4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome

Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Wezîrê Edaletê hate guherîn lê bêedaletî didome.”

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 821’an de didome. Emîne Şenyaşar a ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê li qada weke “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobeta xwe kir. Şenyaşar a pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” bi bariyerên beton ve kir, têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê ku didomîne û komkujiyê welatiyên ku rêya wan dikeve edliyeyê agahdar kir.

Her wiha li ser hesaba medyaya dîjîtal a malbatê hesabên Wezareta Dadê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç hatin etîketkirin û ev peyam hate parvekirin: “Hinek din sebir. Hinek din têkoşîn. Li qesra pişt pankarta edaletê, edalet hatiye mehkûmkirin. Wezîrê Edaletê hate guhertin, bêedaletî didome. Di roja 821’an de ye.”