4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka Kurdistanê – Mîtolojiya Newrozê

Gelê kurd her sal, şeva ku 20’ê Adarê bi 21’ê Adarê ve girê dide, agir dadidin, hatina Roja Nû bi kêf û şahiyan pîroz dikin. Ji ew Roja Nû re Newroz tê gotin. Newroz têgeheke bi Soranî ye, bi kurmancî Roja Nû ye. Newroz ji bo kurdan; Roja vejînê, roja destpêkeke nû, roja berxwedan, têkoşîn û roja azadiyê ye. Di dîroka kurdan de Newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Li gorî rivayet û mîtolojiyê, Kawayê Hesinker, şeva 21’ê Adarê dawî li zordariya Dehaqê zilimkar tîne. ji wê rojê ve ye gelê kurd û yê li ser vê axê agir dadidin û vê rojê pîroz dikin.

Başe lê ev Newroz çawa pêş ket? Çima ji bo kurdan ew qas girîng e? Bêguman kêm zêde her kurdek serwextî mijarê ye. Em jî dixwazin di vê bernameya xwe ya taybet de Mîtolojiya Newrozê û Kawayê Hesinkar vebêjin. Şerefnameya ku di sedsala 16’emîn de hatiye nivîsîn, behsa hin çîrok û mîtolojiyên kurdan dike. Yek ji wan jî Newroz e. Di Şerfnameyê de wiha tê behs kirin; Beriya bi 2500 salî qiralekî bi navê Dehak hebûye. Dehak, qralekî pir zalim bûye û li Kurdistanê hukum dike. Di qeleyeke gelekî dijwar ku li ser zinarekî mezin hatiye çêkirin dimîn e. Vî qralî di qesra xwe de gelek cûre sewalên bejî û mehran jî xwedî dike. Wî hem mejiyê ciwanan dixwar û hem jî dida sewalên xwe. Ferman  dabû ku gelê Kurdistanê her roj mejiyên du ciwanan bînin qesra wî. Gel ji neçarî ev daxwaza Dehaq qebûl dikin. Demeke şûnde ji vê rewşa dijmirovî bêzar dibin. Zarokên xwe dişinin çiyê û mejiyê berxikan ji Dehaq re dibin. Lê Dehaq vê yekê ferq dike û dixwaze leşkerên wî bi xwe mejiyê zarokan bînin.

Rîvayeteke din jî heye ku wiha behsa Dehaq tê kirin:

Li Kurdistanê qralekî bi navê Dehak hebûye, pir zalim bûye. Wî Kurdistan wêran dikir. Li gund û bajaran mirov ji be zilma wî bêzar bûbûn. Zindanên wî, tim tije bûn û celadên wî ji serîjêkirinê nediwestiyan. Dehak, bi awayekî ji xwe bawer, tu kes ji xwe mezintir û di ser xwe re nedidît. Ji kuştin û wêrankirinê têr nedibû, dixwest deverên hîn firehtir talan bike. Şevekê, Dehak ji ber êşeke dijwar ji xewê şiyar dibe û gazî hekîm û bijîşkên li qesrê dike. Ji wan re dibêje: Ji ber vê êşa dijwar xew nakeve çavên min. Zû ji min re dermanekî peyda bikin; yan na ez ê serê we tevan jê bikim! Hekim û bijîşkên qesrê, li laşê Dehak dinêrin. Çavên wan li du birînên ku li ser her du milên wî ne dikeve. Çavên wan fireh vedibe û matmayî dimînin. Gotinek ji devê yekî ji wan dernakeve. Heta wê kêliyê birînek wiha nedîtibûn û êşkek wiha nebihîstibûn.

Lê Dehak ji ber êşa canê xwe bi ser wan ve dikir qêrîn:

– Hûn çi bêçare li ser min rawestiyane! Zû dermanekî bidin min. Hûn hekîm û bijîjkên herî baş û şahreza ne. Ma hûn derman peyda nekin dê kî peyda bike?

Hekîmekî ji wan, destên xwe da ber xwe û got:

– “Heta niha birîneke weha min ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Lê wa diyare ku mêjiyê teze dikare bibe melhema van birînan.”

Belkî hekîm dixwest xwe ji berpirsiyariyê xelas bike. Lê belê ev pêşniyar ji Dehak re bû sebeb ku ji “mêjiyên teze”, mejiyê zarokan bide ser birînên xwe. Dehaq ferman da ku her roj mejiyên du zarokan bînin, bikin qurbana birînên li ser milên wî ku bibûn wek du marên dev vekirî.  Bi vî awayî, rojê bi mêjiyên du zarokên nûhatî, birînên li ser milên Dehak dihatin dermankirin.

