5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’

Emîne Akşahîn û Zulkuf Guneş bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê, anî ziman ku li dijî dayîna zimanê dayikê ya weke dersên hibijarî ne û destnîşan kirin ku divê bi zimanê dayikê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî

Hevserokên Şaxa Egîtîm Sen a Hejmar Yekî Ya Amedê Emîne Akşahîn û Zulkuf Guneş bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê, anî ziman ku li dijî dayîna zimanê dayikê ya weke dersên hibijarî ne û destnîşan kirin ku divê bi zimanê dayikê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî.

Serlêdanên dersên hilbijarî yên di sala perwerdeyê ya 2023-2024’an de li dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdehiyê bên dayîn di 2’yê çile de dest pê kir û di 20’ê çile de bi dawî bû. Bi pêvajoya serlêdanê re nîqaşa dayîna zimanê dayikê ya weke dersa hilbijarî ji nû ve dest pê kir. Bi milyonan zarokên kurd ku zimanê wan ê dayikê zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî ne, “bi tirkî dest bi perwerdeya xwe kir” û neçar man ku zimanê xwe yê dayikê bi hejmareke kêm a dersên hilbijarî di demeke sînordar de hilbijêrin.  Ev yek bû sedema bertekan. Sala borî jî ji ber 3 mamosteyên kurdî tenê hatin tayînkirin û ji ber di hilbijartina dersên hilbijarî yên kurdî de “kêmasiya mamosteyan” hebû pol nehatin vekirin. Perwerdekar jî li dijî dayîna zimanê dayikê ya weke dersên hilbijarî ne û destnîşan kirin ku divê bi zimanê dayikê perwerdehî bê dayîn.

 Perwerdehiya bi zimanê dayikê

Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen’ê yê Hejmara 1’î a Amedê Zulkuf Guneş diyar kir ku bi pêvajoya dersên hilbijarî re rêveberên dibistanan malbat û xwendekar arasteyî dersên olî kirin û anî ziman ku ew bikaranîna zimanê dayikê ya di hemû qadên cemaweriyê de diparêzin û ji bo vê têdikoşin. Guneş, bal kişand ku zimanê dayikê yên zarokên li herêma wan bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî ne û wiha got: “Jixwe xwendekar li vê herêmê bi kurdî diaxivin ji ber vê yekê divê zimanê wan ne weke dersa hilbijarî divê weke zimanê fermî û perwerdehiyê bê dîtin. Ger weke dersek hilbijarî bê hilbijartin, zarokên gelên kurd ku bi vî zimanî nizanin dikarin van dersan hilbijêrin. Divê zarokên kurd ên li vê herêmê dijîn bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bigirin.”

 80 mamoste wê têra çi bikin?

Guneş da xuyakirin ku xwendekar ji ber polîtîkayên li hemberî kurdî di hilbijartina dersên hilbijarî yên kurdî de ji krîmînalîzekirinê ditirsin û anî ziman ku tevî nexwestina rêvebiran a vekirina pola kurdî, kêmasiya materyalên ji bo hînbûnê û kêmbûna mamosteyan jî, xwendekaran li gelek dibistanan dersên hilbijarî yên kurdî hilbijartine, ev ders nehatiye dayîn. Guneş da zanîn ku her çend di ser rêziknameya qanûnî ya li ser dayîna dersên hilbijarî yên kurdî re 10 sal derbas bûne jî, zêdeyî 2 hezar mamosteyên kurd mezûn bûne, lê belê di vê serdemê de bi tenê 120 mamoste hatine wezîfedarkirin û ji ber ku ev ders nayê dayîn 40 mamosteyên hatine tayînkirin beşên xwe guhertine. Guneş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Îro li seranserê Tirkiyeyê 80 perwerdekar hene ku dê van kursan bidin. Mixabin daxwaz hebe jî karmendên perwerdehiyê tune ne ku vê daxwazê bi cih bînin.”

 ‘Desthilatar dixwaze ji bo hilbijartinê bikarbîbîne’

Guneş, da zanîn ku hikûmetê beriya niha ji bo xwegihandina hilbijêrên kurd dersa hilbijarî ya kurdî weke propagandaya hilbijartinê bi kar aniye û di rojên pêş de hilbijartinek heye û wiha domand: “Li pêşiya me hilbijartinek heye û me ev yek di hilbijartinên beriya niha de dît, hikûmet dixwaze weke propagandayeke hilbijartinê bi kar bîne. Ev kursên ku li dibistanan wek kursên hilbijarî tên dîtin, bi serdema ‘pêvajoya çareseriyê’ re hevrû ye ku desthilatdariya siyasî ya heyî pêvajoyeke qismî ya demokratîk dimeşîne. Pêdiviya heyî jî bi cih nehatiye. Têra xwe mamoste nehatin tayînkirin û materyal kêm in. Li pêşberî me hilbijartinek heye û hikûmet vê yekê weke propaganda hilbijartinê bi kar tîne. Em ê hem li dijî ferzkirina zimanê dayikê weke mijareke hilbijarî bisekinin, hem jî li dijî bikaranîna vê yekê weke propaganda hilbijartinê derkevin.”

Guneş bilêv kir ku weke hîndekar ew ê her tim di nava têkoşîna rêxistinên civaka sivîl de bin ku kurdî bikin zimanê perwerdehiyê, zimanê fermî.

Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmara 1’an a Amedê Emîne Akşahîn jî diyar kir ku her sal bi milyonan zarok ji mafê perwerdehiyê ya bi zimanê dayikê bêpar in û da zanîn ku li Tirkiyeyê di salên avabûna Komarê de nêzî 30 ziman dihatin axaftin.

 Mafên wekhev

Akşahîn got ku zarokên ku bi zimanê xwe yê dayikê mezin dibin, dema dest bi dibistanê dikin divê zimanê xwe yê dayikê li derve bihêlin û ev yek di zarokan de dibe sedema travmayê û wiha got: “Em dixwazin bikevin pêşiya vê. Em dixwazin hemû mirov bibin xwedî mafên wekhev. Em dixwazin kurd, laz, ermen bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.” Akşahîn, bal kişand ser pirsgirêkên ku xwendekar bi pêvajoya perwerdehiyê re pê re rûbirû dimînin.

 Di her qadê de têkoşîna zimanê dayikê  

Akşahîn, bal kişand ser qedexekirina konser û şanoyên kurdî, bi bîr xist ku dem dem kurdî bi temamî hatiye qedekirin û ev tişt anîn ziman: “Parastina mafê perwerdehiyê ya bi zimanê dayikê ya mirovan, ne tenê pirsgirêka sazî, partiyên siyasî û sendîkayan e. Pirsgirêka her mirovên demokrat û li nirxên mirovan objektîf dinêre ye. Pirsgirêka me hemûyan a hevpar e û gotûbehs pêşeroja zarokên me ye. Em ê di her qadê de têkoşîna zimanê dayikê bidin.”