21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîko û Pîrê

Fatma Taşli Tunç

Hebû tunebû, kes ji xwedê mezintir tunebû. Li gundekî pîrek û komek mirîşk hebûn û dîkek pîrê jî hebû, lê pîrê tu tahmek ne dida dîko, wer neheqî lê dikir, wî birçî dihişt û bi dîko karê xwe û cîranan tev de dikir, dîko wek hêsîrê li ber destê pîrê bû û ji pîrê ditirsiya wek cinê ku ji hesin bitirse! Pîrê sibê zû rabû û heft werîs li nava xwe lefand û xwe şidand ,rahişt xêşê genim û berê xwe da ser curn, genimê xwe bera curn da û rahişt mîrkutê xwe ê ji darê berî û dest bi kutana danê xwe kir. Pîrê danê xwe kuta û anî li ser xanî raxist û got dîko:

– Dîko li ber dan be bila mirîşk nexwin û tu jî devê xwe pê nekî!

Pîrê dan raxist û çû alavên xwe yên mayî bîne.

Dîko zikê wî ji birçîna dike qurequr, li dora dan digere û digere. Mirîşk  tev ji dûrve  dîko dişopînin ku dîko nikulekî li danê bixe, ew ê tev bi hev re êrîş bikin, dan biqedînin û pîrê ji ser text daxin û êdî tu hukmê pîrê namîne.

Dîko li dora dan digere bi carekê nikulekî li nîvê dan dixe û kulmek dan dixe  devê xwe û dadiqurtîne!

Dema koma mirîşkan dibînin û weke kulmoza moza bi ser dîko de tên û danê pîrê li hev hiltînin.

Dîko bi nikula diçe wan lê ne mimkune ku pêşiya wan bigre.

Ew jî dikeve nava wan û bi wan re dixwe.

Dema pîrê tê, way limin bavoooo, tu li çi binêrî!

Dîko tev li koma mirîşkan di nava dan de ye û bi wan re dixwe.

Hiş û aqil ji serê pîrê diçe.

‘- Lo dîko lo dîko xwedê çava sipîko. Bêbexto, ser mazîko, qûn bi zîrço çîp teşîko!

Dema pîrê van gotin û heqaretên giran li dîko dike ji nişka ve dîko radibe ser xwe tevî koma mirîşkan bi ser pîrê de tê û di qîre:

-Tu li min  û li vê pîra qûn bi fis. Bi sala ye tu dixwî dan û genim, didî me ceh û garis!

Dema dilê te biçe goşt, lingê me di tawê de dikî cot.

Êdî bes e ji derdê te, em bihêz im li hemberî te.

Pîrê dimîne neçar, berdide dewlet û îxtidar.

Direve ji wan welatan.

Heta welat huriyet, hêşîn bûn sosin û çîçek.

Kes nema kolên kesî, bi hev re çêriyan gur û mih.

Pîrê çûye av û av jê re nema tu delav.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê