spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di xwe de israrkirin mirin e

Gerdûn li ser esasê guhertin û veguhertinê pêk hatiye. Ji bo vê yekê gerdûn bixwe jî ji bo ku xwe pêk bîne hertim diguhere û vediguhere. Bingeha jiyanê jî li ser vê yekê pêk tê.
Derketina li diji guhertinê yan jî di xwe de israrkirin li gor vê rêgeza gerdûnê mirin e. Ev guhertin û veguhertina gerdûnê bi milyon sal in berdewam dike. Di nav van milyon salan de teşe yan jî forma her tiştî daye ava kirin. Her formek jî li ser neguherîna destpêkê diguhere. Her tişt kokek an jî bingeheke wan a ku ew afirandiye heye. Herikbarbûna jiyanê li ser vê kokê diherike û forma xwe digre. Formên ku di xwezaya zindîbûyînê de hene dema di nav gerdûnê de dijî yan jî diherike piştî xwe forma xwe ava dike. Şêwaza ku zindiyan li ser bingeha xwe û di nav gerdûnê de dide jiyîn ew tişt dibe forma jiyana wî/wê zindiyê.
Di nav gerdûnê de dema ku mirovahî were destgirtin, ew jî teşeya jiyana xwe li ser civakbûnê pêk tîne. Me gotibû; di zanistê de jî her guhetin li ser neguherînekê pêk tê û her tişt diguhere û vediguhere. Di jiyana însan de jî her tişt li ser bingeha civakbûnê diguhere. Tişta ku di jiyana însan de naguhere civakbûne. Ji ber ku civakbûn forma hebûna însan e. Ku civakbûn nebe însan jî nabe.

Dema ku civakbûn ava dibe û însan li ser forma civakbûnê teşeya jiyana xwe saz dike, hemû guhertin û veguhertinên di nav jiyanê de li ser neguherîna civakbûnê pêk tê. Gerdûn û jiyana di nav gerdûnê de her diçe berfirehtir û girifttir dibe. Ew rewşa giriftî jî dewlemendiyê dide avakirin. Ew dewlemendî jî bi xwe re tiştê nû dide avakirin.
Jiyana civakê di serî de pir sade bû. Guhertin û veguhertina di nav gerdûnê û civakê de jî her çûye jiyanê dewlementir û girifttir kiriye. Vê rewşê li gor pêdiviyê tiştên nû jî bi xwe re dane avakirin. Civak çiqas berfirehtir bûye bi tiştên nû hewcedarî dîtiye. Sazîbûna civakê li gor pêdivîyên civakê û li ser esasê civakbûnê tên avakirin. Di dema klanan de hewcedarî bi rêveberiyekê tune bû. Kesên ku klan pêk dianîn bi berpirsiyariyên xwezayê tevdigeriyan û jiyan wisa diherikî. Piştî ku hejmara însanan zêde dibe û hewcedariyê jiyanê berfirehtir dibin, hewcedariyên wek karbeşî jî derdikevin holê.

Ev karbeşî jî li ser forma rêveberiyê pêk tên. Binerin jiyan diherike. Ew jiyana ku diherike li gor pêdiviyên jiyanê li pey xwe forman ava dike. Rêveberî ji nav jiyana civakê derketiye. Ev yek jî tê wateya xwe birêvebirinê. Di nav civakê de ew kesên ku xwe birêve nebe nikare di nava civakê de bihewe. Bi vê yeke re jî nikare jiyana xwe berdewam bike. Ew civaka ku xwe birêve nebe ji civakbûna xwe derdikeve. Piştî ku civak berfireh dibe rêveberî ji bo civakê dibe tiştekî jêveneger. Civakê bixwe forma ku pê pêdiviyên xwe pêşwazî bike ava dike.

Rêveberiya li ser bingeha civakê pêk tê rêveberiya cewherî ye. Di vê rêveberiyê de têkiliyeke teknîkî tune ye. Hemû têkilî li ser bingeha însanbûnê ne. Ji ber vê yekê jî di navbera însanan de jî pirsgirêkeke ku wisa jiyanê asteng bike tune ye. Têkilî û jiyana însanan li ser nirxên civakbûnê ne. Di vê jiyanê de her însanek kêrî tiştekî hatiye. Bi gotinek din her însanek ji bo ku jiyana civakî derkeve holê tiştek kiriye. Tu însanekî bêkar û vala tunebûye. Ji bo wê jî her kesek jixwe rêveberek e. Xwe birêve biriye. Xwe birêvebirin bûye rêvebirina civakê.

Piştî ku pergala desthilatdariya zilam pêş dikeve tişta ku herî pêşî dikin, kesan ji hêza rêveberiyê dûr dixine. Piştî ku ev pergal derdikeve holê rêveberiyeke biyanî bi xwe re ava dike. Ev pergal însanan bêhêz dike. Ji bo însanan bixin bin kontral û xizmeta xwe, bawerî û hêviya wan a rêveberiyê ji wan distînin. Piştî vê yekê ew kes an jî civakên ku xwe bi rêve nebirine ketine bin kontrala hêzeke biyanî û ew hêza biyanî ew birêve birine. Vê yekê jî pêşî li her tiştî vekiriye. Pergala desthilatdar piştî ku hêza rêveberiyê ji destê kes û civakê girt, nirxên wan bi destê wan dide înkarkirin. Îxaneta destpêkê ji vir dest pê dike.

Kes an jî civakê ku bawerî û hêviya wan a rêveberiyê ji wan hatine girtin, ji bo desthilatdaran dibin kole û xizmetkar. Ev xizmetkarî jî li ser îxanet û sîxurtiya qewm û civaka xwe pêk tîne. Hevkariya ku bi dijmênê mirovahiyê re tê kirin û îxaneta civaka xwe kirin erka rêveberiyê winda kirin û ketina bin bandora dijmênê xwe bixwe ye. Pêşîlêgirtina hevkariya bi dijminê xwe re û îxaneta bi qewmê xwe re, bi mezinkirina civakbûnê re girêdayî ye. Bi vê ve giredayî bi gehiştina erka xwe ya rêvebirinê ve girêdayî ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê