30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peymana parçekirina Kurdistanê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Kurdan bi têkoşîn û berxwedana xwe Peymana Lozanê pûç kir. Tevî hemû êrîş, qirkirin û komkujiyan jî dewleta tirk di siyaseta xwe ya înkara kurd de bi ser neket.

Di Şerê Cihanê yê Yekem de du blokên mezin, Bloka Antant yanî Brîtanya, Fransa, Îtalya û Rûsya û Bloka hevpeyman yanî Almanya, Tirkiye û Awustirya, bi hev ketibûn. Di encama şerê ku çar salan ajot de brîtanî û hevalbendên wan biserketin. Împaratoriyên mezin ên weke Osmanî, Alman-Awustirya û Rûsya têk çûn. Li ser xaka van imparatoriyên têkçûyî dewletên nû peyda dibûn.

Xaka Osmaniyan jî ji hev belav bûbû û ji bilî kurdan hemû neteweyên din ji împaratoriyê veqetiyabûn. Li ser mîrata mayî jî di bin serokatiya Mistefa Kemal de komarek hatibû sazkirin. Lê gelek pirs û pirsgirêkan  hê jî di dewam dikir. Kurdistan di navbera tirk, brîtanî, fransî û farisan de mabû.

Brîtanya li Rojhilata Navîn li pey dengeyên nûh bû. Ji bo wan an parçekirina xaka Osmaniyan an jî dostaniya komara Kemalîst lazim bû. Ji ber vê yekê diviyabû ew li hev rûniştana û nakokî û pirsgirêkên xwe çareser bikirana.

Li hev parvekirina Osmaniyan

Di destpêka şerê cihanê yê yekem de di sala 1916’an li gorî biryarên peymana Saykes-Picot dewletên Antant li ser parvekirina dewleta Osmaniyan li hev kir. Encamên vê siyasetê bûn sedem ku Kurdistan di 19 û 26’ê nîsanê de di konferansa li San-Remoyê de di navbera tirk, brîtanî û fransiyan de bê parvekirin. Şertên wê, çend bajarên Anatoliyayê ne tê de, temamiya herêmên dewleta Osmaniyan dixist bin kontrola dewletên Antantê.

Şertên peymana Sewrê gelekî nerm hatibûn hazirkirin. Bi taybetî xalên der heqa pirsa kurdî de bi hin egeran ve hatibûn girêdan. Peymana Sewrê ku naveroka wê di 24’ê nîsana 1920’an de di Konferansa San-Remoyê de hatibûn amadekirin di 11’ê  gûlana 1920’an de ji bo lêkolînê şandin Hikumeta Osmaniyan. Tirk jî weke dewleteke di şer de şikestî, mecbûr bû ku li gorî şertên dewletên Antant peymanekê îmze bike. Piştî hin nîqaşan dewleta Osmaniyan ev Peyman pejirand.

Peymana Sewrê

Ew peymana Sewrê di 10’ê tebaxa sala 1920’an de li nêzikî Parîsê li bajaroka Sewrê di nav hikumetên Antant û Tirkiyeyê de hat îmzekirin. Di vê peymana ku bêxwedî mabû de hin mafên neteweyî yên kurd û ermenan hatibûn naskirin. Li gorî Peymana Sewrê li ser xaka Împaratoriya Osmaniyan dewletên Kurdistan û Ermenistanê dihatin damezrandin. Bendên Peymana Sewrê yên 62, 63 û 64 damezrandina Kurdistaneke serbixwe destnîşan dikirin.

Bi demê re nakokiyên Tirkiyeyê û dewletên Antantê kêm dibûn û Tirkiye, Brîtanya, Fransa û Îtalya dest bi guftûgoyan kir. Di encama van nîqaşan de di konferansa Londonê ya 1921’ê de şertên peymana Sewrê sivik kirin. Gava ewil a têkbirina biryarên peymana Sewrê ango redkirina mafê kurdan wiha dest pê kir.

Serdelegeyê parçekirinê

Wê demê li Enqerê meclîs hatibû damezirandin. Bi vî awayî di 27’ê cotmeha sala 1922’yan de banga dewletên hevpeymanê gihiştibû meclîsê. Di vê bangê de dihat gotin ku ew hikumeta Enqerê vedixwînin Konferansa Aştiyê ya Lozanê. Konferans wê di 13’ê mijdara 1922’yan de dest pê bikira. Hikumeta Enqerê di 29’ê cotmehê de bersiva vê bangê da û diyar kir ku wê tev li konferansê bibe.

