2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike

Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yan sivîl û siyasetmedaran qetil dike û wiha got: “Ji vê rewşê Neteweyên Yekbûyî berpirsyar e.”

Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş li Meclisê daxuyanî da. Beştaş, di civînê de bal kişand ser hilbijartinê û got ku îktîdarê her cureyên derfetan bê sînor bi kar anîne û ev tişt anî ziman: “Tu pîvanên hiqûqê nas nekir. Îktîdar bi ser neket. Tişta ku jê re dibêjin serkeftin, ferqekî bi qasî 1,5-2,5 puan in. Anku rewabûneke wan a civakî tune ye. Hemû dinya dizane ku hilbijartineke adilane nebû.”

Siyasetmedarên kurd qetil dikin

Beştaş anî ziman ku pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Duh sûîqestek pêk hat. Li ku? Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma hate kirin. Êriş bi SÎHA’yan hate kirin û hatin qetilkirin. Ev yek nîşan dide ku kurdek li fezayê jî be, li qutban jî be tehemûla wan a li hemberî kurdan nîn e. Tehemûl nakin ku kurd xwe bi rê ve bibin. Va ye pirsgirêka kurd ev e.

Sivîlan dike hedef

AKP dixwaze êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Lê DYA û Rûsya destûrê nadin. Lewma nikare êrişê bike. Ji ber vê yekê jî Tirkiye bi sûîqestan sivîl û siyasetmedaran hedef digire. Ev rewş, veguheriye rewşeke sîstematîk. Ev yek komkujî ye. Baş e lê bingehekî van êrişan ê hiqûqî heye? Ev sûîqest li Rojava û Başûr tên kirin. Nikarin li welatên Ewropayê van sûîqestan bikin ji ber ku li wir hiqûq heye. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rihetî jinan, zarokan, sivîlan û siyasetmedaran qetil dikin. Hewl didin van cînayetan rewa nîşan bidin. Protokola pêvek a 4’emîn a Peymana Cinevê dibêje ku di şer de nabe ku li dijî sivîlan êriş bên kirin. Her wiha belgeyên hiqûqa mirovî tune tên hesibandin.

Hiqûqa navneteweyî binpê dikin

Huseyîn Arasan jî li Silêmaniyeyê hate qetilkirin. Huseyîn Arasan sirgûn bûbû û li wir weke sivîlekî dijiya. Lê Tirkiye çû û ew li wir kuşt. Piştre jî dibêje ‘ez li dijî terorê têdikoşim.’ Her wiha gelek sivîlên din li Hewlêr û Silêmaniyeyê hatin qetilkirin. Li gorî xala 2/4 a NY’yê hûn nikarin di nava xaka welatekê din de vê hêzê bi kar bînin. Tirkiyeyê siyasetmedar Hevrîn Xelef jî qetil kir. Her wiha hevseroka kantonekê ku gel ew hilbijartiye qetil kir. Vê rêveberiya demokratîk nas nakin û bi vê hincetê qetil dikin.

NY ji vê yekê berpirsiyar e

NY’yê demên piştre têkildarî Hevrîn Xelefê daxuyaniyek da. Got ku êriş ji hêla Ahar’uş Şarkkiyeyê ya di bin kontrola Tirkiyeyê de hatiye kirin û ev înfaz di çarçoveya sûcên şer de nirxand. Di heman raporê de hate gotin ku dibe Tirkiye jî ji vî sûcî berpirsyar were girtin. Tevî van tespît û belgeyan jî faîlê Xelefê, Ebû Hatîm Şakra di 6’ê hezîranê de li Zanîngeha Artukluyê mezûn bû. Anku ji zanîngeheke girêdayî Tirkiyeyê. Ji vê rewşê ne tenê Tirkiye lê NY, civak û mekanîzmayên navneteweyî jî berpirsyar in. Bi taybet jî jinên kurd hedef tên girtin. Xuya ye ku berê xwe dane têkoşîna jinên kurd.“