28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka jinan a windayî nexş dike

Wênesaz Rûken Ekîncî bi kelûpelên cuda û bermayiyan wêneyan xêz dike û dîroka jinan a windayî nexş dike.

Dema wêneyan çêdike di şûna boyaxê de telpa qaweyê, di şûna firçeyê de derziyê bikar tîne. Bi pelên hişk, cilên kevn, komirê û kelepûlên bikêrnehatî tabloyan ango wêneyan çêdike. Ev wênasaza ku bi vî rengî wêneyan çêdike Rûken Ekîncî ye û li Êlihê dimîne. Di şert û mercên dijwar de dest bi wênesaziyê kiriye. Heta niha 5 pêşengeh vekirine û ji niha şûn ve jî wê berhem ango wêneyên xwe yên çêkirine di qada navneteweyî de nîşanî hunerhezan bide.

Rûken Ekîncî wê bi berhemên xwe yên bi navê “Qîrîna Şahmarana Girtî”, “Hêviya azadiyê ya Şahmaran” û “Prensesa Medî Amytis” di navbera 23’ê hezîranê û 9’ê tîrmehê de li Îzmîrê tev li çalakiya çand û hunerê ya Şahmaran bibe. Ekîncî ji Ajansa Mezopotamyayê Fethî Balaman re axivî.

Nasnameta kurdan û jian derxistiye pêş

Ekîncî dibêje ew bêyî perwerdehiyek bibîne xwe li pêş xistiye û rêbazên cuda bikar aniye û heta niha 5 pêşengeh vekirine. Ekîncî diyar kir ku bi hunera xwe bandora şer a li ser jinan neqiş kiriye. Ekînci da zanîn ku bi piraniya xebatên wê ji mijarên wek ekolojî, mîtolojî û têkoşîna jinan pêk tê û got: “Wêneyên min bêtir ji motîfên kurdî pêk tên. Kelûpelên ez bikar tînim jî kelûpelên kêrnehatî yanî yên kevn in. Ez ji wan kelûpelan sûdê digirim. Ez wan vediguherînim hunerê. Ez di wêneyên xwe de bêtir nasnameya xwe, dîroka xwe, mafên xwe û erdnîgariya xwe rave dikim.”

Ekîncî anî ziman ku ew ê bi 2 wêne, peykerek û berhemên mîtolojîk beşdarî Çalakiya Hunerî ya Şahmaranê ya Îzmîrê bibe û got: “Şahmaran nûger e, hekîm e. Ji xwezayê dermanan çêdike. Qenc û dirûst e. Min jî hewl da di berhemên xwe de van taybetmendiyên Şahmaran nîşan bidim.”

Dewlemendiya Mezopotamyayê

Ekîncî diyar kir ku berhema “Qîrîna Şahmarana girtî” bi singêr, karton, alçi, silîkon, morî, jelatînên cixareyan û tûlê çêkiriye û wiha axivî: “Di dîroka Mezopotamya û mîtolojiya kurdan de wateya peyva Şahmaran tê wateya mirovê qenc û dirûst. Min jî xwest cih bidim vê qêrîna girtî. Mezopotamya xwedî dewlemendiyek her cure xwezayiyê ye. Min jî xwest vê xweşikiya Mezopotamyayê mehkûmî girtinê tê kirin nîşan bidim.”

Azadıya piralî, pirçandî, pirbaweriê

Ekîncî da zanîn ku wêneyê duyemîn jî bi berdewamiya wêneyê din berhema bi navê “Hêviya azadiya Şahmaran” e û got: “Erdnîgariya Mezopotamya bi piralî, pirçandî, pirnetewî û pirbaweriya xwe tê zanîn. Lê yekol û yeknetew li ser vê erdnîgariyê tên ferzkirin. Min jî xwest li dijî vê hêviya azadiyê ya Şahmaran û duaya wê çekim.”

Prensesa medî Amytîs

Ekînciyê qala berhema xwe ya bi navê “Prensesa Medî Amytis” ku xwedî çîrokek mîtolojîk e û wiha got: “Min milên peyker ji renge zêr, pişta peyker bi renge zîv û ling û ranê peyker jî bi xîza çolê çêkir. Prensesa kurd Amytis di serdema Împaratoriya Medan Beriya Zayînê di salên 1800’an de bûye. Jiyana Amytis jî dişibînin jiyana Şahmaran. Prensesa kurd a Medî Amytis rastiya Mezopotamya ye. Ez di xwazim di huner ango berhemên xwe de ji dîrokê ve heta niha dîroka jinan ku hatiye veşartin raber bikim û dixwazim bêmirin bikim.”

Cihê jınan girîng e

Ekîncî destnîşan kir ku xwe di nav wêneyan de dibîne û got: “Ez di şertên dijwar de berhemên xwe diafirînim. Rewşeke min ku ez dilopek boyaxê jî beredayî xerc bikim nîn e. Şert û merc çi dibe bila bibe, hewl didim tişta herî baş çêbikim. Cihgirtina jinan a li qada hunerê gelek girîng e. Ez dixwazim vê biparêzim.”