27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê demildest hêzên Tirkiyeyê ji Iraqê bên derxistin’

Endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Bedir El-Ziyadî der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Iraqê û hebûna hêzên tirk ên li herêmê axivî.

Bedir El-Ziyadî destnîşan kir ku hebûna hêzên Tirkiyeyê li ser axa Iraqê dibin sedema pirsgirêkên ewlekarî û aramiyê û wiha got: “Hêzên Tirkiyeyê li bajarên bakurê Iraqê dibin sedema pirsgirêkên aramiyê. Hêzên Tirkiyeyê roj bi roj li nava xaka Iraqê zêdetir dibin û dagirkeriya wan berfirehtir dibe. Ev jî metirsiyê zêde dike.”

Bedir El-Ziyadî da zanîn ku kiryarên Tirkiyeyê dijî yasayên Iraq û navneteweyî ne, ev jî nîşan dide ku dagirkeriyek eşkere heye, lewma divê dijî wan tedbîr werin girtin. Bedir El-Ziyadî ji Hikûmeta Iraqê  xwest ku demildest hêzên dewleta tirk ji ser axa Iraqê derxîne û wiha domand: “Hikûmet çawa ku bi Amerîkayê re hevdîtin kirin ku hêzên xwe derxîne, pêwîst e bi heman rengî li gel Tirkiyeyê jî biaxive û hêzên wan derxîne.”