spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka qorsanên deryayê

Piştî êrîşa 11’ê îlona 2001’ê rêxistinên ku wekî ‘terorîst’ dihatin binavkirin zêdetir hatin bihîstin. Bi El Qaîde destpê kir û bi El Nûsra û DAIŞ’ê berdewam kir. Mirovatî li ber berbanga pêşketinên mezin di carekê de xwe di serdema navîn a Ewropayê de dît.

Mirovan meraq dikir; ev çete ji ku derketin? Lê weke ku dihate hêvîkirin nebû, çeteyên wekî DAIŞ û El Nûsra di radeyeke girîng de pişta wan hatibe şikandin jî bi tevahî nehatin têkbirin û beravajî texmînan zêdetir li ber çavan bûn. Piştî demekê derket holê ku ev çete ji aliyê dewletan bi xwe ve hatin avakirin.

Belê çeteyên ku Amerîka li hemberî Sovyetê ava kiribû niha êdî li Rojhilata Navîn derketibûn holê. Jixwe Tirkiye bi aşkerayî van çeteyan kom kir, perwerde kir, biçek kir û da şerkirin. Îro bi dehan komên çeteyan ku ji aliyên dewletan ve tên fînansekirin, sûcên şer dikin. Ev rêbaza avakirin û birêxistinkirina çeteyan û danaşerkirina wan îcadeke ingilîzan e. Ew qorsanên deryayê ku mirovekî çavekî wî kor, şewqeyeke pahn di serê wî de, di dewsa destê wî yê jêkirî de çengelekî hesinî û carinan jî di dewsa lingê wan ê jêbûyî de darek tên sembolîzekirin, ew qorsan ji aliyê dewleta ingilîz ve hatin avakirin.

Di vê nivîsê de em ê behsa dîroka qorsantiyê ku di gelek zimanên ewropî de weke Pîrat tên binavkirin bikin.

Qorsantî her çend ji dema peydabûna keştiyan ve hebûye jî, weke hêzeke rêxistinkirî piştî şerekî navbera Îngilistan û Spanyayê destpê dike Ewropa 12 sal e di şer de ye. Li hemberî Spanyayê di sala 1701’ê de şerê Verasetê destpê dike.

Spanya wê demê hêza herî mezin a kolonyalîst a cîhanê ye, ango hêza herî super e. Ji Hollanda û beşeke Îtalyayê, ji bilî Brezîlyayê, Amerîkaya Başûr, Giravên Kanarya heta Fîlîpînan koloniyên Împaratoriya Spanyayê ne. Ji bo parvekirina van koloniyan jî Îngilîstan, Împaratoriya Pîroz a Roma Germen, Hollanda û Portekîz di nava xwe de li hev kirin û li hemberî tifaqa Fransa û Spanya dest bi şer kirin. Şer heta 1715’an dewam kir. Şer zêdetir bi keştiyan, li ser deryayê hate meşandin. Gelek kes vî şerî weke şerê yekemên ê cîhanê bi nav dikin.

Di dema vî şerî de Spanya di ser giravên Karayîpê re derbasî Amerîkaya Başûr dibû û ji wir zîv û zêrê derdixist bi keştiyan dianî welatê xwe. Demeke dirêj Giravên Karayîp tenê yên spaniyan bû. Piştre îngilîz hatin. Îngilîz jî deverên weke Jamaîka, Barbados, Bermûda û Bahama dagir kir û li wir bi cih bû. Ev yek ne bi dilê Spanyayê bû û Spanya dixwest îngilîz ji vir derkevin. Lê îngilîz paş ve gav navêjin. Ji îngilîzan re şer ji bo çareseriya vê pirsgirêkê weke derman xuya dike. Jamaîka li herêmê weke keleheke Brîtanyayê bû. Lê hêza aborî ya Qraliyeta Brîtanyayê tune bû ku li aliyê din ê cîhanê hêzeke leşkerî ya deryayî fînanse bike. Loma jî dest bi avakirina rêxistineke paramîlîter dike. Ango dest bi rêxistinkirina artêşa qorsanan dike. Lê di rastiyê de ev hêz ji hêzeke paramîlîter wêdetir hêzeke êrîş, şêlandin û diziyê ye. Lê ji wan re nabêjin ‘qorsan’, navê wan dikin “Keştîvanên Bi Destûra Taybet”. Ev hêz bi fermana fermî Qraliyeta Îngilîz li hemberî Spanyayê dest bi şer dike. Di vî şerî de Dadgeha Deryayê ya Qraliyeta Îngilîz hezar û 662 belgeyên rayeya taybet dide van qorsanan. Bi vî rengî Qraliyeta Îngilîz bi awayekî belaş, bêmesref û bêpere dibe xwedî hêzeke êrîşê ya deryayê. “Keştîvanên Bi Destûra Taybet” keştiyên spaniyoliyan dişêlînin û serwetên xwe mezin dikin.

Piştî 12 salan şer disekine. Di navbera aliyan de aştî pêk tê. Lê bi dawîbûna şer re Keştîvanên Bi Destûra Taybet ango qorsan jî êdî bê kar mabûn. Gava ku dijmin û şêlandin tunebe pere jî tune, xwarin jî tune. Di sala 1712’an de ji 50’î hezar keştîvanên şerker tenê 12 hezar mabûn. Hejmareke mezin a bê kar ku ji bilî kuştin û şêlandinê tu marîfeteke wan a din tune. Keştîvanên ku dûre weke qorsan hatin binavkirin, ev nêzîkatiya Îngilîz a li hemberî weke neheqiyeke mezin dîtin û gotin; “Me bi kar anîn û niha jî me davêjin”. Ev yek qebûl nekirin û li Girava Nassau bi cih bûn. Li wir ji xwe re komarek ava kirin. Komara nû ya Qorsanan a Nassau.

Di 23’yê tîrmeha 1715’an de, fîloyeke bi barê zîv û zêr barkirî ji Havanayê berê xwe da Spanyayê. Fîloyeke ji 11 keştiyan barê wê giş zêr û zîvê ku ji koloniyên Amerîkaya Başûr hatibû derxistin bû. Spanya 12 salan di şer de bû, di warê aborî de têk çûbû. Ev zîr û zêr 12 salan hatibû sekinandin, lê êdî pêdiviya Spanyayê gelekî pê hebû û şer jî sekinî bû. Li gorî pisporan nirxê vê fîloyê li gorî pereyê îro bi sedan milyon dolarê amerîkî bû. Lê fîlo li ber peravên Florîdayê dikeve nav bager û bablîsokê û di encamê de noqî avê dibe. Hezar mûretebatên vê fîloyê difetisin û ev zêr jî li peravên girava bi navê Vero Beach belav dibe.

Ev bûyer îştaha Qraliyeta Îngîlîz jî mezin dike. Lê qorsan jî bi biryarin ku vê xezînê nedin wan. Bi vî rengî jî di navbera hêzên qorsan ku Brîtaniyan bi xwe ava kiribû û hêzên Qraliyeta Îngîlîz de şer destpê dike. Di salên piştre de jî hêzên qorsan di rastiyê de weke Robîn Hood’ê deryayê tev digerin. Keştiyên Ingilîzan ên bi koleyên ji Afrîkayê tijî ne bi dest dixin û wan koleyan azad dikin, gelek ji wan jî tev li nav qorsanan dibin. Piştre nîvî bi şer, nîvî jî bi efûyeke giştî hebûna Komara Qorsanan a Nassau tê bidawîkirin.