17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Şadiya Manap biryara beraetê hate dayîn

Di danişîna doza der barê Şadiya Manap ku roja hatibû berdan ji nû ve hatibû girtin de biryara beraetê hate dayîn.  

Şadiya Manap a di sala 1992’yan de li Rihayê piştî hate binçavkirin li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê hate darizandin, di doza der barê wê de hate vekirin de cezayê muebbetê lê hate birîn. Manap, dema hate girtin 24 salî bû piştî Girtîgehên Riha, Mêrdîn û Midyadê sewqî Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hate kirin.

Manap piştî 30 salan di 1’ê mijdara 2022’yan de hate berdan, bêyî ku ji girtîgehê derkeve ji ber lêpirsîneke di sala 2020’an de der barê wê de hatibû vekirin, beriya ku ji girtîgehê bê berdan hatibû binçavkirin û girtin.

Danişîna biryarê ya doza der barê Manap de ku bi angaşta “Rêxistinê ava dike û bi rê ve dibe” lê hatibû vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê hate dîtin. Di danişîna ku Manap û parêzerên wê lê amade bûn de biryara beraetê hate dayîn.

Tê payîn ku di saetên pêş de Manap ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bê berdan.