7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîlok dil diguvêşe!

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Namzetê Partiya Çepên Kesk ji kontenjana îtifaqê ye, li vir xebatên hilbijartinê lawaz in , heke rewş wiha bimeşe, Partiya Çepên Kesk bi vê qûşê ji Dîlokê nikare biçe Mûşê. Biwêj dibêje Mûş lê dîsa jî hûn weke Enqere fêm bikin

Di hilbijartina 14’ê gulana 2023’an de wê bajarê Dîlokê bi 9 navçe û 781 gundên xwe, bi hejmara 1.358.832 hilbijêr biçin li ser 4.064 sindoqan û 14 parlementeran hilbijêrin. Di hilbijartina sala 2007-2011’an de, namzetê kurd yê serbixwe ji Dîlokê nehat hilbijartin.

Di hilbijartina 7’ê hezîran a sala 2015’an de HDP’ê ji sedî 15,3 deng wergirtin û 2 parlementer şandibûn meclîsê. Lê di dubarekirina hilbijartina di heman salê de, HDP’ê wê carê ji sedî 10,6 deng wergirtibûn û ji 12 parlamenteran encax karibû 1’î jê bi dest bixe.

Di hilbijartina sala 2018’an de jî HDP’ê ji sedî 11,8 deng wergirtibû û ji 14 parlementeran ancax 1 bi dest xistibû.

Rewşa Dîlokê ya hilbijartina 14’ê gulanê 

Wekî tê zanîn, namzetê Partiya Çepên Kesk ê Dîlokê yê di rêza yekemîn de ji kontenjana îtifaqê ye. Ango ya ji  EMEP’ê ye. Me çavdêrî kir ku xebatên propogandayê jî pir lawaz dimeşin. Heke di van çend rojên dawî de xwe nejdînin, dê serkeftineke tê hêvîkirin bi dest nekeve. Dîlok, bi rewşa xwe ya ne diyar dil diguvêşe.

Heta niha ez li gelek deveran geriyam û min kelecana amadekariya hilbijartinê, bi çavên serê xwe li wan deran raçav kir. Lê mixabîn min heman kelecan li Dîlokê nedît.

Rêvebirên partiya HDP-Partiya Çepên Kesk, sedemên vê sistbûnê bi tercîha rêza namzetan ve girê didin.

Ji axaftinên wan tê fêmkirin, namzeta îtifaqê ya EMEP’ê tu potansiyeleke wê tune ye. Digel vê yekê, çûyina wê ya meclîsê mîsoger e. Lê ji bo bidestxistina namzetê duyemin û sêyemin, ew ne xwedî keftelefteke xîretkêş e.

Rêvebirên ku ev rewşa hanê bi min re parve kirin, pir zêde nedixwestin ev rewşa hanê were hesandin jî. Lê tengezariya wan a li jorê hatiye destnîşankirin, ji ber çavan nayê veşartin.

Heke di van rojên dawî de propogandayeke tîr neyê pêşkêşkirin, dibe ku li Dîlokê mexsed hasil nebe û Partiya Çepên Kesk tûşî husranê were.

Li hêla din, ango hilbijartina der barê serokkomariyê de tê texmînkirin ku Kemal Kiliçdaroglû wê bi rêjeyeke bilind, dengê hilbijêrên Dîlokê bi dest bixîne. Ev rewşa hanê bi awayekî aşkera, ji helwesta xelkê Dîlokê diyar dibe.

Ev pêla bayê serokkomariyê digobilîne, ew ê bandora xwe li îtifaqa Milet jî bike. Wer tê dîtin ku wê ev îtifaqa CHP pêşkêşiya wê dike, di hilbijartina parlemenran de jî serkeftineke şênber li bajarê Dîlokê bi dest bixîne.

Weke gotina dawî: Heke rewş wiha bimeşe, Partiya Çepên Kesk bi vê qûşê ji Dîlokê nikare biçe Mûşê. Biwêja pêşiyan dibêje Mûş lê dîsa jî hûn weke Enqere fêm bikin. Ç’zanim. Dibe ku li nav hev bikeve û bibe mûşqere jî.