Lê carna zarok ji vê belayê dihatin rizgarkirin. Zarokên ku ji aliyê malbatan ve dihatin rizgarkirin berê wan didan çiyayan, di şikeftan de vedişartin. Her ku diçû çiya bi mirovên azad tijî dibûn. Jiyan di şikeftan de berdewam bû. +++ Ava kanî, dar û ber û fêkiyên çiyan têra jiyana wan dikir.  Ev çiyayên azadiyê bûn. Çiyayên xwerêxistinkirin û bilindkirina têkoşîn bûn. Ev jî dide xuyakirin ku 2500 sal in kurdan her tim xwe li çiyayan parastine. Û di roja me ya îro de jî hemam rewş serwer e. Belê demeke dirêj derbas bû. Lê birînên li ser milên Dehak rihet nedibûn. Her ku diçû xerabtir dibûn. Agir ji devê Dehak dibariya. Tirs ketibû dilê her kesî. Dayik û bav, ji tirsa ku kengê dê dor were ser zarokên wan xew nediket çavên wan. Tu hêzeke ku tiştekî ji Dehak re bibêje tunebû. Ji tirsa zarokên xwe gelek malbatan berê xwe dabûn çiyayên asê. Di kêliyek wiha de kurdekî bi navê Kawayê Hesinkar derdikeve ser dike. Kawa, ji leşkerên qral re şûr, mertal û amûrên şer çê dike. Kawa, bi xwe jî 7 zarokên xwe qurbanî dabû.  Edî kêr gihabû hestî. Kawa ji tirsa qurbankirina zarokê xwe yê dawî, heval û hogirên xwe yên pêbawer kom dike, ji wan re behsa zulm û zordariya Dehak dike. Plana kuştina Dehak ji wan re aşkera dike. Her kesî fikir û planên Kawa pejirandin, xwe bi rêxistin kirin û li benda îşareta wî man. Kawa gotibû: “gava ku ez Dehak bikujim, ez ê herim ser banê qesrê û agir vêxim. Ku we şewqa agir dît, bizanin ku min Dehak kuştiye.”

Her wiha Kawa, ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina amûrên şer dike û amûrên şer ên ku berê çê kiribû jî li wan belav dike.Gava leşkerên Dehak tên ku lawê Kawa yê dawî jî bibin, Kawa ji leşkeran re dibêje:

– “Hûn herin, ez ê niha, bi destê lawê xwe bigirim û bînim. Ez dixwazim ji bo saxiya qiralê xwe lawê xwe bi destê xwe bikim qurban û li ber lingên qiralê xwe deynim.”

Gava leşkeran ev xeber gihandin Dehak kêfa wî tê, şa dibe û çavên wî li riya Kawa dimîn e. Kawa, çakûçê xwe dixe destê xwe, lawê xwe digire û berê xwe dide qesrê. Gava digihêj e ber derî, leşker derî jê re vedikin. Kawa, raste rast berê xwe dide cihê ku text lê vegirtî û Dehak li ser rûniştî ye. Dehak bi kêfxweşî Kawa pêşwazî dike û jê re dibêje:

– “Kawa tu lehengekî bê hempa yî, tu remza  fedakariyê yî. Kawa tu her bijî!

Kawa, piştî van gotinên Dehak, bêtir nêzîkî wî dibe. Bi çengê lawê xwe digire û dibe ber piyên Dehaq dirêj dike. Kawa çakûçê xwe bilind dike. Lê li şûna ku li serê lawê xwe bide, bi hemû hêza xwe li serê Dehak dixe. Taca serê wî dikeve û Dehaq dimire. Piraniya leşker û xizmetkarên wî gava dibînin ku Dehak dimire, kêfa wan tê. Û yên mayî, ji desthilanînê dikevin û xwe radest dikin. Piştre Kawa derdkeve banaşîn an jî ser banê qesrê bi meşaleya agir işarete dide gel, heval û hogirên xwe.  Dema gel û ciwanên li çiyê,  heval û hogirên Kawa şewqa meşaleyê dibînin, fêm dikin ku plana Kawa bi ser ketiye.  Ew jî êrîşê dibin ser qesrê, leşker û hevalbendên Dehak yên mayî dîl digirinin, yên teslîm nebûne jî dikijin. Belê Dehak hate kuştin û dawiya zordariyê hat.

Belê wê êvarê ne tenê li çiyan, li her aliyê welat agir tê dadan. Gel ji deverên asê dadikevin û bi meşaleyan berê xwe didin gund û bajarên xwe. Roja din, her kes xemla xwe gire dide û li qadan govendê digerîne. Û bi xwarinên xweş li seyrangehan dicivin, kêf û şahî dikin. Lewre ew roj, roja 21’ê Adarê bû. Roja Nû bû, Newroz bû, roja azadiyê bû. Û Li her aliyên welat jiyaneke nuh û azad dest pê dike. Belê temaşevanên hêja ji wê rojê û vir ve ye, bi taybetî di nav kurdan de ku her sal roja 21’ê Adarê wek Newroz tê pîrozkirin, wek cejna yekitî, berxwedan û azadiyê tê pîrozkirin. Bi milyonan kurd roja Newrêzê dadikevin qadan û Newrozê pîroz dikin. Mirov dikare bêje, her çiqas Dehaq ji aliyê Kawayê Hesinkar ve hatibe kuştin û wê demê gel azad bûbin, di serdema me ya niha de hêj jî Dehaqên zalim hene. Ev Dehaqên zalim hêj jî zilma xwe li ser gelê kurd dibarînin. Hêj jî ji bo desthilatiya xwe xwîna ciwanên kurd dirijînin. Lê li hemberî zordariya Dehaqên sererdemê Kawayên Hemdem jî ji bo azadiya gel kurd tê dikoşin. Dîsa ciwanên kurd li çiyayên Kurdistanê amadekariya têkbirina Dehaqan dikin.