6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ragihandina heqîqetê ne suc e

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polîsan di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes binçav kiribûn.Piştî binçavkirina 8 rojan rojnameger derketibûn dadgeriyê û 16 ji wan hatibûn girtin.  Di derbarê girtina rojnamegeran de bi pêşengtiya DFG, MKGP û bi tevlîbûna DÎSK Basin Îş’ê li Amedê daxuyanî hat dayîn. Her wiha Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) ya Amedê, Baroyên Mêrdîn û Çewlikê, Dayîkên Şemiyê û Însîyatîfa Xwendekarên Azad ên Antalyayê bertek nişan dan.

Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ji bo 16 rojnamegerên girtî daxuyanî dan. Daxuyanî li peşiya Arî Yapim a ku ji 8’ê hezîrane vir ve di bin dorpeça polîsan de ye hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “çapemeniya azad nayê bêdeng kirin” hat vekirin û endamên DÎSK Basin Îş’ê yên ku ji Stenbol û Enqereyê hatine, gelek rojnameger û nûnerên partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn.

Rojnamegerên kurd ne tene ne

Di daxuyaniyê de yek ji rojnamegerên ku ji bo piştevaniyê hatine Amedê Tolga Balcî axivî û  diyar kir ku hempîşeyên wan yên kurd di nava şert û mercên zehmet de rojnamegeriyê dikin. Balcî gotina rojnameger Omer Çelîk ê girtî  bi bîr xist û got:“Dema Omer Çelîk hat girtin digot “bar li ser milê we ye.” Lê ev bar ne tenê li ser milê hevrêyên me yên kurd in. Em li vir dibêjin ku rojnamegerên kurd ne bi tenê ne. Em daxwaza berdana 16 hevalên xwe dikin. Rojnamegerî ne sûc e.”

Rojnameger Sîbel Yukler jî diyar kir ku ew ji bo ku  bi rojnamegerên hatine girtin re rojnamegeriyê biparêzin hatine Amedê û ev tişt anî ziman:“Hevalên me yên ku hatine girtin ne cara yekemîn e tên girtin. . Hevalên me yên weke Nedîm Tûrfent hene ku di sala 2016’an de hat girtin û hêj di girtîgehê de ye. Ev ne cara yekem e, ne jî ya dawî ye. Dema ku di 20’ê kanûna 2011’an de rojnameger hatin binçavkirin bûyerên mezin qewimîn. Her ku li vî welatî rojnameger hatin girtin, li welêt karesatên mezin rû didin.”

Piştî axaftinan navê 16 rojnamegeran hat xwendin. Daxuyanî bi dirûşmeyên “çapemeniya azad nayê bêdeng kirin” bi dawî bû.

Girtina rojnamegeran keyfî ye

Di derbarê girtina rojnamegeran de Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) ya Amedê ya ku girêdayiyê  Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) bertek nîşanî da û daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku bi sernavê “Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin” de, li dijî girtina bêhiqûqî ya rojnamegeran a ji ber xebatên rojnamegeriyê bertek hat nîşandan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Azadiya çapemeniyê ne tenê azadiya rojnamegeriyê ye ku xwe îfade bike, di heman demê de azadiya civakê ye jî. Li gel vê prensîba gerdûnî, girtina keyfî ya rojnamegeran, destwerdanên giran, cezayên îdarî yên li ser nûçeyên rexnegir û tundiya bêceza ya li dijî rojnamegeran, azadiya civakê ya wergirtina agahiyan ji ber girtina  rojnamegeran tê asteng kirin. Rojnameger ji ber nûçeyên xwe tên lêpirsîn, darizandin, binçavkirin û girtin. Em hemû pêkanînên zext û dîktatoriyê yên hikûmeta AKP’ê ya ji bo tunekirina azadiya çapemeniyê bi tundî şermezar dikin û bang dikin ku di demek zûtirîn de rojnamegerên girtî bên berdan.”

Girtina rojnamegerên kurd darbeyek mezin e

Di derbarê vê mijarên de Baroya Mêrdîn û Çewligê jî bertek nişan dan.

Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê daxuyaniyek nivîskî weşand û girtina 16 rojnamegerên kurd wek “darbeyek mezin” pênase kir û wiha got: “Rojnamegerên ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatine girtin divê demildest bên berdan û bigihîjin azadiya xwe. Bi girtina rojnamegeran darbeyek li mafê girtina agahiyan a gel tê xistin.”

Daxuyaniya Baroya Çewligê jî bi îmzeya Serokê Baroya Çewligê Omer Farûk Hulaku hat weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heke ku çapemeniya azad nebûya wê îro gelek tişt û bûyer di tariyê de bimana. Hebûna azadiya çapemeniyê jêveneger e. Em dixwazin hemû rojnamegerên ku li Amedê hatin girtin, demildest bên berdan û bigihîjin azadiya xwe. Cihê rojnamegeran ne girtîgeh e.”

‘Rojnamegerî ne suc e’

Li Stenbolê jî çalakiya Dayîkên Şemiyê hebû.Di çalakiya vê hefteyê de jî nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe hat bi bîr anîn û girtina 16 rojnamegerên kurd hat şermezar kirin. Di bîranînê de wiha hat gotin:” Rojnamegerên ku pênûsa Ferhat li erdê nehiştin û ji kevneşopiya Ozgur Gundemê tên îro jî rastî astengkirinên mezin tên.16 rojnamegerên ku kevneşopiya Ozgur Gundemê didomandin hatin girtin. Em careke din bang dikin; rojnamegeriya ku li pey rastiyê û yên ku heqîqetê digihînin milyonan ne sûc e.”

Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad a Antalyayê jî bertek nîşanî girtina 16 rojnamegerên kurd dan û bi Pira Kultur a li Cadeya Ulubatli Hasan a Antalyayê ve pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” daliqandin. Endamên Înîsiyatîfê diyar kirin ku ew ê ji bo rojnamegerên hatin girtin di nava piştevaniyê de bin.