spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê li Sûriyeyê ziyaretên xeyalî ava dike

Îranê bi rê û rêbazên cuda xwe li Sûriyeyê bicih dike. Li gorî nûçeyeke malpera Alhadas a erebî vê carê jî Îranê li Dêrazorê rêbazeke cuda bikar anî. Îranê li Dêrazorê goristanên normal vediguherîne ziyaret. Berê jî ev rêbaz li deverên cuda bikar anîbû niha jî li Dêrazorê derdora goristanekê  girtî ye û li gorî xwe şikil û şemalê didin gorên wê goristanê û wan dikin wekî ziyaretên şêx û qencên xwedê.

Ev cara pêşî ye ku Îranê bi riya alîgirên xwe li deverên ku di bin kontrola Rûsyayê de ye tiştekî wiha dikin. Ew dixwazin ku van goran wekî ziyaretên girîng nişan bidin û bi behaneya parastina wan hêzên xwe li wir bicih bikin, paşê jî xelkê bi behaneya serdana wan (Ziyaretan) ji Îranê bînin Sûriyeyê.

Li gorî daxuyaniya alkademisyen Muhemed Muhsin Ebû El Nûr, serokê Forma Erebî ya Lêkolînên Siyasî, der barê vê mijarê de wiha got: “Îranê dixwaze bi her awayî alîgir û mirîden xwe li ser axa Sûriyeyê zêde bike. Yek ji van behaneyan jî aliyê olî ye, ew van goran sererast dike û dixemilîne da ku di siberojê de bi navê geştiyariyê wan deveran ji bo armancên xwe yên siyasî, aborî, leşkerî û aolî de bikar bîne.”

Ebû El Nûr di berdewamiya axaftina xwe de teqezî li ser hişyarbûnê gele Sûriyeyê kir û wiha got: “Tenê gelê Sûriyeyê dikare li hemberî van kiryarên qirêj derkeve, tevî ku rejîma Şamê di bin baskê wê de ye û tevî ku Rûsyayê bi xwe û êrîşên li dijî Ukraynayê daketiye lê tene gele Sûriyeyê dikare vê yeke qebûl neke.”