spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di wêjeyê da penaberî û mînaka HANGAR FÜNF/Derîyê winda

Me wek koma Xwendinê ya Amedê, di (02.04.2023) duyê Nîsanê da romana bi navê “HANGAR FÜNF/Derîyê Winda” ya nivîskara berhemdar, Yildiz Çakarê, bi beşdarîya wê, li ser zoomê nirxand. Ji du saetan zêdetir şêwra me domîya. Nivîskara romanê gelek samîmî (ji dil) axivî. Me gelek sûd ji şêwrê girt.

Berî ku dest bi nirxandina romanê bikim, ez dixwazim di heqê nivîskarê û berhemên wê da hin agahî binivîsim. Yildiz Çakar helbestkar, şanonûs û romannûsek di asta navneteweyî da navdar e. Ew amedîyeke ji herêma Qerejdaxê ye. Di temenekî ciwan da, di rojnameyên bi kurdî û tirkî da peyamhênerî û edîtorî kiriye. Helbestên wê yên di navbera salên 1999-2003yan da di rojnameya Azadîya Welat û kovara Jîyana Rewşenê da hatine weşandin, di sala 2004an da bi navê “Goristana Stêrkan” hatine çapkirin. Yek ji endamên damezrîner ên Komeleya Nivîskarên Kurd e û berî ku komele bê girtin seroka komeleyê bûye.

Heta niha heft pirtûkên wê hatine weşandin, ji van pirtûkan şeş jê wêjeyî ne. Her wiha bi Şanoya Kralîyetê ya Shakespeare (Royal Shakspeare Company) re bi navê “Çavê Winda” monologek û ji bo Şanoya Maxîm Gorkî jî şanoyek bi navê “Bîra Mirinê” nivîsandiye. Li gel vê yekê ji bo şanoya Theatre EastNBull monoloğa bi navê “Mohra Reş” jî nivîsandîye. “Mohra Reş” bi tirkî û îngilîzî hatiye wergerandin û li festîwala navneteweyî (Atîna) ya hunerî xelata “metna orîjînal ya herî baş” wergirtîye. Gelek çîrokên wê bo zimanên tirkî, erebî, almanî û îngilîzî hatine wergerandin.

Berhemên wê yên hatine çapkirin ev in: Goristana Stêrkan (helbest), Derî (helbest), Leylanok (cerebe), Ala (kurteçîroka senaryoyê), Amed-Ansîklopedîya Erdnîgarî Dîrok Çand (lêkolîn-li gel Amed TÎGRÎS). Romanên wê yên di nav Weşanên Lîsê da derketine ev in: Gerîneka Guernîcayê (2016), Ev Rê Naçe Bihuştê (2019), Hangar Fünf-Derîyê Winda (2022)

Xelatên wergirtine jî ev in: Xelata Kurteçîrokên Fîliman a NÇMya Stenbolê, Xelata Tîrêjên Zînê, Xelata Ziman û Wêjeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd û Med-Derê.

Di wêjeyê da penaberî bo kurdan xwedî cihek gelek taybet e. Meriv kare bibêje ku rojnamegerî û wêjeya kurdî ji ber zilm û zora dagirkerên Kurdistanê li sirgûn û penaberîyê dest pê kirine. Dema ku rewşa wêjeya kurdî ev be penaberî di her cureyên wêjeya kurdî da bi awayek siruştî dê cih bigire. Mînak ev linka helbesta Buşra Pertekliyê ya bi navê “Penaber” e: https://www.nevaesf.com/busrapertekli/penaber/ Dîsa helbestkarê navdar ê kurd Berken Bereh di helbestek xwe da gorîye: “Hemû penaber derîyê mala xwe winda dikin.”

Dema em behsa romanên li ser penaberîyê dikin, em dibinin ku wek romana “Hangar Fünf-Derîyê Winda” gelek roman hene. Yek ji wan jî romana Fewaz Husên a bi navê “Barê Şevê ye. Analîza vê romanê di kovara Nûbihar Akademîyê jimara 17. da bi ser navê “Penaberî di Lehengsazîya Romana Barê Şevê ya Fawaz Husên da li Gorî Rêbaza Realîzma Efsûnî”yê wek gotarek akademîk cih girtîye.

Di gotara navborî ya ku ji alîyê Mazhar Çiftçî ve hatîye nivîsîn da, pênaseya penaberîyê wiha hatîye kirin: “Li gorî Miriam George ku pênaseya penaberîyê ji Komîserîya Bilind a bo Penaberan a Neteweyên Yekbûyî wergirtîye, ‘Penaber ew kes in ku neçar dibin ji welatên xwe birevin da ku ji binpêkirinên giran ên mafên mirovan û sedemên din ên wekî pêkutîyên fîzîkî û hestyarî yên demdirêj birevin.’ (George, 2010, 379).”

