û bigihîjin encamekê. Ev pêkan e ku em di vê konferansê de tifaqiya xwe ragihînin. Em bi meseleyê komî, yekane û partiyan tevnagerin. Em ê bi vîzyoneke gelek berfireh berjewendiyên gelê Kurdistanê mîsoger bikin û li hev bicivîn. Ji vê konferansê hêviyên me yên gelek mezin hene. Hejmara ku gihiştiye ber destê me de 500 e. Dê 500 kesên ku di her warî de temsîliyeta civaka Kurdistanê dikin beşdar bibin. Her saziyek dê daxwaz û armancên xwe pêşkeş bike. Em jî dê deklarasyoneke neteweyî ya bi vî rengî ku nêrîna her çar perçeyan di xwe de dihewîne ragihînin. Em bi hêvî ne ev konferans dê bi xwe re serkeftinekê bîne û em ê di vê konferansê de kêmasiyên xwe bibînin û li gorî wê tev li pêvajoyê bibîn.”

‘Hevdîtinên wan nîşaneya peymaneke nû ye’

Hevserokê KNK’ê Karamûs bi lêv kir ku erka her kurdekî ye ku tev li vê konferansê bibe û wiha bang kir: “Em dizanin ku plan û konseptên van her çar dewletên kolonyalîst, li ser bingeha red û înkarkirkirina gelê kurd e. Ji bo ku gelê kurd ji holê rakin di nav hewledanan de ne. Ev ji bo Îranê jî derbasdar e, ji bo Hikumeta Navendî ya Iraqê, dewleta faşîst a Tirkiyeyê û rejîma Beas jî derbasdar e. Dema ku mijar dibe kurd tu gumanên wan çênabin û destê xwe didin hev. Dema ku mesele dibe kurd û Kurdistan ew nakokiyên ku di nava wan de hene didin aliyekî û lihevkirinê dikin. Di van rojên dawî de civînên wan ên ku li Rûsyayê û Sûriyeyê pêk tên nîşana peymaneke nû ye. Gefên Îranê û Iraqê didomin. Hikumeta Iraqê ya navendî niha bi rêbazên cuda dixwaze ku statuya Hikumeta başûrê Kurdistanê ji holê rake. Ev gef û metirsî hene. Heman tişt ji bo rejîma Beasê jî derbasdar e. Heke ku em bi tifaqî tevnegerin ev xetere dê her tim hebin.”