5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di beşa kurdî de hewl dan kurdî asteng bikin

Êrîşên desthilatdariyê yên li ser ziman û çanda kurdî her roj bi cureyên cuda derdîkevîn pêş me. Di roja me de li zanîngehên wek  Bîngol, Artûklû û  Zanîngeha Alparslan a Mûşê di bin siwana YOK’ê de beşên Ziman û Wêjeya Kurdî hatin vekirin.

Bi demê re ji van zanîngehan gelek xwendekar mezûn bûn. Lê tene ji van xwendekaran çend kes dikarin di dibistanan de dersa kurdî bidin.

Her çi qas ev beş ji aliyê YOK’ê ve hatibin vekirin jî hem hikûmet hem jî rêveberiyên zanîngehan ji bo hindûrê van beşan vala bikin serî li her rê û rêbazan didin.

Herî dawî xwendekarên Zanîngeha Alparslan a Mûşê di 23’ê hezîranê di mezûniyeta xwe de xwestin pankarta ku li ser ‘Şêrîn û Xweş e Zimanê Kurdî’ dinivîsiye, vebikin. Lê rêveberiya zanîngehê nehêşt ku xwendekar pankartê vebikin.

Li gor agahiyên me ji xwendekaran girt rêveberiya zanîngehê gotiye heta niha tu beşên zanîngehê pankartan venekirine. Lê xwendekarên zanîngehê vê hinceta rêveberiyê derewandin û diyar kirin ku roja pêştir beşa Perwerdehiyê ya Tirkî pankart vekirine û rêveberiya zanîngehê tu bertekan nîşanê wan nedaye.

Di dîmenên ku hatin parvekirin de tê dîtin ku rayedarên zanîngehê bi xwendekarên zanîngehê re ketine eksê û divê ‘heta hûn ji me destûr negirin em nahêlin hûn vê pankartê vebikin’.

Xwendekarên Zanîngeha Alparslan a Mûşê tevî hemû astengkirinên rayedaran jî pankarta xwe vekirin û bi stranên kurdî mezûniyeta xwe pîroz kirin.