Honak û Cîhana romana “Hamgar Fünf-Derîyê Winda”yê: Roman ji sêzdeh beşan (1-Berlîn Hangar Fünf, 2-Afganîstan, Mala Sêwîyan-Farîda û Farah, 3-Bîranîn, Rathaus Steglitz û Kampa Nû, 4-Cizîr, Mala Yabo-Avî, 5-Mêrdîn, Dikana Bavo-Rober, 6-Paskal, Gana (Kumasî), Dikana Qaliban û Antîlopa Çavxweşik, 7-Amed, Zanîngeh û Qursa Zimên, 8-Kaywan û Axtar, Îran (Tehran), Rashatin û Çalakî, 9-Kêmeka Ruh û Zêdeka Tunebûnê, Rojên Kampê, 10-Pallas, Çavê di Dîwêr da, 11-Nollendorfplatz, Kevirên Zer yên li ber Derî, 12-Schöne Berg, Ode, Neynik û Sarah, 13-Ode, Defter û ‘Tu Car ji Bîr Neke) pêk hatîye û 224 rûoel e. Vegêr/vebêjera romanê karaktera sereke ku di navenda romanê da cih digire Lîlan e. Bi rêya flashbackan li dora jîyana Lîlana ku bi awayek serkeftî ya lehengsazîya fîksîyonalîteyî hatîye karakterîzekirin serborîyên du keçên sêwî, Farîda û Farah ên afganîstanî, serborîyên du kesên îranî, Keywan û Axtar, serborîyên Paskalê afrîkî, serborîyên sê xortên kurd Harûn, Roger û Avî yên kurdistanî têne vegêran.

Zaroktî û ciwanîya Lîlanê li bajarê Amedê hatîye jîyîn. Zaroktîya wê bi pismamê wê Harûn ra derbas dibe. Malbata wan, bi taybetî jî bi daxwaza pîrika wê, ew dibe dergistîya pismamê xwe Harûn. Lê ev bê dilê dîya Harûn e. Dîya Harûn gelek tiştên nebaş tîne serê wê da ku wê li ber çavê Harûn reş bike û Harûn dev jê berde. Harûn dev jê bernade lê ji malbata xwe ra piştevanî dike. Di dema xwendina zanîngehê da, Harûn diçe Stenbolê, Lîlan jî li Amedê bi tevî xwendekarên Zanîngehê karûbarên xizmeta ziman û çanda kurdî dike. Ji ber van karan hevalên wê Roger û Avî pêşî tên girtin, paşê ew jî tê girtin. Piştî demek ew tên berdan, lê dewlet wan dike bin zilm û zorek giran. Mecbûr dibe ku bi çe Stenbolê û ji wirê jî bi rêya qaçaxçîyan, bi ew karakterên ku navên wan li jorê hatîye nivîsîn ra, dide ser rêya penaberîyê.

Ji bo ku bêtir cihana romanê bê fam kirin ez dixwazim çend hevok ji destpêka romanê û çend jê jî ji dawîya romanê binivîsim: “Min di derîyê hesin ê mezin (Hangar Fünf) ra gava xwe avêt hundir. Li ber derî dengek: ‘Li wir bisekine!’ Sekinîm, wekî peykerekî ji kevir, wiha sar û bêdeng. Ne tene lingên min, çavên min û zemanê ku bi min re hatibûn jî gotin gurpp û man sekinî. Dengê di derî da dîsa berz bû: ‘Ji wir wer vir, li vir bisekin!’ Min rahişt çavên xwe û sê gavan çûm…” “Min deftera xwe di bin pirtûka ‘Tu car ji bîr neke’ da derxist û dest bi nivîsînî kir: ‘Li alîyê bakur, dema roj diçû ava min dît derîyek vebû ji kûrahîya ezman. Hêdî hêdî meşîyam ber bi wî derîyî ve. Li ser dinivîsand, digot, derîyê winda ye ji bo windayîyan. Li alîyê rastê, hêdîka min deste xwe da ser dile derî. Ramûsanek min ma li ser perwaza ku gotinê Xwedê lê. Ji deste çend xetaban derketîye, ev neqşa ku ew qas xweşik li bejna duayan tê. Hatibûn parêzvanên derîyan. Û derî mezin bû ji bejna min ra ji her du alîyan. Ketim hundir, ode dirêj bû, her çû mezin bû, bû wekî gerdûnê. Li navîna wê sekinîm. Sekinî stêrka min ji şeş derîyên Xwedê…”

Di cihana romanê da hêlek xurt a dij kolonyal heye. Bi piranî hestên neteweperwer bi devê Lîlanê têne zimên. Di cihek da dibêje: “Ger dewletek me hebûya dê ev nehatana sere me.” Lê paşê bi îşaret kirina çîroka kesên ji “sê hawirdorên cîhanê” jî rexne li dewletên dîktataor digire. Û dibêje ev axtapot tiştekî wihaye ku tenê xwe li lingê bindestan dilefîne. Bêdewletbûnîyê weka zilmeka duyem a li ser bindestan dibine.

Kesên ku êş û trawmayên penaberîyê meraq dikin, lazim e romana HANGAR FÜNF/Dereîyê Winda bixwînin.