spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mirov, nijad û bawerî

Xweda; “Gelî mirovan, me hûn ji dayik û bavekî afirandine. Me hûn milet milet gerandine. Kesên ji civakekê, ziman û durûvên hevdû înkar bikin, ew kes hebûna xwe jî înkar dikin.” Baş e li gorî Xweda û baweriyan em kurd jî mirov in û xwedî hemû mafan in.
Em misilman in, xiristiyan in û zerdeştî ne. Ehlê Beyt elawî ne. An jî ol tercihek e. Kes dikarin bibêjin ez tu olî qebûl nakim. Lê nikare bibêje ‘Ez ne kurd, ereb, tirk, ermenî û hwd. im’. Em bi kurdî dua û daxwazan ji Xweda dikin. Lê desthilatdar dibêjin ku zimanekî wiha nîn e? Di jiyana mirovan de lawê Hz. Adem Qabîl birayê xwe yê Habil dikuje. Her wisa di tekoşîna pêxemberan de em Nemrûdan ji Hz. Îbrahim heta Hz. Mihemed dibînin. Ji bo bibin desthilatdar, dest bi kuştinê kirine.
Pêxember û aligirên wan ji bo ku civakan ji bin destên destpotan rizgar bikin têdikoşin. Aliyên din jî Nemrud firewûn û hetanî emewiyan, ew jî ji bo erkên destên xwe winda nekin. Lê di vir de kurd ereb an jî têkoşîna miletan nîn e. Zalim û mazlûm hene.
Piştî şehadeta Hz. Elî û zarokên wî, serê Hz. Huseyin jêdikin û desthilatdarî dikeve destê emewiyan. Ol û bawerî dibe amûra wan. Selçukî, osmanî û heta qesr û qonaxên îro didome. Wan desthilatdar û serayan(qesran) ji bo desthilatiyê hev kuştine talan kirine. Negotine ev ereb, faris an jî tirk in. Kesên li ser vê axê dijîn bi destên nijadên din negirtine û negotine werin axa me dagir bikin. Ji osmaniyan heta komarê ji bo desthilatdariyê hevdû darve kirin. Lê dest bi tirbên wan ên wekî Enwer, Talat, Wehdedin û hwd nedan. Negotin ‘We îxanet kiriye’. Lê dema ku mijar dibe kurd, ji Qazî Mihemed bigire heta Seyid Riza , Xalîd Begê Cibirî, M.Seîdê Kurdî û bi hezaran keç û xortên kurd kêlik û tirbên wan nediyar in. Sedem kurd in. Çawa kurdek li dijî osmanî û komarê radibin partiyê avadikin? Hêzên serdest gotinên negotî ji hev re dibêjin. Lê dema dibe HDP û şoreşa kurdan, Kemal Kiliçdaroglu (kurd û Ehlê Beytê) êvara remezanê ji leşkerên xwe re dua dike. Bila sazî rêxistin û partiyên kurd li dijî hev têbikoşin û şer bikin. Lê bila alîkariyê nedin celadê xwe. Çima alîkariya celadê xwe dikin? Gelo Evdil Selamê Barzan, Mehmudê Berzencî, Qazî Mihemed û rêberên li Bakur çawa hatin darve kirin? Ên îxanetê dikin, dema li Îran, Bexda, Enfal û Helepçeyê bi sed hezaran kurd hatin kuştin, we jibîr kir? Dema di referandûma başûrê Kurdistanê de, dagirkeran li Tehran û Enqereyê gotin ‘Hûn eşîr in, nebûne milet’ û heqaret li me kirin nayê bîra we?
Hêzên desthilatdar em kuştin, qeyûm tayîni şaredariyên me kirin we nedît? Rêber û siyasetmedarên me avêtin zindanan. Ji Cubelî Ahmed heta faşistên wan heqaret li HDP’iyan kirin. Di TV’yan de her roj heqaret li bawerî, rêber û nirxin me dikin. Cemal Gursel gotibû “Kesên ku bibêje em kurd in tuyê li rûyê wan bikin.” Ey zarokên Ahmed Barzanî, M.Mistefa Berzanî, mala we bişewete! Ji malbata we yek bûye serokê hikûmetê, yek bûye serokwezîr û yek bûye serokomar. Lê hûn çima wekî parsekên Medînê diçin Enqereyê?
Diçin Enqereyê û xwe li ber zordaran ditewînin. Xaliyên sor li bin we radixin, çima? Bê al, bê wezîr û heyet, li hemberî we MÎT û leşker rûniştîne. Bi gotinek Hz. Elî “Kes an jî civaka ku li hemberî zordestan serî bitewîne, hem mafê xwe û hem jî şeref û rûmeta xwe winda dike.”
Eger Qazî Mihemed û Evdilselam Barzan hûn di vê rewşê de dîtibûna gelo dê ji bo we çi bigota? Kesên ku ji refên xwe qetiyan ewil fermandar bûn. Lê îro xwe ji bo şorbeke germ firotin. Ji Selehadîn Demirtaş, Leyla Guven, Aysel Tûglûk şerm bikin. Ew hevalên Leyla Qasim, Şêx Seîd in û Seyîd Riza ne. Ebucehîl jî mamê Hz. Mihemed bû. Lê bi navê xirab û nebaş tê bibîranîn. Lê wêneyê Hz. Elî di malên kesên xwedî şeref de daliqandîne. Ez bang li Mesûd Barzanî dikim. Hûn baş dizanin ku van zarokên kurd bên tunekirin hûn jî dê tune bibin. Ahmed Berzanî û M. Mistefa Berzanî ligel sedan pêşmergeyên leheng çûn hewara Qazî Mihemed. Navê wan nayên jibîr kirin.