5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ew li me, em li xwe qedexe dikin

Berê dewletê stranên kurdî li me qedexe dikirin, niha hunermendên kurd stranên kurdî li hev qedexe dikin. Ma qedexeyên serdestan ji me re kêm hatine ku em jî êdî xwe bi xwe vî zimanî qedexe dikin? Îcar dor hatiye me? 

Ev teknolojî çi tîne serê me û çi radixe li ser sifreya me! Helbet wekî gelek pêşketinên zanistî, teknolojî jî hem alîkariya mirovan dike, hem jî li aliyê din nirxên civakî û mirovî wekî neqşeke hunerî ji hev vediçirîne, bêwate dike. Îro dema hezar carî min li heman stranê guhdarî kir bêhtir min spasiya zanyaran kir. Bedena mirovan her çiqas bi xurekan têr bibe jî, rihê wan bi muzîkê têr dibe. Carinan hefteyekê li heman stranê guhdarî dikim. Têr nabim ji heman stranê. Aciz nabim. Bi heman hest û eşqê guhdariya heman stranê dikim.

Dema ez zarok bûm, mezinên me li ber radyoyê rûdiniştin. Li benda stranekê diman ku li ber wê stranê cixarê bikşînin. Li ber hestên kûr li ba bikin awirên xwe ber bi dûr. Carinan dûyê cixarê li hêsirên wan vedida. Wê demê min meraq dikir gelo ji ber çi digirîn? Çima li ber stranê digirîn? Çima ji bo girî li benda stranekê dimînin. Di wan temenan de min nedizanî ku muzîk carinan dibe çîrûsk û peyv bi peyv, bi melodiyê dihelîne kezebê.

Di guhdariya heman stranê de hinekî kûrtir û dûrtir fikirîm; li nav sûka bajarekî tirkan bandfiroşek hate ber çavên min. Diya min bi destê min girtiye. Min ber bi bantfıroş ve dixirxirîne/dikişkişîne. Ez nizanim sedem çi ye lê kelecana diya min zêde bûye. Bi dengekî nizm ku kesên derdorê nebihîzin, bi zimanê xwe ango bi kurmancî silavê dide wî. Li gel ku hevdu nas nakin jî, ew ziman wan dike xizmên hev. Li halê hev dipirsin. Paşê diya min jê dipirse gelo bandên kurmancî li cem te têne firotin? Bandfiroş, destê xwe dirêjî çavekî veşartî yê tebleyê dike, çend bandan nîşanî wê dide. Jê re dibêje “Yek ya govendê ye, yek jî ya ku strana ‘Heval Kamûran’ tê de heye.” Nepeniya civata wan bala min dikişand. Ji bo ku bi bihîstina axaftina wan dibûm perçeyekî wê nepeniyê; pir kêfa min dihat. Lê min nedizanî ku hêsirên diya min wê li ber wê bandê bibin morîk û bi stûyê zaroktiya min ve bêne girêdan.

Paşê min fêm kir ku ji ber ku stranên kurdî qedexe bûn, li her derê bi rehetî nedihatin guhdarîkirin. Ji malbatê yê dengê wî herî xweş stran jiber dikir, di nav rezên tirî û erdên pembû de bi dengekî berz distrand. Destê kedkaran siviktir dibû li ber kilaman. Min êdî fêm kiribû ku yên rûyê xwe bi desmalê dipêçin, hêsirên xwe yên bi nazikî diherikîn ji yên derdorê vedişartin.

Her çiqas min wateya wê nizanibûya jî, kilamekê dilê min jî diheland; Kirîvê… Dengê berz, di nav erdê pembû de xwe digihand guhê hemû kedkaran. Wê wextê rengê hesretê li rûyê wan vedida. Awirên wan dibûn tîr û dilê hev qul dikirin. Keser dirijiya, hesret, bêkesî, qedexe…

Salên dûr û dirêj min ew stran tenê ji wî dengê di nava erd de guhdarî kir. Piştî ku mezin bûm, rojekê dîsa rastî wê stranê hatim. Min wê rojê fêm kir ku Şivan Perwer xwediyê wê stranê ye. Bi şev û roj min li wê stranê guhdarî kir. Min jiber kir û min hewl da ku ez jî wê stranê bistrêm. Wekî ku straneke nû be, min bi herkesî da guhdarkirin. Min stran kire nava kefa destê xwe û pê şa bûm. Navê her kesî bûbû kirîv,  bêhna stranê ji min teng bû. Şivan ji strandinê westiyabû. Derdora min ji guhdarîkirin û bêdengbûna min aciz bûn; “temam ez ê careke dawî guhdarî bikim û dev jê berdim” Dereweke ji vê mezintir tune bû!  Ew stran ji qedexeyan hatibû şiştin. Min dikarî her tim guhdarî bikim û tiştekî ji vê xweştir tune bû.

Dema ku di nav van bîranînan de ji hestekê diqevastim hesteke din, hate bîra min ku van rojan her kes li ser Şivan Perwer û Aynur Dogan diaxive. Şivan Perwer ku strana Keça Kurdan aîdî wî ye, li Aynur Dogan qedexe kiriye. Min li sedemên herduyan jî nenêrîn. Teqez yek ji wan mafdartir e, teqez dilê yekî/ê ji wan bêhtir hatiye hiştin… Lê belê sedem her çi jî be, bi zora min çû ku straneke kurdî li hunermendeke kurd hatiye qedexekirin. Ez bawer im ku gelek kurd bi vê yekê êşiyan e. Ma qedexeyên serdestan ji me re kêm hatine ku em jî êdî xwe bi xwe vî zimanî qedexe dikin? Îcar dor hatiye me? Berê wan (kesên em înkar dikirin) li me qedexe dikir, niha em li xwe qedexe dikin.