6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîrokên hêvîqut

Aliyekî jiyana me civaka kurdan ev rastî ye, divê em li ser xwe zêde biramin. Divê em çirûska hêvî û azadiyê di paceyek jiyanê de gur bikin û nivîskarên dîl nexasim ên jin bi tenê nehêlin!

Temam jiyan pir alî ye.

Lê ma her tim aliyê bêhêvî para me ye!

Temam, çiya jiyan bû, Kevana Zêrîn bû dergûşa mirovahiyê, ma ev êrîşên samiyan ji çolê, yên moxolan ji Asyayê yên Makedon û xaçperestan ji Ewropayê ne bese! Ma jiyan, tebatî, aramî û xweşjiyanî ne para me ye jî! Ma me hindik li ber xwe da, ma em hindik xwîn û giyanê didin vê xakê, çima ev war, ev ax ji xwîna me têr nabe!

Û para me her êş û êş. Ne ol ji me re dibin derman, ne mîtolojî ne jî dewlet. Civak her û her wek dolaba bêdawîn î bêçare digere, hey digere. Ava jiyanê li me çikiya, xwîn jî nema di canê me de, rê nema ku me ne şopand û me her tim xwe li çiya xist, çiya dermanê dilê me; lê neyar zêde ne, ew ne bes in, xwefiroşên nav dilê me, tûpişkên ji xwîna me. Hey hawarrrr, ma em ji bonî derdan he ne!

Temam erdnîgarî enînivîse û ku mirov fêhm kir pê ve her tiştî; jiyanê û qederê jî diguhere, lê yê me; mirin, êş û zilm û berxwedan jî bêhempa ye. Azadî çiqasî dûr î me ye, lê hilbet hêvî û dîsa azadî jî her nêzîk. Him dûr him nêzîk.

Jinek dîl; Mulkiye Dogan. pirtûkek bi navê “Hespên Hêviyê” nivîsandiye. Ma mirov ewqasî dilêş dibe, dil û hinav bi êşê dagirtî û jiyan xunava zilmê. Her çîrok ewrên dagirkerî û her hevok, her peyv dilopek barana zilmê ne, ewrên mijdagirtî zilmê dibarînin, ev ne tercîh lê rastiya hebûna kurdan e.

Zimanê pirtûkê zimanê zilmê yê dilê jinê, yê janê ye, jiyan wisa ye, ne kêm ne jî zêde; her çîrok sûretekî jiyana me ye. Hespên Hêviyê lêgerîna jinê li kezebê ye, kezeba li newal û çiyê wenda, ya parçe parçe û bê cîh û war. Li Çiyayê xeyal sînorê berxwedana bêhempa ya şerê jiyanê tê nexşkirin. Kevirê bîrê li wategerîna valahiyê ya ku ji me hatiyê dizîn e, Rozê wendabûn e, wendabûna çîroka hebû-tunebû. Benê dil û komika sêwiya rastiya şerê hebûn û tunebûna bê terazî ku êş her para me ye. Bi çavekî zindî wêneyek mirî kizîna kezeba Dayikên Şemiyê ya hebûna mijgiranî tovê tunebûna rastiya wendayan e; Guhê Dêw û Veşartok rastiya şerê hebûnê ya jiyana me radixe ber çavan. Ka destê te, tofan e, tofana hestên bêxwedîtiyê, tovikê lavlavkan dilsarî, bêdiliya mirovahiyê ya li Cizîr û Nisêbîn e, bersiva pirsa em çima hene, ye. Tarî bêbiniya zindanê ya ku mirov ku bêrêxistin be, mirov dadiqurtîne ye, ew wehşet e. Duwazdeh çîrok duwazdeh birînên bêderman vedibêjin, piraliya êşên me diherikê mîna çemê dojehê. Reşbîniya hêvîqutkirinê.

Li benda xwendinê û şirovekirinê ne.

Bera, hebûn çi ye? Jiyan çi ji me dixwaze, nexasim ji me kurdan?

Ev pirtûka nivîskar a yekemîn e, lê hêviyek xurt dide mirov. Hest, raman pênûs xurt in. ziman zêde sûr-realîst, derbirinên razber in, belkî her kes nikare jê têbigihêje, lê hûnandinek bi hostatî ye, rewşa mirov, heyîn, xweza bi hûrgiliyeke bi sebrûaram distirê, gav bi gav mirov digerîne. Cara ewil wiha nivîsîn hejayî pesinandinê ye. Redeksiyon jî ne zêde baş e û xwînêr dixe tengasiyê. Ji pirtûkên kurdî re baldarî û pûxtedayînek awarte divê. Mixabin di vî warî de xemsarî zêde û nivîskar bêpiştevan in. Têkildarî, danasîn, çalakiyên balkişandina ser nivîskariya kurdî, nexasim a zindanê qels e, dîtbariya van berheman, bi qasî heqê ku dixwaze, dernaxê pêş. Hest û derûniya ku tê jiyîn, vegotin, nivîsîn bala civakê nakişîne ku ev diltengî û bêhevîtiyê dide mirov. Bi rastî çîrok, çîrokên hevîqut in. Yanî tu çîrok hêviya jiyanê û dilxweşiyê nade, tev reşbîn in. Belkî rexneyek biçûk lazim e, lê aliyekî jiyana me civaka kurdan ev rastî ye, divê em li ser xwe zêde biramin. Divê em çirûska hêvî û azadiyê di paceyek jiyanê de gur bikin û nivîskarên dîl nexasim ên jin bi tenê nehêlin!

Bi hêviya xwendin û danasînê, bi hêviya fêhmkirina şerê jiyanê, cenga rûmetê ku ciwanên kurd di vî qirnî de bi berxwedanek bêhempa li dar dixin, bê fêhmkirin; beşek ji çîroka Guhê Dêw pêşkêş dikim ku bi rastî ev jiyan xewrevîne. xemgiranîne.

“Ax ev deng, dengê êşê yê zilmê. Nedihişt ramanên wî firek dûr, bi firek bêveger bikevin. Dîsa dengê wî xortê ciwan bihîst. Ev demek bû dengê wî xortî talan dikir ramanên wî û baskên ramanên wî dişikestin. Ramanên baskşikestî di tariyê de diman û diperpitîn. Dixwest ji dengê wî derîne bê ka ciwankî çawa ye. Lê dîsa jî ji xwe dipirsî ‘Di nava zilmê de, di nava mirin û mayînê de mirov wek xwe ye gelo? Li cihê dil, raman beden û giyan diguhere qey deng naguhere? Mirov pir alî ye, li her aliyekî jî dîsa ew bi xwe ye. Yê di xweşiyê de di nexweşiyê de jî dixuya eynî mirov e. Lê di îşkencexaneyan de di nava agirê mirinê de mirov çawa ye? Di nava vê wehşet, qeswet, windahî û valahiyê de? Mirov ya wek naylonekê wê bihele yan wek polayê tê avdan, wê şêweyek agirîn bigire, wê bibe zêr, mirov bi xwe jî şaşwaz dibe ji hebûna xwe ango ji kirinê xwe.”

Em he ne, em ê derdê xwe bibêjin, em zilm û înkarê qebûl nakin, bila biherikin rastî û veguherin çalakiyên hebûnê.

Mal ava û destên te derd nebînin, tîpên pênûsa te bila zêrîn be Mulkiye!