4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di qonaxên Paleolîtîkê de çand(Ill)

Ji Homo Habîlîs, heta Homo Erectus û Homo Sapîens di sê qonaxên Serdema Paleolîtîkê de pêşketina çandê. Ji pêşxistina amûran heta pêşketina bawerî, çand û hunerê em di vê serdemê de dibînin.

Di vê beşa nivîsa xwe de ez ê li ser sê qonaxên Paleolîtîkê ( Qonaxa Paleolîtîka Jêrîn, Qonaxa Paleolîtîka Navîn û Qonaxa Paleolîtîk a Jorîn) rawestim.

Qonaxa Paleolîtîka Jêrîn 

Wekî tê zanîn yek ji sê qonaxên serdema Paleolîtîkê Qonaxa Paleolîtîka Jêrîn  e. Ev  qonaxa herî kevn û herî dirêj a serdema paleolîtîkê ye. Beşa mezin a du milyon salan nîşana çanda vê qonaxê digire. Ev qonax bi qasî 200 hezar sal berê bi dawî bûye. Ev serdema Paleolîtîka Jêrîn bi dema ku bav û kalê mirovê yekem Homo Habîlîs jiyaye re hevdem e û ev qonaxa yekemîn e. Lêbelê afirînerê sereke yê çanda Paleolîtîka Jêrîn û bav û kalê mirovan ê ku di vê serdemê de rolek pêşeng lîst Homo Erectus e.

Di kolandinên ku ji aliyê arkeologan ve hatin kirin de li cihên ku Homo Habîlîs lê dijiyan tevliheviyek hat dîtin; arkelogan tespît kirin ku xwarin, parçeyên kevirên çêkirî û parçeyên goşt tev li hev ketine. Li aliyê din, li qadên ku Homo Erectus lê jiyane rêkûpêk û “pisporî” hatiye dîtin.  Mînak cihên ku kevir lê dihatin çêkirin, xwarin û razanê hêdî hêdî ji hev hatine veqetandin û bi demê re li van wargehên ku lê dijiyane jî ocax ango tifikên agir peyda dibe. Di çêkirina amûran de tê dîtin ku Homo Habîlîs tenê bi awayekî girdomirdo karîbûye teşe bidê lê Homo Erectus di şêwaza çêkirina amûran de  zêdetir pêşketî û bi vî awayî karîbûye amûrên ziravtir û tûjtir çêbike. Bi saya vê çand û teknîka madî, mirov karîbû bi şert û mercên xwezayî û avhewaya pir dijwar re rû bi rû bimîne û di heyamek dirêj a bi qasî du mîlyon salan de serkeftinek mezin a adaptasyona çandî bi dest xist bixe.

Qonaxa Paleolîtîka Navîn

Qonaxa Paleolîtîka Navîn ew qanaxa çandî ye ku piştî Paleolotîka Jêrîn tê û wê dişopîne. Tê texmînkirin ku ew bi qasî 200 hezar sal berê dest pê kiriye û heta 40 hezar sal berê dewam kiriye. Her çend di destpêka vê qonaxê de Homo Erectus celebê herî berbelav bû jî Paleolîtîka Navîn bi gelemperî wekî serdema ku Homo Erectus bi Homo Sapiens veguherî tê pejirandin. Di vê heyamê de ligel Homo Sapiens, Neandertal jî dijîn.

Mirovê Neandertal, ew cureyek e ku ji Ausralopithecus û piştre ji Homo (Habilis, Erectus, Sapiens) cuda tê hesibandin. Tê texmîn kirin ku ew şaxek ji Homo Habîlîs tê ye. Mirvên Neandertal ku tê zanîn di serdema Paleolîtîka Navîn de jiyaye, ji madeyên xav ên wekî kevir, hestî, qiloç, diran û daran gelek amûr çêkirine. Taybetmendiyên pêşkeftina civakî yên wekî veqetîna di stargehên wan de, dabeşkirina kar û xemilandin jî têne zanîn. Neandertaliyan jî miriyên xwe defin kirin e. Di rastiyê de, tê destnîşankir ku çanda definkirina miriyan yekem car li cem mirovên Neandertal hatiye dîtin.