Meclîs roja 18’ê cotmehê ji bo sazkirina heyeta Lozanê cîvîna yekem bi dizî li dar xist. Ji bo kemalîstan naveroka vê heyetê gelek girîng bû. Lazim bû endam û serokê heyetê ji gotina Mistefa Kemal derneketa. Bi vî awayî Îsmet Paşa bûbû serdelegeyê dewleta tirk a Konferansa Lozanê.

Konferansa Lozanê di 20’ê cotmeha 1922’yan de dest bi civîna yekem kir. Dewletên ku tev li Konferansa Lozanê bûbûn ev bûn: Brîtanya, Fransa, Îtalya, Tirkiye, Yewnanistan, Yugoslavya û Japonya. Yekitiya Sowyetê, Romanya û Bûlgaristan jî tev li rûniştinên li ser pirsgirêka tengavan dibûn. Her wiha Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî weke çavder tev li konferansê dibû.

Kurdistan kirin çar parçe

Rûniştina duyem a konferansê di 23’ê nîsana 1923’yan de dest pê kir. Îsmet Înonu ji heyeta tirk re serokatî dikir. Êdî ew ê hevdîtinan demeke dirêj nekişandina. Li ser her tiştî li hev kiribûn. Bi tenê îmzeavêtin mabû. 24’ê tîrmehê weke roja îmzekirina vê peymanê hatibû destnîşankirin.

Di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de li bajarê Swîsre Lozanê peymana parçekirina Kurdistanê û qirkirina gelê kurd hat îmzekirin. Îsal 24’ê tîrmehê wê ev peyman sed salên xwe tije bike. Bi wê peymanê welatê kurdan ku di dema Qesrî Şîrînê de bûbû du beş, îcar kirin 4 beş. Di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de belav kirin.

Piştî îmzekirina Peymana Lozanê Meclîsa Tirkiyeyê Destûra Bingehîn a Sala 1924’an jî erê kir. Bi vê destûrê re ziman, çand, nasname û dîroka kurdan hate înkarkirin. Bi Destûra Bingehîn a 1924’an re bi temamî înkara kurdan zelal bû, kurd ji mafê herî biçûk ê hindikahiyan jî bê par man di pey re serhildanên kurdan ên berfireh dest pê kirin.

Têkoşîna azadiyê mezin bû

Serhildanên kurdan bi hevkariya welatên piştgirî dan Peymana Lozanê hatin têkbirin. Lê di 50 salên dawî de li dijî înkar û îmhayê gelê kurd têkoşîna xwe ya azadiyê mezintir kir. Bi derketina Tevgera Azadiyê û Rêber Apo re gelê kurd ne li Kurdistanê tenê di qada navneteweyî de jî hatin naskirin. Kurdan bi têkoşîn û berxwedana xwe ve Peymana Lozanê pûç kir. Tevî hemû êrîş, qirkirin û komkujiyan jî dewleta tirk di siyaseta xwe ya înkara kurd de bi ser neket.

Divê bê zanîn ku pûçkirina vê peymana beyom bi tifaq û yekgirtina gelê kurd çêdibe. Ji derveyî PDK’a ku xwe firotiye neyarên gelê xwe hemû partî, sazî û rêxistinên kurdistanî xwedî hemen helwestê ne. Armanc têkbirina vê peymanê ye ku hebûna kurdan înkar dike. Peymana ku te înkar dike tu çima qebûl dikî? Divê di serî de PDK û hemû kurdên xwefiroş vê pirsê ji xwe bikin.

Kurd xwe amade dikin

Di sedsaliya Lozanê de kurd xwe ji bo xebateke berfireh amade dikin. Ev qedera salekê ye gelê Kurdistanê hem li welêt hem jî li derveyî welêt bi rêzeçalakiyan daxwaza betalkirina peymanê dike. Bi taybetî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi çalakî, meş, xwepêşandan, civîn û konferansan bi awayekî berfireh bal kişand ser Peymana Lozanê.

KNK niha jî xwe ji bo konferanseke mezin û dîrokî amade dike. Ev konferans wê bi navê “Konferansa Mezin a Kurdistanê” 23-24’ê tîrmehê wê li Lozanê pêk were. Tê payîn zêdetirî 500 nûnerên sazî, rêxistin û partiyên Kurdistanê yên ji çar aliyên welêt beşdarî konferansê bibin.