5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Giyadinê: Mifteya çareseriyê li cem Abdullah Ocalan e

Rêxistina DEM Partiyê li Giyadinê mitînga fînalê a hilbijartinê li dar xist. Gelê Giyadînê anî ziman ku mifteya çareseriya pirsgirêka kurd li cem Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.

Rêxistina DEM Partiyê li navçeya Giyadînê ya Agiriyê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayirdir ve li otogara navçeyê mitînga hilbijartinê ya fînalê li dar xist. Li qada mitîngê alên DEM Partiyê xemilandin, jin û ciwanan bi flamayên kesk, sor û zer di qadê de cihê xwe girtin. Di qadê de taybetî jin û ciwan ku zêdetir hebûn balê kişandin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag, Însîyatîfa Dayîkên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi sedan kes bi cil û bergên kurdî tevlî mitîngê bûn. Bi sedan kesên ku li qadê hatin gel hev bi coşek mezin govendê gerandin. Girseyê bênavber dirûşmeya “Berxwedana Zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kir. Piştî gerandina govendê namzetê Hevşaredariya Giyadînê Hayat Zorbay, girseyê nîşan da û got ku gel biryara xwe ya hilbijartinên 31’ê Adarê daye û wiha got: “Mafê gelê me jî bi hemû xweşikiya heye. Em dibêjin dem dema me ye, dem dema Giyadînê ye.”

Banga keça Dayika Taybet

Herî dawî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn, bi lêv kir ku piştî 2 rojan mizginiha biharê 1’ê Nîsanê de ji gelê Giyadinê re bînin. Keskîn, ev hilbijartin hilbijartinek gelek girînge û wiha pê de çû: “Dayîka Taybet Înan ku 7 rojan cenazeyê wê erdê ma, keça wê bang kir ku ‘bila cenazeyê dayîka min bê bîra gel û li gor wê dengê xwe bikar bînin.’ Bila apê Alî Riza û dayîka Taybet bê bîra me. Cenazeyên me ku di kargoyan de hat dayîn bila ev bê bîra me. Ji ber vê yekê em dibêjin ev hilbijartina Gelê Kurd e. Lewra ji bo gelê Kurdistanê girîng e. Li hember neyaran dê xwedî ziman, çand û axa xwe dengê xwe bikar bînin. Îro bi hezaran ciwanên me derketine derve yê welêt. Ne em, divê ew terka welatê me bikin. Bila vê baş zanibin. Bila ciwan welatê xwe terk nekin. Ew dixwazin vê cihê jiyanê nemîne. Siyanûrê anîne welatê me û ev jî jehre. Bi vê jehrê dixwazin li Giyadinê kesekê nehêlin. Ew dixwazin vê derê bikin qada jerê. Lê bila zanibin ku em ê rê nedin wan.”

 ‘Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tecrîdê rakin’

Keskîn Bayindir, diyar kir ku 8 sal in qeyûm tayînê şaredariy n wan hatiye kirin û wiha pê de çû: “Ev siyaseta Nemrût û Fîravûnê ye. Lê belê ne Fîravûn û ne jî Nemrût bi ser ket. Dê serketin bibe ya Gelê Kurd. Li hemberê me AKP tuneye, dewlet, polîs, leşker û bi deh hezeran kes hene. Li Agiriyê, Giyadinê û Kurdistanê ew zalim bi ser neketin û dê bi ser nekevin. Rûreşin û bêbextin. Ger ku bêbext nebûna û bê ehlaq nebûna di wê partiyê de cih negirtana. AKP dijminatiya gelan, kurd û zimanê kurdan dike. Dibêjin zimanê kurdî nasnakin. Gelê Kurd wek terorîst nîşan didin. Erdogan televîzyonê de dibêje ji Rojava bakur dê dest bi şerekê nû bike. Gelê kurd serî netewandiye û netewîne jî. Em ê pêşiya vê yekê bigirin. Em şer naxwazin. Gelê Kurd mafê xwe, azadiya xwe li ser welatê xwe dixwaze. Gelê Kurd statûya xwe dixwaze. Ji ber vê yekê pirsgirêka kurd divê bê çareserkirin. Gelê Kurd rêya çareseriyê nîşan dide û dibêje bi Rêzdar Ocalan e rûnên û vê pirsgirêkê çareser bikn. Bi neyartÎ û kuştinê ne AKP, ne MHP bi ser keve. Ji Suleyman Demîrel bigere, Turgut Ozal jî bi ser neketin.  Bi dehan hatin çûn. Kesek bi neyartiyê bi ser nakeve. Wex wexta çareseriyê ye. Wex wexta azadî û statûya Gelê Kurd e. Em bi Rêzdarî Ocalan re rûnên vê pirsgirêkê çareser bikin. Bi hezaran hevalên me di girtîgehê de çalakiya greva birçîbûnê de ne. Dayîkên me nobeta edaletê ne. Dibêjin ku em çareseriyê dixwazin. Dibêjin ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin û çareser bikin.  Lê belê ew di şer de bi israrin. Ji ber vê yekê 31’ê Adarê de li Giyadînê em ê bi piştgiriya we van zaliman ji vê welatê derbixin û ji ku hatine em ê bişînin wir.”

‘Roj roja kurdîtî û welatparêziyê ye’

Keskîn Bayindir, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelên Giyadinê yên ku ne vê derê ne em bang wan dikin; ger ku hûn kurd in cihê we ne li cem AKP’ê ye li cem vê gelê ye. Selahattin Demîrtşa, Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel û hezaran hevalên xwe azad bikin. Lê pêşî divê em wan ji vê welatê bişînin. Kesên ku xwe ji me dûr xistine û dilê wan êşyaye em bang  wan jî dikin; ev hilbijartina referandûmê ye. Roj roja xeyîdandinê nîne. Roj roja kurdîtiyê û welatparêziyê ye. Du roj maye hilbijartinê re û roja hilbijartinê em dev ji sindoqên xwe bernedin. Mizginiya 1’ê Nîsanê ji niha ve diyar e.”

Piştî axaftinan mitîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.