Cûreya Neandertal bi qasî 1,5 milyon sal li erdnîgariyeke berfireh bijî, ji dar û çerm amûr çêkirine û bi saya van amûrên nû di nêçîrê de jêhatîtir bûne. Di qada çanda madî û manewî de, di dawiyê de nekarî bi Sapiens re hevrikiyê bike û têkoşînê winda dike. Ji ber ku di warê çanda-biyo de Homo Sapîens hêj pêşde tir bû, wekî mînak ji hêla pêşxistina amûran, axaftin (têkilîdayîn) ragihandin, huner û pergala raman a tevlihev di şerê biyolojîk ê di navbera wan û Neandertalan de bi ser ketin.

Yekem depokirina xwarinê

Di vê qonaxê de cureya serdest a pîşesaziya keviran e. Di vê serdemê de gelek amûrên nû hatin bikar anîn, wek kêrên ku bi teşedayîna kevir hatine çêkirin, amûrên kolanê yên ji kevir hatine çêkirin û gelek amûrên din ên bi destan hatine çêkirin tê dîtin. Pêşveçûnek berbiçav a Paleolîtîka Navîn ev e ku mirov fêrî berhevkirina xwarinê, nemaze goşt bûne. Di kolandinên arkeolojîk de, di şikeft û stargehên zinaran ên vê serdemê de beşên ku ji bo depokirina xwarinê hatine bikaranîn hatine dîtin. Her wiha tê zanîn ku di vê heyamê de mirovan bi karanîna çerm û hestiyên sewalên ku nêçîra wan dikirin, şiyana çêkirina konan nîşan didin.

Yekem bawerî û mirî veşartin

Nûbûneke din a ku em di vê serdemê de pê re rû bi rû dimînin ew e ku kevneşopiya veşartina miriyan yekem car dest pê dike. Her wiha miriyên xwe bi kolandina çalên li erdê ku lê dijiyan veşartine. Mirî bi gelemperî têne veşartin. Lê belê hin amûrên ku bi miriyan re li kêleka wan hatine danîn jî nîşan dide ku di serdema Paleolîtîka Navîn de pergaleke baweriyê pêşketiye. Tê dîtin ku cureyên mirovan di vê serdemê de li seranserê Ewropa, Rojhilata Navîn û Asya Navîn bi cih bûne.

Qonaxa Paleolîtîk a Jorîn

Tê dîtin ku di serdema Paleolîtîka Jorîn de teknolojiya amûran zêdetir pêşketiye û amûrên nû yên wekî amûrên xêzkirin û rimên ji hestî yên ku di pîşesaziya amûran a serdema berê de nehatine dîtin derketine holê. Di vê serdemê de bi dîtin û bikaranîna tîr û kevanan re, nifşê mirovan gihîşt lûtkeya şiyana xwe ya amûr-çêkirina heta wê serdemê. Wekî din, tê dîtin ku madeyên xav ên ku di çêkirina amûran de têne bikar anîn, bi pêşkeftina serweriya çêkirina amûran re pir cihêreng bûne. Li gel kevir û dar, hestî, çerm, qiloç û diranên fîlan jî ji madeyên xav ên ku bi berfirehî têne bikar anîn hene. Mirovê vê qonaxê ku 18 hezar sal berê karî derziya dirûtinê îcad bike û pê çerm bidirû.

Hunera destpêkê

Mirovên Paleolotîka Jorîn di şikeftan de jiyana xwe domandine. Tabloyên dîwêr ên ku wan li beşên jorîn ên şikeftan çêkirine, ji hêla hin dîroknas û lêkolîneran ve wekî “yekemîn berhemên hunerî” têne hesibandin. Ev tabloyên ku temaya wan a serdest nêçîra sewalên wek bîzon û ker e, wekî çalakiyek mirovî û girîng e.

Qonaxa Paleolîtîk a dawîn û bi kêmasî ya herî kurt e. Serdema çandî ye ku 40 hezar sal berê dest pê kiriye û bi qasî 20-25 hezar sal berdewam kiriye. Serdema ku Paleolîtîka Jorîn diqede jî bi dawiya serdemên qeşayê re hevdem e û bi guherînên ekolojîk ên ji ber germahiya global re ev qonax bi tevahî biqede û li şûna wê serdema mezolîtîk were danîn.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê