26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di rojên qedexeyê de wêneyê xizaniyê

Li Tirkiyeyê her ku diçe rewşa aboriyê xirabtir dibe û bêyî ku hikûmet çareseriyeke aborî peyda bike ji ber nexweşiya koronayê 17 rojan qedexeya derketina derve ragihand. Di van rojên dawîn de gelek kes ji ber xizaniyê xwe dikujin û gelek malbat jî neçar dimînin ku bikevin nav hewldanên cuda.

Ev dîmen ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ji navçeya Baglarê ya Amedê hatiye kişandin. Dayikek tevî 4 zarokên xwe kartonan kom dikin û debara xwe dikin. 2 zarok li erebokê siwar bûne, zarokek ketiye sergoyê fringî û zebzeyan derdixe dide dayika xwe. Dayik jî yên saxlem dineqîne û dixe poşetekê.

Rayedarên dewleta tirk ji bo tûrîstan qedexeya derketina derve îlan dikin lê welatî ji bo birçî neminîn ji neçariyê derdikevin kolanan û li sergoyan debara xwe dikin. Li Amedê hejmara welatiyên ku li sergoyan kaxiz û plastîkan berhev dikin her roj zêdetir dibin.