6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîlgirtiyan bernedin dê Îsraîl êrîşî Refahê bike

Wezîrê kabîneya şer yê hikûmeta Israîlê Benny Gantz gef li Filistîniyan xwar û wiha got: ‘Eger dîlgirtî heta meha Remezanê venegerin malên xwe’ wê şer li her derê bidome

Şerê Îsraîl û Hemasê ji 7’ê Cotmeha sala borî ve berdewam dike û her diçe li herêmê belav dibe. Ji destpêka şer ve nêzî 30 hezar kesan hatine kuştin û bi deh hezaran kes hatine koçberkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu got: “Her kesê ku dixwaze pêşî li operasyona me ya li Refahê bigire, tê wateya ji me re dibêje ku şer winda bikin. Ez ê li hember vê yekê serî netewînim.”

Serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê de destnîşan kir ku ew armanc dikin li dijî Hamasê “serkeftinek tam” bi dest bixin.

Li gorî endamê kabîneya şer Benny Gantz, êriş wê bi rengekî koordîneyî û di çarçoveya diyaloga bi ‘hevparên Emerîkî û Misirî’ re bê kirin.

Gantz, diyar kir ku ji bo ‘sivîl bi ewlehî-hêsanî werin tehliyekirin û hejmara windahiyan kêm bibe’ amadekariya wan heye.

Îsraîlê heta niha daxuyaniyeke fermî nedaye ka wê sivîlan bi çi awayî û tehliyeyê li ku bike.

Gantz li Qudsê got: “Eger dîlgirtî heta meha Remezanê venegerin malên xwe, wê li herêma Refahê jî di nav de li her derê pevçûn dewam bikin.”

Wezîrê Îsraîlê got: “Vebijarkek Hemasê heye. Ew dikare teslîm bibe, dîlgirtiyan serbest berde û sivîlên li Xezayê dikarin cejna Remezanê pîroz bikin.”

Ew ê dewleta Filîstînê ku bi yek alî bê ragihandin nasneke

Li gorî nûçeya Reutersê, Îsraîlê dijberiya xwe ya li dijî “naskirina yekalî” ya dewleteke Fîlîstînê fermî kiriye û anî ziman ku divê peymaneke bi vî rengî bi rêya muzakereyên yekser pêk were.

Li gor daxuyaniyê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ev “biryara îlankirinê” pêşkêşî dengdana kabîneya wezîran kiriye û kabîneyê jî bi yekdengî ev yek pejirandiye.

Dîwana Edaletê dê ji bo hilweşîna pêk hatî li hev kom bibe

Dîwana Navneteweyî ya Edaletê (UAD) ya li Laheyê ku dadgeha herî bilind a Neteweyên Yekbûyî ye, wê îro encamên qanûnî yên dagirkeriya Îsraîlê ya li ser axa Filîstînê ji sala 1967’an û vir ve pêk hatine, lêkolîn bike.

Ev rûniştinên ku wê li ser daxwaza Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bên kirin, bi temamî mijareke cuda ye ji serîlêdanên bilind ên Afrîka Başûr ên di dema dawî de pêşkêşî Dadgehê hatine kirin. UAD’ê ji bo serlêdana Efrîkaya Başûr a li dijî qirkirinê biryara “tedbîra lezgîn a jiyanê” dabû Îsraîlê.

Brezîlya: Ya li Xezayê diqewime ne şer e, qirkirin e

Serokdewletê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva jî li dijî Îsraîlê nerazîbûna xwe ya tund diyar kir.

Lula got, “Ya li Xezayê diqewime ne şer e, qirkirin e” û êrişa Îsraîlê şibihand êrişên qirkirinê ya Naziyan a li hemberî Cihûyan.

Benyamîn Netanyahu jî bi hêrs bersiv da daxuyaniya Lula: “Serokdewletê Brezîlyayê bêhurmetî li bîranîna 6 mîlyon Cihûyên ji aliyê Naziyan ve hatin kuştin, kir. Divê şerm bike.”

Ji bo ravekirina gotinên Lula bang li Sefîrê Brezîlyayê yê li Îsraîlê hate kirin.