9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

38 salên têkoşîna bênavber: Lîman Şiwêş

Lîman Şiwêş li rêwîtiya xwe ya têkoşînê de, gelek erk girtin ser xwe; nûnera Kongra Star li Başûrê Kurdistanê, herî dawî jî cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişloyê dikir

Ji dema ku wek jineke Kurd doza nîştimanî nas kiriye, 38 salan ji bo lêgerîna li nasnameya nîştimanî tê koşiya. Di nava refên têkoşerên destpêkê yên li Rojava de cih girt, li seranserê Kurdistanê û derveyî welat ked da û nirxên jinên azad temsîl kirin.

Lîman Şiwêş salên dirêj li pişt perdeyê wek leşkereke nenas kar kir, bi şehadeta xwe re ya di encama êrîşeke dewleta tirk de zêdetir hat naskirin. Ew tevî hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş û ajokarê erebeya wan Firat Tûma şehîd bû û navên xwe di rûpelên dîrokê de da nivîsandin.

Em behsa cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişloyê şoreşger Lîman Osê Şiwêş bi nasnav Rîhan Amûdê dikin. Lîman, heta roja şehadeta xwe bê rawestan li djiî êrîşên sîstematîk û pergala baviksalar ku jinan wekî astengî dibînin, şer kir. Ruxmî şert, merc û qeydên civakî yên hatibûn ferzkirin jî li hember dozên herî bigirêk ên li nava civakê sekinî. Ji ber ku pergala faşîst van jinên pêşeng wekî gef li ser xwe dibîne, ji ber vê sedemê bi taybet her tim jinên pêşeng bûn armanca yekemîn a wê pergalê û bi hemû rêbazan hewl dide wan tune bike.

Lîman Şiwêş sala 1968`an li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê çavê xwe li cîhanê vekir, tevî 5 xwişk û 4 birayan li ser hezkirina welat û fedakariyê mezin bû.

Di sala 1985`an de dest bi karê cebhewî kir, piştre di sala 1989`an de tev li karê şoreşê bû û dîrokeke tijî destkefî û têkoşîn nivîsand.

Di rêwîtiya xwe ya têkoşînê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ma. Di salên 2002-2003`yan de ji ber xebatên xwe yên ji bo doza kurdî û azadiya jinan, ew 6 mehan ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hat destgîrkirin.

Ji sala 2005`an heta 2008`an li Başûrê Kurdistanê, bi taybet li bajarê Silêmaniyê xebat da meşandin.

Lîmanê pê dizanî ku tenê têkoşîna li Kurdistanê ji bo çareserkirina doza kurdî têrê nake, lewma di sala 2008`an de berê xwe da Rûsyayê û li wir 7 salan bê westan kar kir.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, biryar da ku vegere warê xwe bajarê Kobanê, cihê ku şoreşê jê dest pê kiriye û di 2015`an têkoşîna xwe li wir dewam kir.

Lîman yek ji pêşengên destpêkê bû ku kevirê bingehîn ê projeya demokratîk li herêmên ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, danîbû. Wê sala 2016`an berê xwe da Minbicê û heta sala 2019`an li wir tê koşiya.

Di rêwîtiya xwe ya têkoşînê de, gelek erk girtin ser xwe; nûnera Kongra Star li Başûrê Kurdistanê, herî dawî jî cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê duh (20`ê Hezîranê) şehadeta hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira Hevserokatiya meclisê Lîman Şiwêş û ajokarê erebeya ku tê de bûn Firat Tûma di êrîşeke hewayî ya dewleta tirk a li ser rêya Tirbespiyê-Qamişloyê ragihandibû.