30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayika Dag: Hûn nikarin bi zextê serî li me bidin tewandin

Dayika Mazlûm Dag ku li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hewlêrê 35 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, Kûdret Dagê wiha got: “Hûn nikarin bi zextê serî li zarokên me bidin tewandin.”

Li Hewlêra Herêma Kurdistanê di 17’ê tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiya Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan di êrişê de jiyana xwe ji dest da. Mazlûm Dag û Abdrrahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin û bi hinceta êriş li dar xistine ji aliyê dadgeha dereceya sereta ve li Dag û Er cezayê darvekirinê hatibû birîn. Binpêkirina mafan a li dijî Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin, didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Dag û Er li dijî lêgerîna keyfî, tundiya fîzîkî û heqaret, ferzkirina cilên yek tîp a li dijî wan di 18’ê gulanê de dane destpêkirin, di roja 35’an de didome.

Mafê telefonê kirine

Dayika Mazlûm Dagê di çalakiya greva birçîbûnê de Kudret Dag, diyar kir ku zextên li dijî zarokên wan zêde bûne û wiha got: “Pêşî  ew ji hev qetandin û xistin hucreyên yek kesî. Pişt re jî ji ber di girtîgehê de kontoran nafiroşin wan weke berê nikarin li me bigerin. Beriya cejnan her roj bi telefonê li me digeriya. Lê ji ber ferzkirina wan qebûl nakin hefteyê carekê û 2 deqîqeyan em dikarin biaxivin. Ji ber zext zêdebûne 35 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Em van pêkanînên zextker qebûl nakin. Çalakiya wan a greva birçîbûnê mehek li pey xwe hişt. Herî dawî roja înê me karî 2 deqîqeyan biaxivin û dengê wî jî nebaş bû.”

Parêzer nedanê

Dayik Dagê, diyar kir ku li girtîgehê zext hene û hewl didin serî li girtiyan bidin tewandin û wiha dewam kir: “Kurê min û hevalê wî, bi awayekî bê parêzer hatin darizandin. Cezayê giran lê hatin birîn. Heke parêzer hebûya cezayekî wisa nedigirtin. Parêzer ji bo wekaletê bide çû girtîgehê û hewl da bi wan re hevdîtinê bike. Lê îdareya girtîgehê destûr neda hevdîtinê.”

Bila mafên wan ên bingehîn bidin

Dag, anî ziman ku herî dawî par beriya Cejna Remezanê 12 rojan çûye hevdîtina vekirî û bi lêv kir ku pişt re êdî nekarî biçe hevdîtinê. Dag, bi bîr xist ku zarokên wan bi keyfa xwe nakevin çalakiya greva birçîbûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila mafên bingehîn ên zarokên me bidinê. Bila dawî li van zextan bînin. Bila mafên hevdîtin û telefonê yên ji girtiyên din re tên dayîn bidin girtiyên me jî. Bila her du di qawişekê de bin. Bila pêkanîna cilên yek tîp bi dawî bikin. Di serî de rayedar em bang li her kesê/î dikin ku bi hestiyar bin. Hûn nikarin bi riya zextan serî bi zarokên me bidin tewandin. Dest ji van pêkanînên xwe berdin. Em ê her tim li cem zarokên xwe bin.”